siyaseta turkiya ya nû û bandora wê li ser doza sûriya yê · kirin û li bersivan digerin...

15
13 Reşemî 2017 Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê Yekînya vekolînên siyasî

Upload: others

Post on 11-Jul-2020

4 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

13 Reşemî 2017

Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê

Yekînya vekolînên siyasî

Page 2: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de
Page 3: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixwe, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbarî herêma erabî û bi taybet derbarî rewşa Sûryayê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdarî û fêrkarî di warê siyasî û ragihandê de bo alî û rêkxirawên komlgeha Sûrî li ser bingehên niştimanî Sûrya yî.

Navenda Heremon çalakiya xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û sivîl ê, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyan li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûrî yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê.

Navenda Heremonbo Vekolînên Hemdem

Page 4: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

1

Naverok Pêşgotin ....................................................................................................................................................... 2

Yekemîn: Pêşgotinên Guhertinê û Armancên Siyaseta Nû ya Turkiya yê ..................................... 3

Dûwemîn: Sînorên Zivrandina Turkiya yê û Bertekên wê ............................................................... 5

Sêyemîn: Rêkeftina Astan yê, Wêstgeha Taqîkrinê ye ji aliyên Sponser re ................................... 7

Encam ........................................................................................................................................................... 9

Page 5: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

2

Pêşgotin

Rêpêdanin siyaseta nû ya Turkiya yê, bi taybet lihevhatin û lihevtêgihiştinên Turkiya yê û

Rûsiya yê, bo sedema serqakirina tevahiya kesên mijûlî rewşa Sûriya yl, bi sedema tevlîbûna

Turkiya yê di nakokiya Sûriya yê de, û alîgira armancên şoreşa Sûriya yê ye; çi rûxandina

Rejîmê, û çi di pêşkêşkirina pêştgîriyên mezin ji hêzên şoreşê di warê siyasî û çekdarî de, ji bilî

pêşwazîkirin li çend meliyon penaberên Sûriya yê, tevî wiha, Turkiya xwe bapend dît bi

bûyerên Sûriya yê bi sedema hebûna sînor bi dirêjahiya 950Km an ji aliyê başûr ve, digel

(Metirsî ji pirsa Kurdî) yak u daxwaza statuyek serbixwe dike ku ava dibe li ser wêrankirina

Sûriya yê, bi nûneratiya Partiya Karkerên Kurdistanê/ PKK û şaxê wê li Sûriya yê Partiya

Yekîtiya Dimokratîk/ PYD, û pitir ew metirsiyên li ser ewlehiya neteweyî ji aliyên hebûna Îran

û mêlîşên pê girêdayî di xaka Sûriya yê de.

Turkiya yê bi awakî kûr tevlî Sûriya yê bû, lê ev yek di hat kontrolkirin ji aliyê dîtina

Amerîka yê û siyaseta Obama derbarê Şoreşên Buhara Erebî, û bi taybetî Sûriya di nav de, ku

avadibû li ser bingeha (Ne serketî û Ne şikestî), û kontrolkirina çi guherinan li Sûriya yê bi

hincet şer dijî Terorê.

Lê çend sedem wek Girjeya peywendiyên Rûsiya û Turkiya yê ku gihişt astê pevçûnê, paş

daxistina Turkiya yê ji Firokeya cengî ya Rûsiya yê di Cotmih/ Kewçêra 2015an de, û bilind

bûna girjeyên navxowyî, û berferhbûna parçe deverên jêr kontrola Partiya Yekêtiya

Dimokratîk parçek de li sînorê Turkiya û Sûriya yê, paş re ew kodetaya şikestî di 15ê Tîrmeha

2016an de, tevahiya wan sedeman wiha kir ku berpirsên siyseta Turkiya yê pêdaçûnek giştî

derbarê pilanên xwe bike, wisa lê kir ku ber Rûsiya û Îsraîlê ve bişe, her wiha hewlda ber bi

Misrê ve jî lê şikest anî. Ev zîvrandin ta niha sînor û aliyên wê ne diyarin, lê gelek pirs drust

kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di

despêka wan de şerê ku li Sûriya yê rû dide, û peywendiyên Turkiya yê digel hêzên şoreşê de;

bi sedema piştgîriya Turkiya yê ya obcektîv ji hêzên şoreşê re, û ew tamara pêdivî û pêwistiyên

şoreşê bû, lewma, Gelo ev yek dê bibe sedema ku şoreş xwe bê pişt bibîne? Yan jî ew

guhertinên dê demkî û tektîkî bin di siyaseta Turkiya yê de li gor berjewendiyên Turkiya yê be,

ku hêzên şoreşê dikarin digel de bijîn?

Page 6: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

3

Yekemîn: Pêşgotinên Guhertinê û Armancên Siyaseta Nû ya

Turkiya yê

Erdoxan ne ji xwe de guhertin di siyaseta Turkiya yê de çê kir, lê ew wek vekişandinê tê

wesif kirin ji ew cihkirina serdestiya AKPê ku balkêş bû bi dilgeremî û payebûn bi postê

Turkiya yê û rola wê di siyasetên navdewletî de, xwe dispare cihê xwe yê ciyosiyasî yê giring,

û dîrok û çanda xwe ya dirêj, ku her gav serok wezîrê Turkiya yê yê berê, Ehmed dawûd Oxlo,

girngî pê dide, di gel pêşvexistina abûrî ya bilez. Ku Erdoxan naçar bû çendîn kesayetên

xwedan bandor di siyasete Turkiya yê de dûr bixe daku azadî yê ferhtir pêda bike ji tevger û

helwêstan re, yan jî ew keseyatî bûne rêgir jêr rola xwe di peywendiyên navdewletî de. Ew

guhertin hat çespandin çi bi sedema pêwistiyên dijwar, ku fişarê li ser yekîtiya Turkiya yê dikin

, yan jî fişarê li ser rola wê ya navdewletî û herêmî dike, lê diyar ew ne ji nişkê ve hat, lê çendin

hokarên navxowyî û derve hebûn li ser, wek:

1- Rewşa Navxowyî

Bi sedema pirrengiya Turkiya yê ji aliyên etnîkî û neteweyî û ayînî ve, Turkiya Nûjen ne hat

avakirin li ser civakî tûnd girêdayî di siysetê de, lê Deslatdariya Skularî yaku dirêjahiya 70 salî

berdewam kir, û zagona wê ya derfetek berferh da Artêşê, karîbû parstina aramiya siyasî bike

di riya dû hokarên serke; yekm jê: girêdayî ye bi ew rola ku Xerbê ji dixwest wek pirê di navbera

Roajava û Rojhilat de, û Turkiya yê li ser xwe arêkir, û dûwem jê: pêdiviya Xerbê bi Trukiya yê

bo ew dijberiya dîrokî li hember Kominsmê û Yekîtiya Soviyatê di dirêjahiya Şerê Sar de; ku

sere Rima Natoyê bû. Lê ew pêdivî nema paş hrfandina Yekîtiya Soviêtê û ji hev belavbûna

Hevbendiya Warso yê û serdariya yek serî, hokarek din hebû ew jî gihiştina Îslamiya te (AK

partî) bo deslatdarî yê, paş dehan salan ji tengkirinê li ser ku artêşê li dijî wan kar dikir, lê wan

xapînok kirin û sûdwergirtin ji rewşa dîmokrasiya Turkiya yê, di qûnaxa gihiştina AKPê de, ku

xebat kir jêr deslatdariiya zagona skularizmî de, û rijdbûna li ser pêdakirina rolek nû ji Turkiya

yê re ne li dijî daxwazên Xerbê û NATO yê , û daxazên wê yên trpilî di tevlî Yekêtiya Ewropa

yê de. Xerbê ew perdeya li ser aramiya Turkiya yê rakir wek fişarê li ser daku kontrola

daxwazên wê yên nû bike, û yekem rûberûn dema Turkiya yê redkir di şerê Îraqê de beşdar

bibe, û redkir asankariyan pêşkêşî friokeyên cengî bike di Adar/ Avdara 2003an de, ku ta niha

Page 7: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

4

nirxê wê yeê dide. Her wiha mijarek asteng din heye ew jî pirsgirêka kurdî û Partiya Karkarên

Kurdistanê /PKK, ku ta niha çi çareserî jê re nehatî ye dîtin û her dem gur dibe, wek çawa niha

digel şoreşa Sûriya yê de, digelhebûna îslamiya sofîtî û bizava Fethulah Gulun ku li Turkiya yê

berfereh dibe û piştgîriya xwe ji Xerbê digre, bi awakî ne fermi, ku yekek ji hokarên

tevlêhevûna navxowyî bû nimaza paş hat tawanbarkirin bi kodetaya 15ê Tîrmeha 2916an de,

û tevî ku Erdoxan dijberên novxowyî tawan bar dike, lê ew dizanê dijeberên derve metirsîdatir

in.

2- Hokarên Derve

Bê gûman ew girje di navebera Amerîka û Turkiya yê de pitir xwedan bandore li ser rewşa

Turkiya yê, ku diyar bû cûdahî di navbera nerîna Turkiya yê û Amerîka yê di serdema Obama

de derbarê rewşa Sûriya yê de. ku rêveberiya Amerîka yê ne dilxwaz bû li ser guhertina Sûriya

yê ji ber gelek sedeman. Yên aşker jê, ew naxwazê altîrantîvek îslamî ji rejîma Asad re hebe,

lewma kelgermiya Trukiya yê kontrol dikir, her wiha bandora xwe hebû li ser nerîna Xerbê

derbarê helwêstên Turkiya yê, û aşker bû di helwêsta NATOyê de derbarê Turkiya yê, paş

daxistina Turkiya yê ji firokeya Rûsiya yê re, û vekişandina NATO ji moşkên Patroyêt yên li ser

sînorên Sûriya yê, Turkiya yê xwe dît di warê agere şerûpevçûnê digel Rûsiya yê de heye, ku

Turkiya ne dixwest û ne şiyanên xwe heye, herwiha Rûsiya yê jî na dixwest, ku rûberû tenê di

warên fişarên abûrî û gotinên rojnamevanî de ma, wek piştgîriya Rûsiya yê ya çekdarî û

mediya yî ji PYD re li Sûriya yê.

Îran ji aliyê xwe ve yarîzanek di rewşa navxowyî ya Turkiya yê daku destwerdana di doza

Sûriya yê de bike, bi kêmasî piştgîriya wê ji Partiya Karkerên Kurdistanê PKK (Serokatiya

Qendîlê) yaku naveşêrê hevbendiya wê digel Terabl, her wiha Teran destê xwe yên din heye

di Turkiya yê de, herwiha rejîma Sûriya yê û zaniyaryên ku hewl dide ziyana bighêje Turkiya

yê. lê ya herî metirsê dar di navxowya Turkiya yê de, rêxistina (Daişê), wekû tê zanin Turkiya

tometbar dibû bi piştgîriya wê, û asankariya derbasbûna çekdaran di riya wê de bo Sûriya yê

bo rûberûbûna mêlîşên şêî û bilezkirina rejîma Asad, ku lê vegere, û (Daişê) di çendîn bajarên

mezin li Turkiya yê bombekirin, û rewşa ewlehî yê tevlî hev kirin û bandore xwe li ser abûriya

Turkiya yê hebû, û diyare ku (Daişê) destê xwe di xaka Turkiya yê de heye û piştgîriya wê di

cîbecîkirina opersiyonên xwe yên xwekojî wek bombekirina çeştîxana Stanbolê di sersalê de.

Page 8: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

5

Bi kurtahî, rewşa ewlehî yê di navxowya Turkiya yê de zaf lawaz bû û giheşta astekî gefê li

ser yekîtiya turkiya yê dike, ku nerîna ehmed Dawûd Oxlo û tiyora wî (Sifir Dijmin) winda bû,

û dijminên Turkiya yê pirtitrbûn çi navxowyî û çi derve, lewma hukumraniya turkiya li xwe

vegere û pêdaçûnekê drust kir, û lêborînê bike û li hevbendiyên nû bigere, û armanc jê

kêmkirina êrîşê li ser, û di serke de (sarkirina astengiya kurdî) li ser sînorên wê yên başûr, ji ber

ew metirsiya herî mezin li ser ku ager rewşa navdewletî derfet da bo hebûna kurdî li bakûrê

Sûriya yê, û dê fişarê li ser yekîtiya Turkiya yê bike.

Dûwemîn: Sînorên Zivrandina Turkiya yê û Bertekên wê

Ew zivrandina Turkiya yê di hevîna rabhûrî de û bi taybet lihevhatina wê digel Rûsiya yê

de çendîn pirsiyar drustkirin, derbarê daxwaz û bertekên wê li ser siyaseta Turkiya yê, be bê çi

bersivên zelal hebin. Nakokiyên Turkiya û Îsraîlê serrast bûn, û peywendiyên Turkiya û Rûsiya

yê vegeran wek berê, ji ber herdû alî pêdiviyên xwe bi hev hebû bi sayay berjewendiyên abûrî

yên mezin di navbera wan de, û ya giring daxwaza Rûsiya yê daku Turkiya bê alî be di warê

rûberûbûna Rûsiya yê li hember Xerbê, û hevpariya Turkiya yê digel Ukranî ya yêde ser

kenarên derya ya Reş, her wiha Rûsiya dixwaze ji Turkiya yê pêveber be daku ji çirava Sûriya

yê derkeve, ager Amerîka yê siyaseta xwe guhert paş serdema Obama.

Di çarçoveya pêdaçûna Turkiya yê de, dikarin rawestin li ser ew xala veguhestina Turkiya

yê bo desbexşeriya meydanî di şerê Sûriya yê de, paş 5 salan ku tenê piştgîriya opezisiyona

Sûriya yê dikir, û asankarî bo dikir û agehdariya penaberan dikir, û çendîn daxwyaniyên tûnd

li dijî rejîma Sûriya yê, û paş re veguhest bo destwerdana serbazî bi hevkariya grûpên Artêşa

Azad yên balpişt bi Turkiya yê, di riya vê destwerdanê de, wê dû çûk bi kevirekî kuştin, yekem

jê bi dagîrkirina wê ji parçek zemînê re ji Jerabulsê û Îzazê ta Babê hêviya Kurdî bi avakirina

statuyek li Bakurê Sûriya yê kuşt ku ji Qamişlî despêdike ta Efrînê, û dûwem jê wê pêyê xwe

derbasî xaka Sûriya yê kir, û xwe spand wek aliyekî di şer de, û aliyek di çareserkirinê de,

nimaza di rûberûbûna Îranê de, yaku mêlîşên û hêzên parstina şoreşê belav dibin li ser

piraniya xaka Sûriya yê. ev destwerdan ne dilxwaziya Amerîka yê bû, û tora Îranê dît, lewra

pêdviya wê hebû bi arê kirina Rûsiya yê daku bê kontrolkirin di sînor û armancên xwe de, û

Page 9: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

6

ev yek derfet giring da zîvrandina Turkiya yê. û ager Turkiya beşdar bû di cenga rizgarkirina

Reqa yê, çi ji aliyê Babê ve paş derkirina Daişê jê, yan jî ji aliyê TilEbeydê/ GirêSpî bi razîbûna

(Hêzên Sûriya ya Dîmokratîk) yan bê wê, wiha Turkiya yê destê xwe di doseya Sûriya yê de

bilind dike.

Daxwyaniyên rojnamevanî û siyasî yên berpisrên Turkî- piraniya xwe dijber bûn- rolek

leyîst di zîvrandinê de, ku li xwe digirt nameyek ji fişarê pirtir ji rengê siyasetan, ku gelek çavêdr

û vekoler tevlîhev kirin. We nimûne, tevî ku Ewropiyan rêkeftina ku digel weîzrê derve yê berê

de îmzakirin, bo rêxistina herikandina koçberî yê ji kenarên wê ber bi Ewropa ve, û ne

bapnedbûn bi derfetpêdan bi turkan ku bi azadî li dewletên yekîtiya ewropa yê tevger bikin,

lê turkiyan gefên xwe cîbecînekirin di vekirina sînorên xwe de û derfet nedan penaberan ku

derbasî dewletên wê bibin. Herwiha ew daxwyaniyên turkiyayê ku tevl grûpa Şneghayî ya

abûrî bibe wek berdêlî ji yekîtiya ewropa yê, gelo turkiya di pêvajoya guhertina hevbendiyên

xwe yên stratîjî ye yên digel rojava de? Ya gelo ew hevbendiyên wê yên nû û li vir Rûsiya yê

dê altirantîv ji Rojava re bê? Û gelo rojava amade ye turkiya yê ji destê xwe berde, hevbenda

stratîjî ya xwedan cihê giring û şiyanên mezin? Pirsin pir zehmeta bersiv li ser bê dan, lê dîroka

dewletan û peywendiyên navdewletî û rewşa li berçav dibêje: Na, ne bi hesanî yan li ser

bertekên awerta, dewlet dikarin hevbendiyên xwe yên stratîjî biguhere, bi sedema

giranbphaya guhertinên wiha, û çi dewlet nikare nirxê wê hilgire, ager me got hevbendê nû

dişe jêre pêda bike, li gor vê yekê dibe piraniya hevbendiyên Turkiya yê yên heyî, yan yên dibe

avabibin, ew rengê tektîkî û sinordar bi mijare xwe, û ager têkliya Turkiya yê bi serket derbarê

rêveberiya nû ya Amerîka yê û ji siyasetên rêveberiya rabhûrî drbas bibe, û kêmkirina girjeyên

ku bi sedema wê rûdan, wej arêkirina Amerîka yê di avakirina herêmên ewlehî li bakûr û

başûrê Sûriya yê, ku ew daxwaza Turkiya yê li ser rijdbû, û hat qedexekirin ji aliyê Amerîka yê,

lewma gotûbêj debarî guhertinê di stratêjî di siyaseta Turkiya yê de û di hevbendiyên wê de

di vê qûnaxê de, tenê pêşbîniyên ne di cih de ne.

Çi guhertin di siyaseta Turkiya yê de dê nûvedana xwe ya nîgatîv li ser hêzên şoreşa sûriya

yê hebe, birêje ye kûrbûna guhertinê, bi sedema ku gelek kilîlên kontrol û serdariya şoreşê bi

rengî obcektîv di destê turkiya yê de ne. sînorek ji guhertin heye opezsiyona siyasî dikare digel

de bijî, lê ager ew zîvrandin ji wî sînorî derbas bû, dê opezisiyona sûriya yê naçar bibe

Page 10: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

7

berdêliyên mizin bike di alav û xebatên xwe de. (rêveberiya xweserî ya kurdî) dê naçar bibe

hêviyên xwe biguhere, ji ber piştgîriya amerîkî jê re tenê çekdarî ye, û girêdayî ye bi çarenivîsa

rêxistina (Daşê) û pirojeya wê li Sûriya û Îraqê. Herwiha îran tengezar e ji perpêdana

peywendiyên Turkiya û Rûsiya yê, ji ber ew dê ser pişte daxwaz wê be li Sûria yê, ku wê gelek

nirx ta niha danî ye, û dibe siysseta Turkiaya yê ya nû tevger bike li ser xalên cûda û nakok di

peywendiyên Îran û Rûsiya yê de derbarî Sûriya yê.

Sêyemîn: Rêkeftina Astan yê, Wêstgeha Taqîkrinê ye ji aliyên

Sponser re

Paş ketina Helebê bi biriyarek navdewletî ne zindî di destê rejîma sûriya yê de, û paş

wêrankirina bordûmankirina Rûsiya yê taxên rojhilatê Helebê û bi dare zorê ew koçberkirin,

û tawanbarkirina Turkiya yê bi çewtê û guhertina wê bi Babê, aliyên serketî di Helebê de xebat

kirin daku vê yekê wek serkeftinek siyasî bi çespînên, her yek li gor xwe, Rûsiya yê her yek ji

turkiya û Îranê vexwendina civînevkê ser astê wezîrên derve li Moskoyê di 21î çileyê pêşîn/

berfanbara 2016an de, biyannameya Moskoyê jê hat ragihandin ku daxwaza platforma

Astana yê kir di 23ê çileyê paşîn/ rêbendana 2017an de, bi şivantiya Turkiya û Rûsiya yê bi

postê destber ji agerbestê re, ku hat li darxistin di 30ê çileyê pêşîn/ berfanbara 2016an de, û

çendîn binpêkirin dît, nimaza di sengera Wadî Berdea û Xoteya rojhilat, ku tevahya

binpêkirinên hatin tomarkirin ji aliyê mêlîşên hizbulaha lubnanî ve hat, ku şîrovekirin Îran û

Rejîm li ser agerbestê nerazî bûn û ne ji platforma Astana yê. dengê Rûsiya yê bilindtir bû paş

rêkeftin li ser konfiransa Astana yê, lê ew bilez nizmtir bû, û platform bû berdewamiyek ji

pêvajoyên Jinêvê re û ne berdêlî jê re, ku dawî hat ragihandin, ku dê agendên civînê,

çespandina agerbestê, û doseya girtiyan û herêmên dorpêçkirî, û kesên ku dê beşdar bibin

tenê serbazên grûpan ş rawêjdarên sivîl, û baskirin pir bû derbarê nerîna pêkanîna ecûmenek

çekdarî, pê dispêrin arkên ewleh yê û artêşê ku Rûsiya girngîyê dide herdwan. Konfiran pir

lawaz bû bi sedema nebeşdarbûna navdewletî xwedan bandor, ku rûsiya yê dixwest li îranê

red kirk u Sûdîyê, Qeter û Amerîka beşdar bibe, berî ku baliyozê Amerîka li Astanê beşdar bibe

wek çavdêr, heman xal derbarê netweyên yekgirtî, ku rola xwe hesankarî di pêvajoya

Page 11: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

8

gotûbêjan de, û bi ne amadebûna Brîtaniya Fransa, Siûdî û Qeterê namek bo Rûsiya yê bû ku

derfet tune ji Astana re bibe berdîlî Jinêvê.

Konfiransa Astana di jêr encamên wî taqîkirnek dijwar di lihevhatina Turkî- Rûsî de ye, ku

herdû wek bapend di agerpestê de, û her wiha şiyana wan di spandina gaerbestê li ser aliyên

dijber jêr redkirina Îranê, û nebawerkirina rejîmê bi çareseriya siyasî, her wiha dê wek

taqîkirinê ji lihevhatinên Îranî- Rûsî re be derbarê doseya Sûriya yê, dema ku îran rijdbû li ser

daxwaza destwerdana Rûsiya yê de, û gûman heye ku wê budceya wê li xwe girtî ye, paş ew

şikestinên wê û hêzên rejîmê li Îdlibê di buhara 2015an de, zêdebarî wê, turkiya yê di civîna

sêalî li Moksoyê daxwaz kir bo vekişandina Mêlîşên Hizbûlah û tevahiya mêlîşên biyanî ji

xaka Sûriya yê, ku bû sedema torbûna serkirdariya Îranê, û tekez kir li ser asayîbûna hebûna

hizbûlah û mêlîşên din, ku hat li ser daxwaza (rejîma fermî) li Dimeşqê! Û di vê çarçovê de

daxwiyaniya Lavrov balkêş bû, û nameyên fişar ji Îran û Rejîmê re şand ku Dimeşq dê ketibana

jêr dest terorstan di heyama dû ta sê heftiyan ager Rûsiya yê destwerdan nekirbane.

Wiha jî Astana dibe taqîkirin ji şiyana grûpên çekdar ku xwe dûrbixin ji berbijarên Turkiya

yê yên nû, û ta çi astê dikarin biçin di peywendiyên xwe de digel Rûsiya û aliyên din de, ku hat

diyarkirin di cinvînên gotûbêj de, ku grûpan lidarxist li Enqera yê û bi deşdarbûna berpirsên

turki yên pile bilind- wek serokê desteya zaniyariyên Turkiya y Fîdan, û 5 rojan berdewam kir-

arêkrina frûpan di çûna xwe de bo Astana, ne bi hêsankarî bû.

Wisa jî Astana dê taqîkar be ji lihevhatinên Siûdî- Turkiya- Qeterê, wek dû dewlet

deswerdana şerê sûriya yê dikin, ku çi daxwiyanî ji aliyê Siûdî yê ve derneket, dibe ew li benda

encamên civînên astana be. Lê taqîkirina herî dijiwan ji para hêzviyên Rûsiya yê be, daku

deskeftên wê bi dilê Amerîka û Rojava bin, û derfetê bide daku bazarê bike di çend doseyên

daleqandî de, lê çi nîşan nehat diyarkirin, bi ne amadebûna Rojava ji Astana yê, û beşdarbûna

Anerîka bi awakî qels, ku Lavrov bi rengekî tal derbirî bi (çend dewletên Xerbê hene, ew

binavnekirin, hewldidin ziyanê bighînin konfiransa Astana yê, û ew yek ne d berjewendiya

çareseriyê li Sûriya yê).

Xalek din heye dibe li ser rawestin, ew jî vexwendin bo serbazan şi opezisiyon û şi rejîm,

tevî ku serokê herdû şandeyan kesên sivîl bûn, digel ne arêkirina Moskoyê ku vexwendinê ji

Page 12: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

9

komîteya riyadê re ku hat avakirin li gor konfiransa Viyêna yê, herwiha ew opezisiyonên ku

wê avakirin wek Himêmîm û Qahire, gelo daxwazên Rûsiya yê çi ne daku gotûbêj di navbera

çekdarn de be? Gelo vedigere bo agendiyên konfiransê, ku tenê derbarê rewşa li ser qadê wek

ku hat diyarkirin, ku dê konfiranse bi daxwiyaniyek siyasî derkeve tê pêşkêşkirin bo mêzgirta

JInêvê wek mijarek bûyî di sibat/ reşmeya 2017an de, yan jî vedigere kêmbûna beşdarbûna

navdewletî, paş re rizgarkirina konfiransê ji navê têkçûnê?

Rûs wek tevan dizanin ku Ceng ew rengekî din ji siyasetê ye, û xebata çekdarî qûnaxek ji

qûnaxên karê siyasî ye, wiha jî serbaz ne pisporên siyasetê ne, paş re, ew ne amade ne ji karê

gotûbêjan bi sedema srûşta şoreşa Sûriya yê, Gotûbêj ew huner e û zaniste û dîroke ji

azmûnên komkkirî di pirsgirêkên navdewletî de, û berî tevan ew karekî siyasî ye li ser astoyê

wî zortirîn deskeft bi destxistin, li gor derfetên hevsengiyên navdewletî û siyasetên ew

dewletên destwerdan di şerê Sûriya yê de, ku bûye şerekî navdewletî û herêmî ji delve yan ji

bi xwe, gelo ager rewş wiha şiyana Moskoyê heye çareseriyek li gor xwe bi çespîne ji pişt civata

navdewletî û biriyarên wî? gelo grûpên ku çûn Astana yê dikarin nûneratiya miletê Sûriya yê

bikin? Û wê nikarîbû ga niha ji alîgiriya xwe drkeve û karên xwe yekgirtî bike di bername û

pêşniyarên xwe de, yan jî Astana bo derbaskirina demê ye, ne pêweiste bo verina sengerk nû

ji dewletên şivan re di vê qûnaxê de: ew tev pirsiyarên çav li riya aramkirina bahoza Astna yê

bibe, her wiha çav li riya helwêstên rêveberiya Amerîka yê ya nû derbarê doseya Sûriya yê,

daku li gor vê yekê tevger bikin, ji ber têkçûna Astana yê ne têkçûna hêzên navxowyî yên

sûriya yê lê belê têkçûna Rûsiya yê p siyaseta wê digel Turkiya û Îranê de.

Encam

Aşkere ye ku helwêstên dewletan û siyasetên wan yên demkî tên guhertin li gor

berjewendiyên wan bebê ku ziyanê bighîne hevbendiyên stratîjî, ku tên naskirin bi hêminî ye

xwe ya tund jêr saya cih û rol û şiyanên wê, û di nimûna Turkiya yê de ya li ber çav ew di

rewşek teng de derbas dibe, û rewşa navxwyî ya lawaz û asteng, û dijberên wê yên derve yên

pir, û her aliyek dixwazê bi aliyê xwe de bikşîne, û metirsiyek li cem heye ku rewûa xwe wek

rewşa Sûriya yê bike, ku metirsî ye kurdî mezine û çi viyanek siyasî tune ye ku çareser bike, ku

Page 13: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de

10

derfet mezin ji destê xwe berde, her wiha parçekirina siyasî li Turkiya yê dijiwar e, tevî ku

serketin ta niha di destê AK partî de, û neteweperestin turk digel de ne di vê qûnaxê de daku

rûberûyê (metirsiya kurdî bikin).

Guhertin di siyaseta Turkiya yê de pêwiste, tevî ku sînorên xwe ne diyarin, û aliyên din, bi

taybet opezisiyona sûriya yê ya çekdarî û ya siyasî, zanibin çi tê xwestin û çawa xebat bikin.

Turkiya bo opezisiyona Sûriya yê û penaberan giringe, lê şoreûa Sûriya yê û armacên xwe

(bo azadî û rûnmetî) girngtire; paş ew qûrbaniyên mezin ku bo hatin pêşkêşkirin. Ji

opezisiyonê nayê xwestin, pişta xwe bide Turkiya yê, lê belê pêweista jê dûrbûnekê ji

zivrandina Turkiya yê bigre, her wiha pêwista pêdaçûnekê û rêstk û girngiyên wê li gor şiyana

xwe û rewşê, û rêzên xwe û gotinên xwe yekgirtî bikin, û ji belavbûnê dûrkeve, herwiha

opezisiyon dibe sûd ji cûdahî û lihevhatin û armancên dewletên destwerdan di doseyê de, lê

pirsa hertim ewe, ta çi astê turkiya dikare gefê li opezisiyona sûriya yê dike û fişarê li ser bike

bo lihevhatinê, me li gor Sûriyan be.

Pêşniyar tune ye ku turkiya di fişare xwe li ser opezisiyona sûriya yê dûr biçe, bi sedema

ew pêwistiya wê heye bi opezsiona wek çawa opezisiyon pêdiviya xwe bi turkiya yê heye. Ku

wê bi hinceta çend yekîniyên artêşa azad wek perdê daku derbasî Sûriya yê bibin di riya

opersiyona mertala Ferat, wiha jî opezisiyona sûriya yê rêgirbûn li hember bandora rewşa

Sûriya yê li ser navxwoya turkiya yê, tevî ew kempîna bê bêzarî ya hêzên şoreşê sûriya yê paş

şikestina Helebê, çi kes şiyane xwe tune fişarê li ser opezisiyonê bike bi lihevhatinên

neheqanae, û ager tevlî lihevhatinên wiha bû dê miletê Sûriya yê vê yekê red bike.

Page 14: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de
Page 15: Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di despêka wan de