Mehane Wêjeyî Çandî
Rewşenbîrî û Serbixwe …
Damezrandin di 22 Nîsanê 2012
E. Mail: [email protected]
malpera rojnamê: www.penusanu.com
Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî
Derhêner: Xorşîd Şûzî
Nivîsara hejmarê
Heta berî salên pênciyê yên sedsala borî, hemî
xebat û têkoşînên ko li Rojhilata-navîn diqewimîn
bi rengekî olî (dînî) bûn. Prosêsa cidabûna dîn û
siyasetê di salên pênciyê de, dema ko ramanên
sosyalîzm û l îberalîzmê di nêv miletên rojhilatê de
belav bû, û partiyên siyas î li ser bingeha
îdeolojîyên cida ava bû, destpêkir.
Hingê ramyarên ewropî di berhem û anal îzên xwe
de digot; serdemên pîroz (muqedes) li Rojhilata-
navîn borî, dîroka Ewropayê xwe li Rojhilatê
dubare dike. Jacques Berque, Îslamolog, sosyolog
û lêkolînerekî frans î ye, dibêje:
— Miletên Rojhilata-navîn pişta xwe da serdemên
muqedes û hêdî hêdî derbasî dîrokê dibin.
Lê belê rewş wekî analîzan nebû, tayê di navbera
ol û siyasetê de nehat bi rîn, berevajî wê
grêdaneka kûr di navbera desthilatên dîktator û
opozîsyonên dînî yên fanatîk de ava bû,
desthilatên dîktator carinan eşkere û carinan bi
nehênî grupên fanatîk li dijî guhertin û avakirina
sîs temeka demokratîk bi kar anî.
Kontrasta balkêş ew bû ko ewropiyan bixwe ew
desthilatên dîktator li Rojhilatê bi cih ki r, bixwe jî
piştgi rî dan avaki rina opozîsyonên dînî.
Dewletên rojavayî bi piştgi riya hêzên dînî
Împaratoriya Osmanî têkbir, wan dizanî ko ne bi
rêya hêza olî be dê nekarin xelkên Rojhilatê qane
bikin, da li dijî osmaniyan şer bikin.
Hejimar '59' / Avdar 2017
Ewropiyan digel Şerîfê Mekeyê li ser hêz û
desthilata piştî ketina osmaniyan li hev ki r. Tîtela
Şerîfê Mekeyê ava hêdî livand, reaksiyonên li di jî
osmaniyan gur ki r û şoreşeka dijwar li dar ket.
Desthilatên dema îro yên li Rojhilata-navîn,
mîrateya ewropiyan û cîhana rojavayî ne. Li bin
destê wan desthilatên bi nav sekuler (îlmanî) de
mafê mirovî, mafê kêmîneyên etnîkî û mezhebî
nîne û azadiya ragihandinê, xweîfadekirin û
xweorganîzeki rinê lê peyda nabe.
Bi kurtî ti têkiliya wan desthilatan bi sekularîzmê
nîne. Partî û tevgerên opozîsyonê jî di bin
kontroleka dijwar de ne.
Di dema şerê sar de, Emerîkayê û dewletên
rojavayî li di jî belavbûna komunîzmê, dîndarî û
ni jad perestiya mezhebî li Rojhilata-navîn xurt ki r,
medyaya desteka wan, opozîsyonên li Rojhilata-
navîn wekî dîndar û kafi r anjî terorîs t bi nav ki r. Di
şoreşên li di jî dîktatoran de, fi tîla agi rî di nêv
herdû milên opozîsyonê de vêxist û wan bixwe
şerê hev ki r.
Sovyeta berê bi slogana "ri zgarki rina miletên
bindest" hest û daxwazên serwxebûnê li nik milet
û kêmîneyên Îranê hişyar ki r. Partiya Tudehê li
Azerbêcana Îranê, kurdan jî li Mehabadê Komara
Kurdistanê ya serbixwe îlan kir. Xewna Stalîn ew
bû, ko di paşerojê de, ew komar tevl î Sovyêta berê
bibin û s înorê desthilata xwe berfi rehti r bike.
……………… Rûp (2) ………………
Rindê Çaçan
Di bîranîna 38 salan li ser koça dawîa
a Melle Mustefa Barzanî ve Xuşk û bi rayên ezîz
Nûnerên partiyên Kurdistanê
Endam û serperştên Partîya Dîmoqratî Kurdis tan
”Zilma ku li milletê me hatiye, em lê agahdarin, ta bi nefsa dawî, emê li di jî setemkar şer bikin”.
Bi van gotinan herdem Barzaniyê nemir civata xwe dixemiland.
Dîrok û xebata Melle Mustefa ji biçûk û meznan ve xuyaye, em çendî di derheqê vî mirovê payebilind
bêjin kême, çimkî navê wî bi navê Tevgera rizgarki rina niştiman dîmoqratî Kurdis tan ve hateiye gi rêdan.
.......... Rûp (6) ..........
Hêza olî di Rojhilata-navîn de
Boniya Cegerxwîn
“Hêlîna Kurdî” Di dawiya sala 1982 an de ez hatim welatê Swêdê,li
Stockholmê ez û malbata xwe bi cî bûn.
Di sala 1984 an de, Meha Avdarê,min li Swêdê dest bi
kar ki r,piştî ku min xwendina zimanê Swêdî salekê
qedand.
Min li “Hêlîna Kurdî”dest bi kar ki r û li wir min
berdewamkir ta ku min bi sedema nexweşiyê karê xwe
bi dawî ki r.
Îro ez dixwazim li ser Hêlîna Kurdî hinekî we agadar
bikim,ji ber ku hebûna hêl îneke bi vî awî,bûyereke pi r
gi ring û belû bû di dîroka jiyana Kurdên li Swêdê de her
û ha di dîroka Kurdis tanê bi tevahî de.
Ez bawerdikim ku gelek li ser vê Hêlînê ne agadarin,ji
ber ku gi ringî li ser karê bi vî awî jêre rêklam çênebûne
tevî ku min gelek cara dost û heval û rêxistin li Qamişloli
ser agaki r.
Sala 1984 an Hêlîna kurdî ya yekemîn li Swêdê û li
rojavayê Ewrûpa dest bi karê xwe ki r.
Li taxa Tênista yê û li ser daxwaza dê û bavên kurd hate
veki rin û di avahiyeke serbixwe de kar û xebata xwe
dikir...........Rûp (2)
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
2
Sovyeta berê soz dabû ko dê wan biparêze, lê wê û Emerîkayê li
hev ki r û leşkerên xwe ji Îranê kişand. Temenê herdû komaran ji
salekê zêdeti r di rêj neki r. Îranê bi sedan endamên Tudehê û
şoreşgerên kurd, Qazî Mihemed û hevalên wî bi dar ve ki r.
Xewna guhertinê li Îranê dewam ki r, partiya Tudehê û hêzên
çepgir bingeha şoreşekê li di jî şahê Îranê Muhemmed Reza
Pehlewî amade ki r. Emerîkayê zanî ko Pehlewî dê têkbiçe. Ji bo
ko Tudeh û hêzên çepgir bi ser nekevin, rê da Xomeynî û hêza
dînî da xurt bibe û serkêşiya şoreşê bike. Piştî têkçûna
osmaniyan ew cara yekemîn bû ko îslama siyas î wisa bi xurtî bi
ser diket. Sedemeka dî ya xurtki rina hêza dînî li Îranê,
di jwarki rina dubendiyên mezhebî di nêvbera Sunî û Şîiyan de bû.
Farisan berê jî ji bo xurtki rina hêza nijada xwe hestên mezhebî bi
kar aniye. Di dewleta Emewiyan de, bi sloganên ol î piştgi riya
muxalefeta li di jî desthilata Qureyşiyan ki r. Emewiyan zora
dilxwazên Îmam Elî bin Ebî Talib "Ehl el-Beyt" bi r, piştî hingê
farisan ew muxalefet ji nû ve gur ki r, emewî têkçûn û dewleta
Ebasîyan ava bû. Hêza nijada farisî di dewleta Ebasîyan de, her
weha li Misrê di dewleta Fatimîyan de jî xurt bû. Heta niho
dîroka kîn û nefretê di nêvbera sunî û şîiyan de dewam dike.
Ma ne bi rêya hêza dînî bûya dê Emerîkayê çawa bikariya berê
cîhadiyên dinyayê bide Efxanistanê da şerê Sovyeta berê bikin. Bi
qeweta hêza ol î Sovyeta berê di demeke kurt de şikest û da
Sovyet ti caran li Efxanis tanê venegere. Desthilat dan destê
Talîbanan ko yek ji di jwarti rîn tevgerên fanatîk e.
Agi rê ni jadaperestiya dînî li rojhilatê zêde dibe, ji kontrola
rojavayiyan derdikeve, ji bo ewlehiya dewletên rojavayî jî
meti rsiyeka mezin e. Barê paqijki rina herêmê ji fanatîkan dane
ser milê kurdan, ev qurbanîdana gi ran bihayê azadî û
serxwebûna wan e.
Renaud Girard rojnemavanekî pisporê Rojhilata-navîn ye, nêrîn û
analîzên xwe di rojnameya "Le Figaro" de belav dike. Ne ji mêj ve
pi rtûkeka wî belav bû, navê pi rtûkê "Le monde en marche” ango
”dinya bi rê ve diçe” an jî ”dinya dilive” ye.
Renaud Girard dûrûdirêj behsê dike û dibêje, ko pîvana guhertin
û pêşketinê li Rojhilata-navîn cuda ye, û îradeya wan ne di destê
wan de ye, lê belê di destê hêzên mezin de ye. Nexşeya Rojhilata
nû, dewletên biçûk yên dînî û mezhebî ne. Kurd jî dê ji vê
parçebûna nû ne bêpar bin. Berê krîstiyanên kurdan di nêv
Ermeniyan de asîmîle bûn û xwe wekî ermenî pênase ki rin,
herçend zimanê wan yê dayikê kurdî bû û ermenikî nedizanîn jî.
Niho jî beşek ji Êzîdî û Elewiyên kurdan dibêjin ew êdî ne kurd
in.
Li Rojhilatê, siyaset ti caran ji ki rasê dînî derneketiye: ti rk, ereb û
farisan ji bo xurtkirina hêza ni jada xwe dîn bi kar anîne, kurd jî di
bin siya sloganên dînî de hertim bûne qurban. Di şerê Osmanî û
Sefewiyan de, li herdû milan kurd dihatin kuştin.
Vê gavê nijadperestiya dînî di nêv miletê kurd de kêm e, lê belê
kurd di bin siya îdeolojiyên cida de parçe dibin. Rûsya û
Emerîkayê herçend belgeyên xwe zelal nekin jî plan û projeyên
xwe, li gorî berjewendiyên xwe amade ki rine.
Îro mafê her kurdekî heye ko lê bihizi re û bipi rse: Gelo piştî
ewqas qurbanîdanê ka projeya me kurdan çi ye. Em dê xudanê
îrade û projeyên serbixwe bin, yan jî dê careka dî ji
berjewendiyên xelkê re bibin qurban. Em dê hespê xelkê bin an jî
dê lehengê azadî û serxwebûna xwe bin?!.
NNNNeeeerrrrînnnn
ÛÛÛÛ
Gotar
Berdewama Nivîsara hejmarê
re jî zimanê Swêdî bi kar tannin.
Di Hêl înê de, rojên netewî dihatin pîrozki rin
û kar û xebat jêre bi meha dibû her û ha
dîlan,folklor, teati r,çîrok,lîs tik û stran û
helbestên Kurdî jî me ji wan re amade diki r û
pêk tanî û me xwarina kurdî ji wan re
çêdikir.
Gelek ni fşên zaroka di wê Hêlînê de derbas
bûne û tev jî anha di xwendina xwe de
biserketine û bêhtirê wan cihekî bilind di
civatê de ji xwere çêki rine.
Gelek Mamostên Kurd têde karki rine, yek ji
wan ez bûm.
Mamoste û karki rên kurd ku têde karki rin
gelek bûn,tevde jî zane, xwendevan û xwedî
taybetmendiyekê bûn wek (Mehmûd
Lewendî, Hesamettîn Erselan, Fîdan
Arusuglu, Cîhan Barzanî, Siyamend Kaya,
Hîwe Zindî, Mencê Aldurû gelek din nayên
bîra min. Hêlîna Kurdî baxçê gula bû ji herçar
beşê Kurdistanê Mamoste û zarok têdebûn.
Hin ji wan cîgi r yan jî demên kurt li Hêl înê
kardiki rin. Min karê xwe yê li Swêdî bi tevahî
li Hêlîna Kurdî qedand.
Ev yek ji hêviyên min bû ku ez zarokê kurda
bi ziman û çanda kurdî perwerde bikim,guh
bidim wan û bi wan û malbatê wan re
gi rêdayî bim.
Ji bo min û mamosteyên din ev karekî gelek
gi ring û gi ranbuha bû,îro roj ez xwe
bextewer dibînim weke ku min di
Kurdistaneke azad de karki riye.
Bi hest û helwestên bi coşekî kurdî me
kardiki r di wê asta ku, dema karê me
diqediya û dem jî derbasdibû em bi xwe ne
aga bûn,bê guman ji kêfxweşiya kar.
Me bi hevre Kurdis taneke biçûk avadiki r, bi
dil û can bi zarok û malbatên wan re me
pêwendî datanîn û me karê xwe diki r.
Ji bo min karê li Hêl îna Kurdî,sebilindiyeke
mezin bû û kêfxweşiyeke bê sînor bû, ji ber
ku ez xwe yek ji damezirên Hêlîna kurdî
dibînim û pê serfi razim.
Bawer dikim nêzîkî 20 sala ev Hêlîn karê
xwediki r, lê piştî ku zarok kêm bûn û ji aliyê
êkonomî jî kar hindik ki rin, Hêl îna kurdî tevl î
yên din ki rin, lê tu carî jî Hêl îna Kurdî ji bîra
min naçe, zarokên ku bûne xort û xwedî
zarok mînakin li ber çav.
Hêvîdarim ku min karibû hinekî
Di destpêka veki rina wê de, desthilata
Turkya protêstoki r û ji Swêdê daxwazki r ku
ev Hêl în bête rûxandin lê welatê Swêdê
bi ryar û yasayên taybet pê hene, kesek ji
derve nikare têkeliyê di karê wan de bike,bi
vî awayî Hêl îna Kurdî berdewamkir.
Grûpa xebatê ji 5 kesan bû;
Mamosteyeke Swêdî û berpirsiyara hêlînê jî
Swêdî bû û sê kesên Kurd ji bo zimanê Kurdî
û perwerdekirina zarokan.
15 zarokên Kurd,ji her çar beşên Kurdistanê,
di temenê 2-6 salan degirûpa Hêlînê
avadiki rin.
Bêhti rê zarokan zaravê kurmancî diaxivîn,
yên mayî jî bêhti rê wan Soranî diaxivîn.
Hêl îna Kurdî di bingeh û karê xwe yê rojane
de wek hemû hêl înênSwêdî yên din bû,êdî
çima navê wê (Hêl îna Kurdî) bû!
Ne her kes hestê biyaniyê nasdike ji bil î me
biyaniya pêve.
Em tenê zanin çiqas di jwarî pêrgî zarokên
biyanî û malbatên wan dibe,ji lewma ez
dixwazim hin xalan bînim berçav.
Derketina ji welat û bicîbûna li welatekî
biyanî,destvalabûyereke pi r di jware,bi
taybetî ji zarokên kurda re ku ti carî weke
Kurd nehatine pejrandin êdî,
- Çawa îro wê xwe pêşkêş bikin?
- Çawa wê xwe perwerde bikin?
- Kîjan ziman bingeha kesayetiya wan ava
dike?
- Çawa wê ki rîsa nasnameya xwe çareser
bikin?
Ev xalên gi ring bersivê tine berçav, Ji lewma
pêwîstiya zarokên Kurda bi Hêl îneke cuda
hebû da karibin herdû jiyana di ber hevre
bikin û nasnama xwe ya rastî wek kurd belû
bikin, her û ha ji ki rîsa windabûna kesayetiyê
xwe biparêzin û rêzgar bikin.
Mamosteyên kurd bi zimanê Kurdî bi zaroka
re diaxivîn, her û ha çand û normên kudî di
hêl înê de pêk tannin,weke ku mirov li welatê
xwe Kurdistan be,ev jî dilxweşiyek taybet
dida me teva,êdî bi coş û daxwazeke bilind
me kardiki r û carna jî dem bi ser dema karê
mediket û me berdewam diki r.
Mamosteyên Swêdî jî ziman û çanda
xwe,zarok hîn dikirin. Bi vî awî herdû kul tur
bi hevre pêkdihatin, zarok jî bi Mamosteyên
kurd re, zimanê kurdî diaxivîn, bi yên Swêdî
re
Berdewama “Hêlîna Kurdî”
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
NNNNeeeerrrrînnnn
ÛÛÛÛ
Gotar
3
Di nav gelên Rojhilata nêzînk û navîn de gelê kurd
yê herî kevnareye. Kurda di dîroka van herêman
da dewseke (şopeke) barbicav hiştine. Ev gelê
kevnar, mêrxas û dîrokî xemleke mezin daye çand
û dîroka gelên cuda û pêşdaçûyî, dewlemendbûna
kul tur û menewîyata wanda roleke gi rîng
leyîs tîye. Dibêjin gelê bê çand bê kesayete. Her
cejin, merasîm, urf-edet ni rxeke çanda gele, him jî
pareke bingeha çanda netewî ya dîrokîye.
Her gel jîyanêda anegorî menewîyata xwe çanda
xwe diafrîne. Eyd-cejin, merasîm û li wanva
gi rêdayî erf-edetên cuda-cuda di pêş ketina çanda
netewî û cîvakî de roleke gellekî mezin diliyizin.
Di van cejn û merasîman de helwesta mirovan li
derbarê jîyanê de tê xuyaki rinê. Dem tên
dubuhurin hinek cejin, eydên kevn an wêneyên
xwe duguherin, an jî ji hiş û bîra gel û cîvakan
dertên, lê hinek cejin, eyd jî hene ku çiqasî jî dem
bên derbazbin jî di her demî da terî û jîr dimînin û
bi coşîya gur, bi heytehol tên pîroz ki rin. Ji van
cejnan yek yê herî kevnar cejna Newrozêye. EV
CEJIN ev çend hezar salin bandorî li ser
menewîyat û zêhnîyata mirovan û gelan dike.
Newroz di dîroka gelê kurda da û jîyana wanda
cîyekî hêja û maqûl gi rtîye û digi re. Cejnên ku bi
qedera gelan va , bi ri zgarî û şoreşêva têkîlîyên
wan hene, an jî bi wan va gi rêdayîne (di al îyê
gelan va) di bîranîna wana da hertim di jî, an jî
derbazî jîyana wan, derbazî dîroka wan dibe her
dem bi hub û hizki rin, bi şadîmanî, bi coşîyek alavî
tê ni rixandin, ni ti randin û parastin.
Newroz di efrandarîya gelê kurdan da cîyekî pi r bi
rûmet û sîyanet digi re. Newroz jîyana meda
sembola serhildanê û rojbûyîna azadîyêye, nîşana
ri zgarîyêye. Newroz destpêka buharê, vejîna
tebîetê (siruşt), silava jîyana nû û vemirandina
zulm-zorê û sîtemêye.
Newroz destpêka emrekî bi rûmete, wekhevîye,
nêt û meramên qencin.
Newroz altindarî û parastina mafên mirovan ê
xweza î û gerdûnîye.
Newroz cejna xastekên pîroz ê mirovahîyêye.
Newroz ji bo kurda cejnek dîrokîye, cejna şeîdane.
Newroz ji bo kurda SERKEFTIN û serbilindayîye.
Newroz salname kurd û Kurdistanêye.
NEWROZ RONAHÎYA PÊŞEROJEYE.
NEWROZ JÎYANE A BI ŞEREF.
NEWROZ ALTINDARÎYA JÎYANÊYE.
Dîrok dide kifşê di berî zayînê, li berî heyamê me
hukumdarên Assûrîyayê li ser axa Kurdis tanê û li
rojhilatêda hetanî 400 salî desthilatdarî ki rine. Berî
zayînê 612-salê 2610 sal berîya me 21-ê adarê bi
serwêrtîya mêrxasê efsanewî (lêgendar) Kawa xaka
Kurdistanê û gelên rojhilatê ji bin bandor û
dagirkerîya Assûrîyayê tên azad ki rinê. Dû vê
al tindarîya dîrokî ve dewleta kurd a yekemîn
Mîdîya tê ava ki rinê. Jî vê bûyerê şûnda her sal 21-ê
adarê tê hesibandin çawa destpêka edlayê,
bi ratîyê, wekhevîyê, emrê şa û aza , roja nû. Bi kurdî
nohroj - Newroze.
Bi navê Newrozêve gi rêdayî gellek lêgend û cîrok
hatine gotinê. Ji van lêgêndan yek jî bi nave hedad
ê engal Kawayêva gi rêdayîye. Navê Kawa li
Kurdistanê sembola azadîyêye. Li Kurdis tanêda
lêgend weha destpêdibe: wextekî li Kurdis tanêda bi
nave Dehoq hukumdarekî zalimî, bê bext, bê
wîcdan hebûye. Ew gellekî qeddar bûye, hertim
bobelat anîye li serê gelê Kurdistanê.
Rojekî li ser mile vî kujerî du damarê wek mer şîn
dibin. Çiqas hekîm û loxman derman çê dikin ku evî
hukumdarî devxwîn ji vê xezebê xilazkin. Lê car lê
nedibû. Dawîyêda hekîm û loxman dicivin biryar
dikin ku hero mêjûyên du xortên kurd bidine wan
meran ku zi rarê nedin hukumdar û wî xeza nekin.
Wê rojê şûnda hero du xorta dukujin mejûyê wan
didin van mera. Binel î, gundî di dest wî zalimî
tengezar dibin.
meran ku zi rarê nedin hukumdar û wî xeza nekin.
Wê rojê şûnda hero du xorta dukujin mejûyê wan
didin van mera. Binel î, gundî di dest wî zalimî
tengezar dibin.
Rojekê dîsa mirovên wî kujerî tên ber derê Kawa
ewladê wî dawîyê dixwazin. Kava mirovekî hesinkar
bû, ewî bi hesina mirov çêdiki r. Kawa heyşt zarê
xwe qurbana Dehoq dabû. Lê vêcarê yê dawîyê ê
neha nade. Miqabilî Dehoq ê zalim û bê xweda bê
wîcdan cînar û gundîyan beşdar dike sozê xwe dikin
yek êrîşî li ser qesira wî dikin.
Kawa bi çakûçê xweva sere Dehoq ê xwînmêj
diperçqîne û wî dikuje,leşkerê wî tar-mar dikin.
Kawa qesi ra wî zulumkarî de rûdinê dibe
hukumdar. Gundî hevdu dicivin Kawa dibêje- îro
şûnda li welatê me wê xwîn neri je, kesek ê s îtem û
zorê nebîne, emê dewletek, jîyanek nû serrastkin,
agi ran vêxin, govendan bikşînin, bila roja îro-bîs t û
yekê adarê roja cejnêbe, roja undabûna
zordestîyêbe, destpê bûna emrê şa û aza be, bila
rênîşa azadîyêbe NEWROZ…
Ev lêgend ji kûraya dîrokê tê. Lêgêndêda rastî heye.
Qewimandin li ser rastîyê, heqîyê hatîye efi randin.
EW rastî, buyer îro jî li ser axa Kurdistanê didome.
Gel di jî merê çar ser şer dike. Geç û xortên
niştimanê bi laşên xwe agi rê Newrozê gur dikin û
ronayê,azayê di gelê bindest û berdest ra tînin.
Îro agi rê Newrozê dilê hemû kurdê welatparêz de
vêdikeve û zûti rê li welatekî serbixwe û azadda
agi rê Newrozê yê ronîbe, ev agir ji bo kurda
sembola jîyanek serbest û serbilinde.
Belê Kurdis tan bi xwîna şeîdanva ava dibe û em her
kurdên bi namûs şerefeke mezin dikşînin, serkeftin
dixwazin û dibêjin – «Heta dibî çêleka çil (40) salî
bibe boxê rojekê» an jî «Mirina bi şeref ji emrê
bindest çêti re».
Îro em bi ruhê xwe, bi ramanên xwe, bi nefesa
xwe, bi xwîna xwe êrîşî li ser merê çar ser dikin, em
rêça KAWA didomînin. Heqê kurdan tune vî şerî
bidin der. Hesreta me, daxwaza me, ola me,
bawerîya me Kurdistane. Kurdis tan gazî dike, hîvî
dike, gelê kurd xwe hertim pêş dixe, jîyanêra
dimeşe û dîroka xwe bi xwîna xwe dinîvs îne.
Bi bawerîke mezin jîyanek bi şeref,bi s îyanet
didomîne, çandek nûjen diafrîne, li dîroka mirova
hîyê de belgeke nû vedike, belga wekhevîyê,
qehremanîyê û vê belgeyê bi xwîna xwe a sorva
dixemlîne, belê kurd îro cejna azadîyê li qadada
pîroz dikin, nêzînkî armanc û daxwazên xwe ên
tewrebilind dibin. Agrê Nevrozê heya kurd hene
venamire yê bişuxule. Ev agi r bê şik ê bibe helebêtî
(meşel) li welatê şeîdan de. Em kurd bi bawerî
hîvîdarê wê roja aza a bi rêzin…
Newroz pêşeroja kurdane
Newroz ji bo gelê kurd cejnek di rokîye û mecala
çaresarki rina pi rsgi rêkane. Newroz ji bo mirovên
kurd jîyanek bi wete û bi rûmete. Newroz dîroka
çarenûsa kurdaye.
Newroz ji bo kurdan vejîna safîyê, bi ratîyê,
wekhevîyê, azadîyê, yekbûna gelan, lihevhatinê,
aşîtîyê, lêborînê, çewsandina zulm, zorê, koletîyê û
dîdema pêşerojek ronîye.
Newroz salnama azadîya gelê Kurdis tanêye,
zindîbûna suruştê û gelên mezlûme. NEWROZ
sembola berxwedana jîyanêye… NEWROZ
sembolaa edaletê û rastîyêye, daxwaz, armanc,
xastek û nêt meramên qencin ji bo mirovan.
Newroz dîroka yekbûn, berxwedan û al tindarîya
kurdane…
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ
Newroz cejnek me’newî û dîrokîye
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar " 56" Çilê Pêşî 2016
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
4
Rewişta gelemper ya dîroka neteweya Kurd ew bû ku ew ne neteweyeka
talanker û dagîrker bûye. Di lêkol înên berê da jî, bi me ra derbas bû ku ew bi
gelemperî di serdema pêş Îslametiyê da neteweyeka xizmetkar ji dewletên
faris î ra bûye û piştî wê jî neteweyeka xizmetkar bûye ji bo dewletên ku bi navê
Îslametiyê serdarî ki rine. Kurdan Îslameka Siyasî kurdî bi kar neanîne ku
xizmeta pi rojeyeka neteweyî kurdî bike; wek ku cîranên wan Ereb, Faris û
Turkan ki rine.
Niha pi rs eve: Gelo çima Kurd nebûne neteweyeka talanker û dagîrker?
Ji bo dayîna bersiva vê pi rsê divêt em du hêmanên sereke bînin ber çavan, yên
ku pi rojeyên talankerî û dagîrkeriyê di dîroka kevin ya Rojhilata Navîn da
pêkanîne (em niha behsa talana koloniyalîs tî ewropayî di dema niha da nakin;
hêmanên wê cuda ne). Ew herdu hêman evin:
1 – Erdnîgariya pêkhatinê û pêwîstiyên geo-siyasî û geo-aborî ku ji wê peyda
dibin.
2 – Çanda pêkhatinê û taybetmendiyên îdeologî û derûnî ku ji wê peyda dibin.
Gelo rewşa neteweya Kurd û van herdu hêmanan çawa ye?
Erdnîgariya pêkhatinê:
Dîrokzan Arnold Toynbee gotiye ku ji bo her bizaveka ji bo “şîrovekirina
suriştiya pêşveçûn yan jî afirandinê divêt peywendiya gênan (gen) li gel
hawîrdorê li ber çav bê girtin”. Helbet wê rast be ku em çarçewa teoriya
Toynbee hinekê fi reh bikin û li rola erdnîgariyê (hawîrdorê) di pêkhatina
kesayetiya gelan da di aliyê biyologî, derûnî, çandî û di ramana siyasî da jî
bikolin.
Hêjayî gotinê ye ku em bêjin: Pi rojeyên talankeriyê yên here gewre di dîroka
Rojhilat ya kevin da gelên biyabanê pê rabûne. Wek ku xuyadike, sedem jî ewe
ku biyaban hawîrdoreka bi berheman pi r belengaze, li di jî ji yanê ye, bera
mirovan dide û wan neçar dike ku herin talana erdnîgariyên têr, yên bi
berheman dewlemend, bikin û têxin bin destê xwe. Helbet, ev jî ji bo wan ne
pêkane heger ew, heya radeyên here tund ji zor û perçiqandinê, ne bi çek bin.
Sê hawîrdorên biyabanî talanên here navdar di dîroka Rojhilata Navîn da
peyda ki rin:
1 – Beşê bakur ji biyabana Cezîra Erebî hên pêş mîladê talanên Kenaanî َكْنعاني,
Akkadî, Babîl î û Aşûriyan peyda ki rin û wisa talanên îslamî jî di sedsala
heftan ya mîladî da.
2 – Biyabanên welatê Faris, warê bingehîn yê Farisan (li başûr û nawenda Îrana
niha) talanên farisî di sedsala şeşan pêş mîladê da peyda ki rin.
3 – Biyabanên nawenda Asiya talanên Megolî, Xewarizmî, Selcoqî, Osmanî û
Tatarî ji destpêka sedsala diwanzdan ya mîladî da peyda ki rin.
Lê belê erdnîgariya pêkhatinê, ya ku di wê da kesayetiya kurdistanî di warê
biyologî, derûnî û çandî da peyda bû, herêma çiyayên Zagros , Agi rî û Torosan û
tixûbên wan li rojhilat, rojava, başûr û bakur bû. Di vê erdnîgariyê da baran û
berf pi re, çem û kanî û mêrgên têreti jî ji bo xwedîki rina lawiran dewlemendin;
di wan da deşt û germiyan tijî şînkahî, dar û berin. Ev erdnîgarî erdnîgariyeka
têreti jî ye; ew mîna supermarkêtekê ye ku têda hemû pêwîstiyên jiyan û lê
mayînê hene, çiqas bi sînor be jî, pêwîstiya gelê wê herêmê bi talan û
dagîrkeriyê nîne.
Çanda pêkhatinê:
Biyaban wek erdnîgariya bi rçîbûnê çanda talankeriyê peyda ki riye; mebesta
me çand bi hemû mane û şopên xwe yên giştî va ye. Zaniyar Edward Burnett
Tylor gotiye ku çand „ew tişte ya ku ji zanîn, ayîn, huner, rewişt, urf û adetên
civakî û her şiyanên ku mirov wek endamekî civakê distîne hevedudanî ye“2.
Di tar û çarçewa (çanda talankeriyê) da (îdeologiya talankeriyê) wek bingeheka
giyanî û derûnî ji bo pi rojeyê talanki rinê peyda bûye. Herwisa (ramana siyas î) jî
peyda bûye, ya ku pi rojeya talankeriyê dike rastî û pêktîne.
Li hember wê (erdnîgariya têrbûnê) çanda aştî û mêşiniyê peyda ki riye. Wek
nimûne ji bo vê babetê, Hindî û Çînî – tevî ku hejmara wan zore jî – dîrokeka
wan ya xwedî rewişteka talankerî nîne û ti pi rojeyên talankeriyê pêk neanîne.
NNNNeeeerrrrînnnn
ÛÛÛÛ
Gotar
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) werger ji erebî: Mustefa Reşîd
Xelekên Gotaran
Kurd û Dagîrker Xelek 29
Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?
(Beşê yekem)
Dîmenek ji biyabanê
Dîmenek ji rojhilatê Kurdistanê
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
5 NNNNeeeerrrrînnnn
ÛÛÛÛ
Gotar
Xelek 28
Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?
(Beşê duwem)
wan ya xwedî rewişteka talankerî nîne û ti pi rojeyên talankeriyê pêk neanîne.
Bi va jayî wê, Çîniyan (Dîwarê Çînê yî Gewre) avaki rine ku xwe ji talanên
Megolan ku ji biyabanên bakur dihatin biparêzin. Di demeka pi r dereng da û
piştî talanên Megol î li ser bakurê Çînê di navbera sedsala diwanzdan ya mîladî
da , û wek gaveka berevaniyê, Çînê beşek ji Mengoliya û Turkmani stanê dagîr
ki r. Ayînên hindûsî û bozî nimûneyên aşkera ne ji bo çanda aştîxwaziyê3.
Wisa jî sebaret bi Kurdis tanê. Ew (erdnîgariya besbûn û têrbûnê ye), wê çanda
(besbûn û aştîxwaziyê) peyda ki riye. Di hembêza vê çanda (besbûn û
aştîxwaziyê) da di kesayetiya kurdistanî da bizava (xwe paşva kişandinê) û
(ti ştê ku dest da heye bese) peyda bûye û têda rûniştiye. Vê bizavê di
kesayetiya wî da ramana (xwe parastinê) û ne ramana talankeriyê peyda
ki riye. Tiştê ku vê yekê piştrast dike ewe ku beşê mezin ji dîroka neteweya
Kurd li dor vegerandina êrişên talankeran, berevaniya di ber welat da û
şoreşên li di jî dagîrkeran dizîvi re.
Di rewşên pi r kêm da Kurd ji berevaniyê derbas êrişê bûne; ew jî wek bersiv li
ser êri şên dervayî yên li pey hev û pi r dirinde. Êrişên Akkadî, Babilî û Aşûriyan
hêşt ku Gotî herin û padîşahiya Akkad dagîr bikin, wisa jî ki r ku Kaşşî herin
padîşahiya Babil dagîr bikin û dîsa ku Mîdî êrişê bibin ser padîşahiya Aşûr û wê
bi roxînin.
Tevî ku beşê Ammûrî yê Babiliyan, yê ku paşê bi navê (Aşûrî) hate naski rin,
pêş wê, erdnîgariya Sûbarto ya Hûrî dagîr ki ribû, têda padîşahiya xwe
avaki ribû, navê xwedayê Sûbarî (Asûr = ê Sor = Roj) ji xwe ra bi ribû, û ev nav
li xwedayê xwe bi şêwazê (Aşûr) yê Babil î ki ribû; û wisa bi navê (Aşûrî) hate
naski rin.
Heya di van rewşên êrişkarî pi r kêm da ku pêşiyên Kurdan herêmên hevsêyên
(cîranên) xwe talanki rin, ew di talankeriyê da pi r dûr nediçûne. Wan bi
desthilata li ser herêmên ku ji wan da êriş dihatin welatê wan, bes diki r, daku
war û kanên êrişkariyê vemirînin; bi va jayî Akkadî, Babilî, Aşûrî, Faris, Ereb û
Turkan ku welatên gelên gelek ji wan dûr talanki rine.
Jêder:
Arnold Toynbee û Daysko Ikida: Dozxwastinên mezin, rûpel 24.
2 Kamil Al Ĥac: Al Mawsuaa Al Muyasara fi Al Fiki r Al Felsefî we Al I jtimaai,
rûpel 168.
3 A. W. F. Tumlin: Fîlozofiya rojhilat, rûpel 241. W. Durant: Çîroka Şaristaniyê,
3/77. Dr. Ali Rayoor: Fîlozofiya Hindî, rûpel 86, 286.
Daku her pi rojeyeka talankerî împeratorî pêkwere, divêt çar hêmanên
bingehîn li meydanê hebin: Îdeologiya talankeriyê, rêveberekî tund û zordar,
dewleteka nawendî hêzdar û hêzeka şervan û perçiqandêr. Gelo heya çi
radeyê ev çar hêman bi hev ra di dîroka neteweya Kurd da hebûn?
Îdeologiya talankeriyê:
Pêwîstiya pi rojeya talankeriyê bi îdeologiya (baweriya) talankeriyê heye.
Erka wê ewe ku gel yeko yek û çîn bi çîn bicivîne, wan di bin yek alayê da û ji
bo yek armancê bike yek, û wan ber bi wê rewşê da tûj bike ku ew bê sînor
xwe bi hebûn û giyanê xwe gorî bikin.
Ev îdeologiya talankeriyê dikare ayînî be (wek Aşûriyan di bin alaya xweda
Aşûr da, wek Îbraniyan di bin alaya xweda Yehwa da, wek Bîzantiyan di bin
alaya Ki rîstiyaniyê da, wek Ereb û Turkan di bin alaya Îslametiyê da û wek
Megolan di bin alaya xwedayê esîmanê Şamanî da).
Ev îdeologiya talankeriyê dikare neteweyî be jî ku bi awayekî şaristanî hatiye
boyaxki rin (wek Yûnan, Roman û koloniyal îzma ewropayî ya nû). Yan jî dikare
neteweyî ni jadî be (wek Almaniya nazî û Îtaliya faşî).
Mi jara Kurdan ew bûye ku „çanda pêkhatinê“ ya kurdis tanî wek encama
„erdnîgariya têrbûnê“ peyda bûye. Ji lew ra ew bi kêrî îdeologiya talankeriyê
nehatiye. Wê „ayîna Yezdanî“ pêkaniye.
Ev ayîn ayîneka aştîxwaz û mêşin bûye; ew ne talankere, ne jî arezûya zor û
perçiqandinê li ba wê heye. Heya niha jî bingehên wê yên fîlozofî bi şêwazên
cuda di ayînên Bozî, Zerdeştî, Êzîdî, Yarsanî (Kakayî), Alewî (Halawî), Dirûzî,
Babî û Behayî da mane.
Bi bandora „çanda pêkhatinê“ ya kurdistanî, Kurdan ji bo xwe Îslametî
neki rin destek ji bo pi rojeyeka talankerî împeratorî; wek ku hevsêyên wan
Ereb, Turk û Farisan ki rin. Tevî ku Dewleta Eyyûbî di serdema îslamî da ji
dewletên Kurdan ya here mezin bû jî, lê sul tanên Eyyûbiyan ew welatên ku
serdarî lê ki rin neki rin milk û samanê Kurdan.
Ne jî zimanê kurdî li ser wan gelan ferz ki rin û ne jî xêr û bêrên wan welatan
talanki rin ku pê bajar û gundên Kurdis tanê ava û geş bikin. Bi va jayî wê,
Dewleta Eyyûbî hêz û şiyana şervanên Kurd xis te xizmeta berevaniya gelên
Rojhilata Navîn li dijî talana Fi rengan û ji bo xizmeta „Dewleta Xîlafeta
Ebbasî“; hem di warê siyasî, hem jî di warê çandî da . Sul tan Selaheddînê
Eyyûbî xwe di nameyên xwe da ji bo xelîfeyê Ebbasî li Bexdadê wek
„xizmetkar“ bi nav dike.
Rêveber, dewlet û hêzdarî:
Çanda pêkhatinê ya kurdistanî di hişyariya kurdî tevayî da ramana
„rêveberiya bijarte“ çespandiye. Mebesta me rêveberiya olîgarşiya êlîtiyê ye
(serekên hoz û êlan). Li gor vê ramana siyasî rêveberî her di destê “civata
hilbjêr” (Kon Gir) da bû, û ne di destê (rêveberekî/serwerekî) yekane da bû.
Divêt em bêjin ku şêwazê rêveberiyê (Kon Gir) di navbera piraniya gelên
ariyanî da mîraseka hevbeş bû.
Ew tê wateya têgîna „Congress“ ya siyasî ku ji (Kon Gir) peyda bûye. Ev
ramana siyasî di kesayetiya kurdî da wisa rûniştiye ku ew herdem li dijî
sernermiya beramber „rêveberê yekane“ ye, û herdem ji desthilata nawendî
di reve.
Ev diyarde bixwe di dîroka Sûmeran da jî xuyaye ku ew ji erdnîgariya çanda
Guzana ya kurdistanî derhatine (ji wir koçbûne û çûne başûrê
Mêzopotamiya). Ev diyarde di ramana siyasî da li ba Gutiyan, Hûriyan û
Mîdiyan (pêşiyên Kurdan pêş serdema Îslametiyê) jî aşkera ye.
Em wek nimûne dibêjin ku endamên komîteya (Kon Gir) ya Gutî ji nav xwe
kesê herî hêja û jîr wek padîşah tenha ji bo şeş salan hildibijartin. Hilbijartina
wî nedihate nûhkirin, tenha di hin rewşên awarte da. Hilbijartina „Deyako“
(Dehyako) wek yekem padîşahê Padîşahiya Madan bi lihevkirina endamên
(Kon Gir) ya êlên Madan bû2.
Di dîroka kurdî da gelek nimûne hene ku endamên (Kon Gir) ya kurdî
rewiştên pîroziyê nedidan ew rêveberê bilind ku dihate hilbijartin; wek ku
Farisan pêş serdema Îslametiyê diki r û wek ku Ereb û Turkan jî di serdema
Îslametiyê da diki rin. Dema ku padîşah dibû dîktator û guh nedida endamên
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
NNNNeeeerrrrînnnn
ÛÛÛÛ
Gotar
6
(Kon Gir), ew li dij wî radiwestiyan, û ev yek dibû sedema berberî û pevçûnê
ku bi encama wê padîşahî lawaz dibû û diket destê di jminan. Nimûneyê herî
diyar padîşahiya Mîdiya ye ku di sala 550-î p.z. da kete destê Farisan; bi
sedema hêrsbûna hin serekên Madan beramber zordestiya padîşahê Madan
yê dawîn Ezdehak3.
Nimûneyê din ji Dewleta Eyyûbî ye. Tevî ku Selaheddîn sul tanekî bi saw bû,
dîsa jî hin serekên êlên Kurdan hin caran bi hişkî li di jî fermanên wî
derdiketin. Lê wî hêrsa xwe digi rt û bi awayekî nazik bi wan ra dida û dis tand.
Heyanî kesên ne Kurd yên li gel wan ji vê yekê mat diman. Rastî ewe ku
Selaheddîn ras tiya ramana kurdî di warê desthilatdariyê da baş nasdiki r.
Ev jî bû yek ji sedeman ku wî êdî koleyên Turkan bi hejmareka mezin xis tin
nav leşkerê xwe, ji ber ku wan fermanên wî bê „erê-na“ pêkdihanîn.
Sul tanên din yên Eyyûbiyan jî l i ser şopa wî çûn, û di encamê da Dewleta
Eyyûbî di sala 1250-î b. da kete destê Memalîkan4.
Ji ber hawîrdora çandî ya guncaw ji bo pêkhatina îdeologiya talankeriyê
peyda nebû, û ramana siyasî ya ji bo peydabûna rêveberê yekane, û ji bo
avaki rina dewleta nawendî tund pêknehat, helbet, ti ştekî suriştî bû ku hêza
şervanî ya talanker û perçiqandêr jî peyda nebe, ya ku tûjbûna xwe ji ramana
talankeriyê dis tîne û fermanên rêveberê yekane bê „erê-na“ pêktîne û bê
sînor amade ye ku xwe gorî bike; û di warê rewiştî û derûnî da amade be ku
zora bê sînor pêkbîne.
Gel û çarenûs:
Ji aliyê mirovayetî û rewiştî da neteweya Kurd bexteware ku nebû
neteweyeka talanker, û serbilindiya xwe li ser dagîrki rina welatan, ri jandina
xwînê, kolonîzeki rina gelan, standina samanên xelkê û a jotina cemawerê dîl
û koleyan ber bi bazarên fi rotina mirovan avanekir. Ji lew ra ti ştekî suriştî ye
ku ramana neteweya Kurd ramaneka berevanî be, li ser aştîxwaziyê hatibe
avaki rin, û ne ramaneka êrişkar be ku armanca wê koleki rina gelan be.
Lê belê, gotineka pêşiyan heye dibêje: Her tiştê ku ji sînorê xwe derbas bû,
vedigere û dibe dij“; û ev rewş bixwe bi serê neweteya Kurd hatiye. Çanda
wê ya berevaniyê û aştîxwaziyê ki r ku nikaribe li hember xwediyên ramanên
talankeriyê li ber xwe bide.
Xwediyên wan ramanan tenha zimanê hêza tund fêhmdikin. Encam ew bû ku
Kurdistan bi di rêjahiya 25 sedsalan bûye pi rêzeya dagîrkeran. Van dagîrkeran
bi wê jî neki rin ku Kurd kolonîze ki rin, şiyana wan û xêr û bêrên Kurdan
wan jî xis tin xizmeta pi rojeyên xwe yên koloniyalîs t, hên hatin û dîroka Kurdan
jî wendayî dikin, çanda wan a niştîmanî kavil dikin û kesayetiya wan a neteweyî
jî çepel dikin.
Belê, çanda pêkhatinê ya kurdis tanî aştîxwazî di serdemên dagîrkeriyê da hate
çepelkirin û bû çanda „destjixweberdanê“, belkî li ba hin Kurdan jî bû çanda
„koletiyê“ û bi xwe ra çanda siyasî ya ti rsonek û revok peyda ki r.
Encama şoreş û cangoriyên sedsala 19-an ew bû ku Kurdis tan êdî ji aliyê çar
dewletan da hate dagîrki rin ku pêş wê tenha ji aliyê du dewletan da dagîrki rî
bû. Û piştî ewqas şoreş û cangorî bi di rêjahiya sedsala 20-an va ye Kurdistan
hên jî dagîrki rî ye, û va ye pi rojeyên „hemwelatiyê“ di çarçewa dewletên
dagîrker da pi rojeya ri zgarki rina Kurdis tanê dide aliyekî.
Pi rs niha eve:
Gelo aliyê neyînî yê çanda pêkhatina kurdis tanî li ser me çarenûseka ebedî ye?
Gelo çarenûsa Kurdan ewe ku ew ta ebed di vê rewşa kambax da bimînin?
Helbet, na. Rola gelan di çêki rina çarenûsa wan da pi r gi rînge, û gelê Kurd jî ne
awarteya vê qeydê ye. Tiştê ku ji Kurdan ra pêwîst, ji bo çêkirina çarenûsa xwe,
ewe ku ew xwe ji vê rewşa kambax derbixin, ku ew çanda xwe ya kurdis tanî
resen ji gil û gemara serdemên dagîrkeriyê paqij bikin, wê ji çanda ti rsonek û
revok azad bikin, û kesayetiya kurdî ji rewiştên koletiyê ri zgar bikin.
Bi gotineka hên zelal: Tiştê ji Kurdan ra pêwîst ewe ku ew bîreweriya kurdistanî
avabikin, hişyariya kurdistanî pêkbînin, hevgirêdana xwe ya kurdi stanî
biçespînin û ni rxên kurdis tanî xurt bikin. Bi saya van çar pêkanînan ewê
bikaribin dawiyê li vê rewşa neteweyî û mirovayetî awarte û bi şerm bînin.
Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di radeya yekem da berpirsiyarên pêkanîna
vê yekê ne.
Jêder: 1 Abo Shame: Oyon Al Rawdateyn, 3/67, 86, 88.
2 Samuel Kramer: Ji ta bloyên Sûmer, rûpel 79. Dyakonov: Midia, rûpel 111, 112, 115-116.
Abdulhamid Zayed: Rojhilatê hemdem, rûpel 574-575.
3 Herodotos: Dîroka Herodot, rûpel 93.
4 Ibin Shedad: Al Newader Al Sultaniye, rûpel 64-65. Ibin Shahin al Meleti: Seyrana efsaneyan,
rûpel 63-64.
Ewî zêdî 50 salî xebat di ber milletê xwe de ki riye, û hîn jî xebata wî li ser
destê Kak Mesûd û hogirên wî berdewame.
Gelên cîhanê tev bi navê kurd û kurdis tanê di riya xebata nemir Melle M.
Barzanî de naski rine, û bawerî pê anîne..
Barzaniyê mezin dîroka Kurdis tanê bi tîpên zêrîn da nivîsandin, û eve diyare
ne bes ji alî kurdan ve, lê ji alî dujminan jî ve. Çi kesê ku li ser nemir Barzanî
nivîsandiye, hemiyan bi rengekî posîtîv nivîsand, base xebata wî ya netewî
ki rine, basa exlaqên wî yê bilind ki rine, basa mirovatiya wî ya bê s înor ki rine.
Li vi r ez hez dikim çend gotinên helbestvanê ereb (AlCewahirî) di derbarî
Barzaniyê nemir de bixwînim; بحیاتھ عند التخاصم تقسم... باسم األمین المصطفى من أمة
Ango, li cem milletê kurd dema nakokiyek çêdibêt, da ku li hev bên, bi heyata
Barzanî sûnd dixwin.
Navê Barzanîyê nemir bi navê Kurdayetîyê hatiye gridan, û ana navê kurdan bi
Barzaniyan tê xuyaki rin. Û riya Barzanîzim tê şopandin.
Tê bîra min dema şoreşa Êlûnê lidarbû, di dema 1970î de, em kurdên rojava bi
dil û can ligel vê şoreşê bûn, me piştevaniya wê diki r, nûçeyên wê dişopandin,
ji ber hezki rinek û baweriyek me bi Melle Mustefa Barazî ve hebû. Digel ku
hikûmeta Sûriyê wê demê gelekî şofînî bû, û her ti şt bo Kurdan qedexebû, lê
meletê me di Rojavayî Kurdistanê de nemerdî neki rin, dest ji netewa xwe
bernedan, çimkî hêvîyeke wanî mezin bi seydayê Barzanî ve dihat, û
dihat, û pêşerojeke bi ronî datanîn ber çavan.Û îro em dibînin bê çawa xebata
Barzanîyê mezin bi xebata serok Mesûd berdewame, çawa s înorê Kurdistanê
roj bi roj zelal dibe.
Bi rano; di vê munasebeta pîroz de, hez dikim bêjim, ku pi raniya miletê kurd li
ser rêça Barzaniyê nemir e, û xebata wî berdawem dikin, û li kêleka serok
Masûd in, li di jî dujminên gelê kurd û peyên wan ji kesbazan.
Şerê ku duh li Sinonê (li Şingalê) di navbera pêşmergeyan û hin şervanên PKK
çêbû, em tev dizanin, ku çendî destên qi rêj li dû vî şerî de hene. Lê di eynî
demê em dizanin ku mirovekî mîna serok Mesûd di nav kurdan de heye,
zaneye, ku ew tucarî nahêle şerê bi rakujî di nav kurdan de hebe.
Em tev ligel siyaseta hikûmeta herêmêne, ku xebata xwe bo avakirina
dewletek serbixwe pilandike, çimkî çendî dujminên gelê kurd xurt bin, lê
îradeya û vîna gelê me xurtti re.
Dilovaniya Xwedê li canê nemir Melle Mustefa Barzanî be.
Sermedî bo şehîdên Kurdis tanê
Bi jî kurd, bi jî Kurdistan
Oslo - 04.03.17
Ebdulbaqî Huseynî
Serokê Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevaên Kurd li Sûriya
Berdewama: Di bîranîna 38 salan li ser koça dawîa
a Melle Mustefa Barzanî ve
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
7 ççççîrrrrooookkkk
Çi hebû, çi tune bû…
Li gundekî hejaran, ku di ber daris taneke mezin de
bû, keçeke piçûk a sêwî li nav malan di jiya , parsa
nanê xwe ji gundiyan diki r û di rewșeke pi r wêran
de rojên xwe yên tehl û ti rș derbas diki rin.
Zivistanên sar jî ew bê cilin, ku wê ji serma û
seqemê biparizin, dima. Solên wê jî tune bûn.
Kesekî ji xwe re xwedîki rin an paristina wê sêwiyê
nekiribû bar.
Karbidestên deselatî jî tew haj rewșa mirovên hejar
nediki rin. Hîn di dehsaliya xwe de, wê sêwiyê zanî
bû, ku kar û barên jiyana wê tenê histobariya wê
ne. Lew re ew di dilê xwe de dihizi rî, çewa ew ji
xwe re solin germik pêda bike, û ji ber wê yekê, di
ber dikana koșkarekî solan re çû û hat û bi dizîka li
wî temașa ki r, çewa ew çerman dibi rre û solan
didi rû. Ji wê re çerm, șûjin û nexekî șimakirî pêwîst
bûn.
Keçika sêwî jîr û jêhatî bû. Di demeke kin û kurt de,
dest bi di rûtina solekê ki r. Soleke ku rengê wê yê
sor dîna keçikê bi ser xwe ve kișandibû. Ew bi karê
xwe serbilind bû, sîngê wê yê piçûk nema têra dilê
wê diki r. Pêyêd xwe yên xas xis tin cotê solên sor,
piș t re hate bîra wê, ku divê ew ji bo rêzgirtina wan
solên sor, lingêd xwe yên qerêj paqi j bișû.
Solêd xwe xis tin bin çengêd xwe û çû di coyekî ava
sar de lingêd xwe șuștin. Ji serma bêçiyên pêyêd
wê șîn bûn, lê ji ber xati rê wan solên sor ên hezki rî,
ji xwe re digot: Xem nake. Herçend gavan gavdiki r
carekê dawa kincê xwe yê kevnar, di destekî xwe
de, kom ser hev diki r, û bi bin kabêd xwe de
dinêriya , da ew solên xwe bibîne. Ew hem dilșad û
hem jî serbilind bû bi karê destên xwe, lê gava
dihate bîra wê, ku dibe ew dîsa wê rojê bi rçî di
axurekê de rakeve, ji dilê wê kesereke kûr û di rêj
hildikiș î.
Rojekê ew jî di nav hinek zarokên dî de rawestiya
bû, ewên wekî wê hejar û sêwî bûn. Wan li aliyekî
rê destên xwe bo parsê vegi rtibûn, û çavrêya hinek
kesan diki rin, da pariyeke nan an penesekî bidin
wan. Ji aliyekî ve çar koleyên qanat û bi hêz hatin,
ku di nav xwe de mehfeke hevrîșmî ya zer û sipî, li
ser du dîrakin di rêj hilgi rtibûn.
Ewana hatin li ber zarokan rawestiyan û mehf ji
milên xwe daxis tin tenga kabêd xwe. Ji hindirê
mehfê jineke navsalî his to û destekî xwe bi derve
de di rêj ki rin, rûyê xwe yê nîvpêçayî ber bi wan ki r,
bi destê xwe hinde quruș avêtin ser wan, ku zarok
giș li hev xurcilîn û her kesekî xwest ew bêti r
qurușan ji erdê rake, û bi ser hev de ki rine ci reci r.
Tenha xudana solên sor, di cîh de, bêliv rawestiya ,
CanKurd
Solên sorSolên sorSolên sorSolên sor (Kurdîkirina efsaneyeke Almanî-Hungarî)*
wekî ji wê pare tew ne pêwîst bûn. Diyar bû mehf û
xudana mehfê teviya hișê wê revandin û nema
dizanî çi bike. Jina xanedan carekê bi du çavin
kesek, ên wekî yên pis îkekê, ji jor ve ta bi solên wê
nêriya û bi tliya xwe nîșanek dayê, ku biçe ba wê.
Keçika solsor ber bi mehfê ve çû, jina xanedan bi
çeplê wê gi rt û kaș ki r, keçik hilkișiya nav mehfê.
Jina ku di ber ki rasekî rengîn, tenik û di rêj de bû, bi
destê xwe yê dî zengilekî piçûk hejand, her çar
koleyan bi hev re mehf hildan ser milên xwe û
yekser ji wir bi rêketin û zarok bi pey wan ketin. Di
teviya rê de, keçika solsor bi mehfa wekî hezêlekê
dihejiya dilșad bû, ji ber ku wê tiștekî wilo berê
nedîtibû û nebihîs tibû. Jina xanedan jî herdem
bêdeng li cilên wê û li solên wê yên erzan û sor
dinêriya .
Mehf giha ber dergahê koçkeke mezin û kevnare,
ku tenha baron û axayên maldar dikanîn di maleke
wilo de bijîn. Paș ku ew li pey xanimê di
nerdewanekê re derbas nav koçkê bûn, tiș tê
xanimê di serî de bo wê gotiye ev bû:
„- Va cil û solên xwe yên erzan û gemar ji xwe
deyne, bila jinên berdest seriyê te pak bișûn û cil û
solên te bavêjin nav agi rê.“
Dilê keçikê hate gi rtin, hema nedizanî çi bersîvê
bide wa xanima ku ew ji nav hemî zarokên hejar û
sêwî hilbi jartiye û bi xwe re aniye mala xwe. Du
jinên qelew ku cilên wan wekî yên așkaran bûn
hatin, xwe ji navê de bo xanima xwe piștxûz ki rin,
heryekê ji wan bi çeplekî keçikê gi rt, ew dane nav
xwe û bi xwe re bi rin. Bihna goștê xav û gelek
xwarinan bi hev re ji wan hate di fna keçikê.
Paș ku cil û solên sor ên keçikê avêtin nav agi rê,
dilê wê pi r xemgîn bû, ji ber ku wê ew sol bi xwe
çêkiribû û ji rengê wê sor pi r hezdiki r. Kesereka kûr
kișand û bê xwarin çû razanga ku ji wê re hatibû
amadekirin, cara yekemîn bû ku wê seriyê xwe danî
ser balifekî nerm, çavên xwe dan hev û bizava xwe
ki r ku solên xwe yên sor ji bîr bike…
Roja yekșembê, ku gundî tev diçûne dêrê bo
nimêja xwe bikin, xanimê çavrêya keçika sêwî ki r
ku ew cilin paqi j û hêja di ber xwe ke û bi wê re
biçe dêrê. Keçik li soleke hêja û paqi j geriya , dît ku
di sandiqeke darî de gelek solên cihê-cihê û ji gelek
rengan hene, hinek zi rav wekî nikilê qazan dixuyan,
hinek pehnîbilind ku wekî du s tûnên zi rav ên di
binê solê de dixuyan û hinek jî wekî fîlurên bê
pehnî, sivik û nermik, lê yeke bi rengê sor tune bû.
Dawî dît ku tiș tekî di taqeke malê de dixuye, wekî
çi raxekê șewq dide. Sandiqa solan kaș ki r ber
dîwarî, hilkișiya û destê xwe avête hindirê taqê, dît
ku coteke solên sor e, lê pi r ji yên wê çelengti r,
nûti r û baști r di rûtî ye.
Ew pi r dilșad bû. Bi zûkî pêyêd xwe xis tinê û bi
derve de beziya , lê gava çavêd xanimê li solên wê
ketin, rûyê wê tehl û ti rș bû, hema tiștek negot.
Di dêrê de, gelekan bi dîtina keçika sêwî, ku bi wê
xanimê re hatibû, dilxweș bûn, hema gișan bi
nevînî ‚kurh‘ li solên wê yên sor nêriyan û rûyêd
xwe ji wê guhartin. Keçikê nizanî bû ji çi ra ewana ji
wan solan hez nakin, û di dêrê de nebaș bû, ku ew
bi xanima xwe re, ku wekî mezineka gundiyan tê
nas în, li ser sola xwe ya nû bipeyive.
Ji nișka ve, keçikê dît ku ji șabûna wê bi wan solên
sor, dilê wê hilperkê ‚reqsê‘ dixwaze. Pi r bizava
xwegirtinê ki r, lê viyana dilan gelek hêzdar e. Ew ji
nav gundiyan derket û li pêș wan hilperikî, wekî
ordeka ku bi vegera hevalê xwe dilșad bûye, vi r de
û wê de, difi rre û basikan di ser ava golekê re li ba
dike. Hinek ji nimêjvanan keniyan û hinek jî xeyidîn,
hema xanima ku ew keçik bi xwe re anî bû dêrê, bi
nêrîna wan re rûzer bû, lê bêdeng û bêlivîn li wê û
li wan temașa ki r.
Di rêya vegerê de, ku keçik di teniș ta xanimê de, di
nav mehfê de, li ser doșekeke gi ran û rengîn
rûniștibû, cotê solên xwe jî xistibû dawa xwe, wekî
bûkel îstokekê, xanimê gotê:
„-Keça min a kubar, qey te ev cotê solan
hilbi jartiye?“
„-Min ji solên sor hezdikim.“
„-Ma te nedît, çewa hemî gundî ji te sîv hatin?“
„-Min dizanî ku ewana hejarî û sêwîtiya min
nepeji rînin.“
„-Dibe jî, hema haj xwe bike, bila em di nav
gundiyên xwe de nebine leng û pêkenok.“
Roja dî, dewateke mezin a lawekî xanedan li
gundekî dî hebû. Xanim jî hatibû vexwendin. Ew çû
dewatê û keçika sêwî jî bi xwe re bi r. Di dîlanê de
çavêd dîlangeran gișan li solên sor ên wê keçikê
bûn, hema kesekî bo wê tiș tekî nebaș negot. Wê
rojê ew pi r hilperikî, sema bi dilê wê bû, û carina jî
di orta dîlanê de, bi tenê xwe, hildiperikî. Diyar bû
ku solên wê yên sor viyaneke bi hêz xis tibû dilê wê.
Li dawiya wê rojê, berî ku ro biçe ava, xanim bê
keçika sêwî vegeriya mal , ji ber ku keçik ji dîlanê
derneket, û tew guh neda bangên wê. Keçik bi
solên xwe yên sor, bi hilperkîna xwe ve gêro bûbû.
Di navbera gundê ku dewat lê hebû û koçka xanimê
de, rêyeke di rêj û berwar hebû, bi kaș û gelî bû, û
carina rê dikete nav daristana mezin a ku
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
ççççîrrrrooookkkk
8
li paș wê koçkê bû. Keçikê dît ku asîman sor û mor
dibe û lew re bizava xwe ki r bo vegerê, hema nikanî
bû ji hilperikînê raweste, solên wê teng bûbûn, an
jî pêyêd wê werimî bûn û wilo diyar bûbû ku
bîçiyêd pêyêd wê s tûr û qelewti r bûne, tew nema
dikanî cotê solan ji lingêd xwe bike.
Dawî têgiha ku solên wê yên sor wê binzor dikin, ku
hilperikîna wê bigude û neyê rawestandin. Wê
piș ta xwe da dewatê û berê xwe da rêya ku tê re
dema taștiya hatibû. Kesekî ji gund negotê:
„-li vir bimîne“, ji ber ku dewat bû û her yek bi karê
xwe ve, an bi mêvanê xwe ve gêro bûbû. Keçik di rê
da hilperikî û di wan si rt û newalan re ber daris tanê
ve çû.
Dema ew gihaye nav daristanê, êdî ro çû bû ava û
tariyê perdeya xwe bi ser daran de daxistibû. Siya
keçikê ku li binê si rtekê dixuya, ji ber hilperkînê
dihilat û dadihat, êdî winda bûbû. Hêza wê nema
bû, hema solên wê yên sor li wê zor diki rin ku ew
hilperikîna xwe bigudîne… Ji dûr ve dengên rovî û
çeqelan, beraz û guran hatin guhên wê û ti rs xis tine
dilê wê, hema ew bê rawestan hildiperikî.
Paș kurtdemekê, rê giha nav darin qelew ên ku
wekî komeke mêrên serxweș, xwe bi hevdu pesarti
bûn da nekevin, û giș ji navê de dihejiyan.
Li wir rê bû du șax, șaxek bi aliyê rastê de û yek jî bi aliyê çepê de. Keçik di cîhê xwe de ziq rawesta , êdî
nema dizanî ku ve biçe.
Dema bi xanimê re hatiye, ewana di nav wê mehfê
de bûn, ku li ser milên çar koleyan bû, wê tew dîna
xwe neda bû rê. Ew hizi rî, ka bi kijan alî ve biçe,
hema ji ber hilperikîna xwe hișê wê baș kar nediki r.
Li dawî bi aliyê çepê de çû, lê wê nedizanî ku ew rê
diçe kûraniya daristanê, û di tariyê de winda dibe.
Demekeê di rêj ew hilperikî, ta giha ber malekê, ku
çi rûskeke ronahî di taqeke malê re xuya bû. Bi
hilperikînî giha ber deriyê ku ji daran çêki rî bû, û
carekê bi gurmista xwe lêda, derî bi zûkî vebû,
Pîremêrekî gi rs û qanat derî veki r û bi çavin hûrik ji
jor ve li wê nêriya , dît ku ew di cîh de hildiperike, lê
pi r westayî dixuye. Pîremêr carekê desetekî xwe
avêt riha xwe ya di rêj û sipî, piș t re bi hindir ve çû û
keçik jî li pey.
Keçikê di ber hilperkîna xwe re gotê:
“-Mamo, ji nîvro de ez di vê rewșê de me, ez
nikanim rawestim, ji bo Xwedê harîkariya min bike.
Derdê min ji cotê solên sor e.”
Pîremêr ta nîva șevê gelek bizav ki rin, da cotê solan
ji pêyên keçikê bike, hema ew bi ser neket. Ta sibê
ew bi kutekê orta xaniyê xwe ve girêda, lê gava ew
ji nav ben û kêndirê azad ki r, dîsa ew hilperikî, hilat
û dahat, ku tiș tek ji xwarinê di zikê wê de nama.
Li dawî, gava çare neman, keçikê ji wî xwest ku ew
palte bîne û lingêd wê di gûskan re bibi rre. Pîremêr
bi ya wê ki r, lê wilo bi zûkî û zanayî, ku keçikê ji
nișka ve xwe bê pê û bê sol dît. Ji ber êșê hiș ji
seriyê wê çû û pîremêrê ku di jîna xwe de gelek
caran ji ber karê darbaziyê bi rîndar bûbû, dizanî
çewa lingêd wê yên birrandî derman bike.
Paș du rojan keçik li xwe hișyar bû, dît ku ew nema
hildiperike, û ew bê pê ye, solên wê yên sor tew ne
li wir in. Pîremêr gotê ku pêyêd wê yên jêki rî di
wan solan de hilperikîn û bi pașiya daristanê de çûn
winda bûn.
Bi ser wê yekê de, keçikê kotikek ji pîremêr stand.
Du aliyên wê qulki rin, benek têre derbas ki r, ew
kotik bi milê xist, û ji wir derket, li nav gundan bi
parski rinê jiya , xwarina ku jê re dixis tin kotikê, li bin
darekê, bi tenê xwe, berî razanê, dixwar. Ne ew
careke dî li xanima maldar pi rsiya û ne jî kesek li wê
pi rsiya . Paș mirina pîremêrê darbirr, ew hate mala
wî, ya ku di nav daristanê de bêxudan mabû, û
jiyana xwe ya mayî di wê malê de bi r serî.
---------------------------------
(*) Kurdîki rina efsaneyê li ser kurtiya wê, ku xanim
a navdar Clarissa Pinkola Estés di pi rtûka xwe ya
gi ranbiha „Gurejin“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî
hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîki rin
ne wergerandine. Cankurd
R R R R EEEE N N N N GGGG ÊÊÊÊ XXXX UUUU NNNN AAAA VVVV
Xunav Xunav Xunav Xunav SalihSalihSalihSalih
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
Merwa Birîm
LENGERGEH
Wê sibehê roj dereng ji nivîna xwe rabû, desmalên
esîmên ên şîn zuha ki rin, piştî bê penageha ewran
bi kevanên zêrîn ri zand, teşiya xewnan li milên
bajarê têrevîn banî.
Hîn baranê nikilê xwe ji ser cama rodankê nedabû
yan NERVÎNê bi porê xwe cama nazik peşi rand û
liplipa qebaqên çavan dilê wê lerizand.
Hîn çiqina navbera ebriwan gi rêdayî ye, di ber xwe
de digot:
- Ma gelo ew çi dijmêre..?
Perikên kulîlka mêst ên di deşt û pesarên temenê
wî de weşîne..?
Lê kêl îkên pişt xûz dûz dike da ku çînçîna guharên
dayikê bi s îwarê xewnan be û hinekî di hungulka
biçûkiyê de raweste..?
NERVÎNê neçar bi dilekî sar vekişî kolana guf wê
hîngê royê pişta xwe bi dîwarê mala wî dixwirand.
Govenda pi rsan fi reh digere di mejûyê bêguneh de.
Ji nişke ve bû zîrke-zîrka derî mîna gi riyê zarokekî
şîrmi j, bi lez çavên keçê di ser bedena wî re bezîn.
Dest danî eniyê wek mirovekî rê winda û zincîra
seqo ta ber qi rtikê kişand, dest avêt qutiya
çixareyan yek da nav lêvan û çizinî bi hinavên ti tûn
xis t.
Tenê pis îkeke gewir gilover di ber lingên wê re
digerî dûv di ser solan re dixwişand.
-Roj baş.
Dengê NERVÎNê ew di cî de tevizand û di ser
gurmikê çepê re di tengavên çavên wî de bû
xumxuma deryayê kavilki rî.
berisva silavê li ser zimên li baskên hilma ku ji dêv
di fi rî nîşt û dêmê wê bi herdû lepan dorpêç ki r :
-Tu çawa gihaye vi r,,?
Fi rmêskan gul di herdû rûçikan de av didan û bi
coş seriyê NERVÎNê danî ser s îngê xwe careke din li
çavan temaşe ki r:
- Tu çawa gihaye vi r....?
Pilatforma lengergehê bi çend gavan ji wan dûr bû.
Li ser keviya qeyêkeke kevnar rûniştin, pêdiviya
wan bi axaftinê nîne, ji ber ku hevdîtinê tûrikê
peyvan dûr avêt, di nav gerdenê teyrikên avî re
bala xwe dida masyeke textî û vale, bi dehan reng
lê ri jîn bûn, tiliya hilavêjkê danî ser dêv û got:
-Hissss dengê xwe hil mede, bila ba jar ji xew şiyar
nebe, ez keriyek qeyêk tîmar dikim, mîna çavên te
yên behîvkî, ku tenê di PAYÎZÊ de li ser şaxên min
dipeqin delala min, û gava pêl qeyêkan kal dikin,
em li ser wê maseyê dest bi şerê rengan dikin û
careke din bi ciwaniyê şa dibin qeyêkên min.
Çavên NERVÎNê bi xalên dor çavên wî dilîstin.
Carek din deng vêket:
-Sibeh bi sibeh, gava roj giloka deziyên zêrîn bi ser
ba jarê min de vedirşîne, ez qehweya xwe li ber wê
maseyê vedixwim.
Wê hîngê qelfê xecxecokan di dêmê wê de bezîn û
nêhrîn barandin:
-Tê bîra te..? Ji mêj te soza peyala qehweyê da bû
min li qehwexaneya rodank şîn.
-Ez hîn xwediyê soza xwe me, rabe!.
Tava bîrêki rinê tamarên wî germ ki r bû, guvguva bê
û es îman bi cawekî reş pine ki r û dest bi verşandina
kêliyên baranê ki r, dest di rêj ki r ku dilopan ji nav
porê reş dawşîne, lê ew bi vêketina bi rûskan re bûn
dilopek baran di nav pêlan de winda bûn.
Hîskiniyeke kûr NERVÎN vecinqand, destê dayîka
wê bi dilovanî enî dipeland û peyala qehweyê danî
tanişta nivînê.
-Roj baş, rabe keça min.
-Lengergeha kevnar dayê..
-Te çi got..?
-Ne ti şt, ma xewn jî derewan dikin...?
Di ber hilma qehweyê re xewna xwe di s îngê
lengergehê de çarmîx kir, ji ber ku xewn nameyên
pêximberan in, belkî li sibehekê di ber peyala
qehweyê re teyrikên avî xewnê di guhên wî de
bixwînin.
ççççîrrrrooookkkk
9
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
ççççîrrrrooookkkk
10
Nizar Mohemed Seîd
Mêhvanê koçkê
Têbînî
Li vî welatî, her kesê li mafê xwe xwedî derkeve, li
dadperwerîyê bi gere, yan ki rêgi rtîyê Amêrîka ,
Is raîl î, Suvyêtî ye, yan muxeribe, yan tabûrê pêncê
ye, yan pla (qadiş)î di rêkxi raweka Masunî de heye,
yan çi di serî de nîne, yan jî yê dîne. Em yên din
nabîjîn, hûn dizanin dê çi bêjim hewce nîne.
***
Pênasa jiyana wî ya nexweş, hem bi rudêmê wî
vebî, hem jî bi cil ûbergên wîve. Welê şep û şûr bî,
dema di ber mirovî re di bûrî, da bêjî qey dê herfe,
bi ser te de were. Hindî heye, barana hîviyekêji
hîvîyên wî nebariye.
Hizran berê bêhna wî bernedidan, her tim da bînî,
serê xwe nevî ki riye malxuliyanê dike, digel xwe
diaxve, di ber re distekê xwe dilivlivîne. Tevî ku
areq-mareq venedxwarin, da hizirkî qey serxweşe,
ew bi xwe neserxweşe. Bi dîtinekê, erê bidîtinekê,
çavên mirovî dê tama xuna wî jî sehkin, ku neya
tehle.
Zîndanê Wil û qîq û qarît ki riye, bayekê bi hêz
were, bawere xwe li ber nagi re. Pi r zîndanan ji nêz
nas dike, zîndana dînan tênebe, hê neçuyê, lê gelek
çîrok û çîvanuk ji kesên siyasî bihîs tîne, evên ku
demekî li van zîndanan bîne mêhvan.
Pi ti riya xelkê bajarî dinasin, hejê dikin, ji ber ku
kesanekê zanaye, xwe bi xweve mandî ki riye,
eziman xweşe, axftinên wî di tev biwarên jiyanê de,
di çêki rî û di cihê xwe dene, bi cîne. Ku dîsan ji cixza
xewn û xemên milletê xwe jî, qet derneketiye û
dernakeve.
Kesekê aram û balfi re, bêkare, lê ney hejare, luma
jî li ba ki teka xelkî, cihê sawîr û gomanê ye. ji alîyê
bêrûmetiyan ve; vi ran, gezavê, pesn ûzi rtan,
mirovekê rûte, çiplaq. Ku mirov li xîmê wî diçe,
avek zelale, qi rşekî jî têde nabîne.
Gelek gotgotk jî derbarî wî hene; hin dibêjn polîsan
alav û amîrên di rav çêki rnê li mala wî dîtîne, hin
dibêjin ki rîn û frutina meya qaçax dike, ji gondên
êzdiyan û xi rs tiyanan li derdorî ba jarî, hin dibêjin
sîxurê hukmetêye, hin jî dibêjin karê siyaset-
miyaseta dike û...heta dawîyê.
Geh geh, behanekê lê derdixin, ti ştekî bi du
vedinin, gonehekê jêre çêdkin. Hin cara digel
hawtemnên xwe damanê diki r, lê ev demeke toza
berdîwarkan, namîne bi şelê wî ve.
Sola wî jî, êdî kulanên bazarê bajarî venaqute, ew
kulanên
kulanên sê çar caran di rojê de dipîvan, digel xwe
diaxftû di ber re destekê xwe di livlivand. hewl
Derazînka mala xwe jî, çîdî newêre tarî bike.
Caniyeke, hindî hewl didin, bi tu rêkan pê
nawestin, wî ram bikin. Lê li dawîyê, piştî çendîn
dekû dulaban, ket lepên wan.
***
Şanşîna Îraqê
Babet: erzu halû daxwaziyek
Binavê xudayê meznû mîhreban
Bo destê şahê xoşevî, hêjaû bihagiran, xudê
biparêze.
Ez, beniyekê hejar, welatiyekê cenabê we yê
dilovan, dixwazm ji kerema xwe, behra min ji
dahatê welatî destinîşan bikî, ka çi vi ber min
dikeve, bi kiye destê minû ez bixêrû hûn selamet.
Bo cara yekêû dawîyê ye ez daxwaza mafê xwe
dikim.
Behr û pişkên min, yên salên dahatî ji dahatê
welatî, hindî ezê sax bim, ez ji te re dikim diyarî,û
gerdena te aza heta roja qiyametê.
Wesselam xitam
Îmza: welatî
Osoyê Xidir temera
Duhok- nêzî gorstana Şimik zera
Wênek bo:
- Wezareta dînan- pişka werzişê.
- Rêveberiya binbirki rna germê, pêşiyanû kêçan.
- Berpirsê rêveberiya nehêlana curdên serberday-
pişka nîskêû nanê şewitî.
- Rêveberîya karubarên gorstanê.
***
Çawa çavên berpirsê kuçka şahî, bi vê namêlkê
ketin, hiş di serî nema, gazî ski rtêrê xwe ki r, dengê
hêrsa xwe berda:
- Têlekê lêdin, ev kese gere di demê bîs tû çwar
demjmêran de, bigehe Bexda.
***
Hîna kulanê ki rasê tarîyê ji ber xwe nekir bî,
dinduka serê şêrî li ser, ji nişkekêve Oso hilpekand
ji gildê deranî, ew êkemîn şev bî, piştî demekî, ew li
mala xwe dinive.
'Musteşfa elmecanîn’mandîbuna wî tev bi r,û hişên
wî anîne serî. dikîn
hevdem mejîyê wî jî xis te karî. Car bi xwe dikenî,
car jî hest pêdikir xuna wî ya dikele.
'Nedişdaşê xîç xîç dan min, neqawişa min nîşa min
dan û necihê min. Hema gotin; here, ji xwe re
bigere, lê miqatebe ji evên li nav hewşê, lingên wan
digi rêday, nêzî wan nebe, heta em gazî te dikîn.
‘Hindî ser bimîne, qun dê çi rîseta bîne’! Ya min
nebihîs tî, nexwandî, nebînay, îro min dît, dilê min ji
min reş bî, dilê min ji ji yanê reş bî. ez hin tiştan jî
hînbum. ku yekî serpêhatiya van kesan carekê ji
min re gêraba, min jê bawer nedkir, da bêjm qey
eve yê gezavê dike, çîvanukên aşûpî di vehîne'.
***
Hin ji wan ji mala xudanî di heşftîne, hin jî li vi r
hatîne heşaftin.Yekê rus , çiplaq, liser textekî li
hember nêzî bîst kesekan rawesta, gotarek xwand:
"çi tiştê ez bêjim gere hûn bawerbikin, ji berku min
diktura ya bibnbir ki rina dînatîyê hey, jiûnivêrsi tîya
Kambiric". çawa ji textî vi xwar ket, yekê din xwe li
cihî da , ew jîyê rus bî.
Ji nişkekê ve pol îsek hat li kêleka min rawestiya ,
darê xwe li pehinka destê xwe dida, wî jî xwe re
zewq çêdiki r, li filmî mêze diki r, min bi derfet zanî,
ez jê pi rs îm:
- evne çima di rusn? bişkorî got:
- dê spêdê dişdaşey kîne ber, heta danê nîvro
tîvarêskekê jê nahêlin!
- çi lê dikin?
- çi rçi r dikinû di xun!
- ma hun çi nadinê?
- belê, çawan em çi nadînê, bawer bike me bi
nîskêû nanê şewitî di randin!
- çi rçi r dikinû di xun!
- ma hun çi nadinê?
- belê, çawan em çi nadînê, bawer bike me bi
nîskêû nanê şewitî di randin!
luma jî tevaya wan - tu hêvderê- dê bêjî qey
bersoja lê. Hîn kincên taybet nedayne min -ya ji
minve- pol îsî hizi r ki r, ku ez karmendekê nu me,
luma bersiva min da.
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
ççççîrrrrooookkkk
11
Me gohê xwe da gotara yê din jî, basê aliyekê
jiyana xwe ki r got: "Di demê leşki rîyê de, min xwe
şaş di peraşutê de havêt, ez ketim serbanê kuçka
şahî, herdu destên min çûne alekî, herdu lingên
min çûne alê din, qerqudê serê min jî di banî de
gi rêl bî, ket nav baxçê golan.Di gavê de, her ti şt
xis tine cihê wîû ez anîm vi r, ma nebaşbî?!".
Gotû ji textî hat xwar. Me tevan çepk jêre lêdan.
Sê çwarek rabîn da bi serkevin, yekê 'ur meşk
destên xwe dane her sê çwaran, dane alekîû ew bi
ser ket, dengek qelew berda: "xwe bidine paş geha
mine". Pêveçû got: erdekî di da .
"Evro pêşî ez werim vi r, telefunek ji merîxê ji min re
hat, got şi'rên te bizimanê merîxê derketin, xelkê
merîxs tanê şere liser"! çepk. çend şi 'rek xwandin,
her tefşek li erdekî di da .
Di du re serê xwe hejand, bidengekê melul û
damay got: "qeda vi hukmetê bikevin, xelk vê di
înte serê şa 'i rên xwe?! Piştî îşkencê, ez ki rme
pakîta cehdê, rojane hizarû yek sol di ser min re
dihatinû diçûn". ‘’Cigare têde neman dê pakîtê
havêjin, tu çi hizi r dikî?!’’.
Yekê keys maquîl bi çavê xezebê lê nêrîû got.
Dengek bilnd bî jê re got: "min ji nu zanî tu şa'i rî, ka
carê tu hêve nahêyî, ez te baş nas bikim?". Bersva
wî bibişkorînek sar da got: "Na, zemanê puçaye,
bawerî ne maye, ez di ti rsim ş'i rên min bi dizî!".
Yekê xwehir, bi tiyekî di çû, hedara wî li erdekî
nedihat, di gi rî,û gazî dayka xwe d ki r: "Daykê tu li
kuvey were bi gehe min, were tana min, tu li kuvey
daykê".
Yekê porgi j, dişdaşê wî di berde, bibî divêl divêl
vêda şûr bibî. car serê xwe yê mezin, car jî lingê
xwe yê tazî, li dîwarî didan, bi herdû destan bi
dîwarî dadidaû di gi rî. Yekî li kêleka wî s ti ran
digotin: "Rebêtek sxeyrun hesen, lêş enkertinî î î î".
Yek dinêv wan de li ser serê xwe di zivi rî, yek di
leyzî, yekî biherdû destan xwe di xurand, yekî bang
dida.
Di wan kêl îkan de tep hate yekî, li ser piştê destû
lingên xwe di bay diwerandin, kef bi ser devî ketbî.
Yekê herî qi rêjî bê hêveû huve, ço ser xwasteka
xwe got: "Ez serok wezîrê we me, hun dibînin, ma
qusurek li min heye?". çend dengek bi hevre têk
werbîn: "wn'im". tliya navêû ya şehdê, tl îyên reşên
mîna didanên milhêbê, li hindavî purê xwe yê spî
bilnd ki rin, anînû bi rinûberdewamî da axftina xwe:
"Hun min hosan nebînin, du rojên din, erê, du
rojên din, sehkene min, çawan dê felstînê rizgar
kim"!
Jinşkekêve dengek bilnd bî:
- min pi rsiyareka hey?
- fermu bêje. gi rnjî gotê.
- heke me felstîn ri zgar ki r, çêdibe jinên cihuiyan
îxtîsab bikîn?!
- heke te felstîn ri zgarki r, paşî were min îxtîsab ke
lawo! tevayan li ti rîqîniyan dan, heyameka xweş
betal neki rin.
***
kevi r vi bi tunê re anîû bir, heta baş xîçka wî xoya
ki rî. yekî ji evên li derdurên wî jêre got:
Yekê çav zîqê bi goştû gewde, kevrek di destî de bî,
xîçek liserbituna li nêv hewşê dikêşa, çend carekan
- tu nabêjî ew tu çi dikî?
Serê xwe serevraz bilnd ki r, destê xwe ki re di qula
dişdaşê xwe de, pakîteka cigarên Xazî jê deranî
gi rnjîû got:
- her kesê ji we dibin vê xîçê re biçe, ezê cigarekê
dimê, ma ne başhe?
***
Oso maqûl li ser kurs îkê, li hember dixturî rûnşt.
Piştî hin pi rsiyar derbarey malbat, xêzan, jinû
zarowyên wî jê ki rîn, çend pi rsiyarekên din jî jê
ki rin. Di xwast her tiştî ji ji yana wî bizane;şêwe û
rêja xemukîyê, guhorînû têkçunên hewes î,
waswasû corên wê, nexweşîyên dûserk,
nexweşîyên dilerawkîya dirêjxayen, ti rsiyan ji
mirovan, ti rs îyana tuja jinişkave, têkçûnên ji
sedema rûdaneka cerg bi r peyda dibin, yan ji egera
ki riyareka ne ji hejîû bê rûmet di derheqa mirovî da
di hête ki rin. Dixturî furmeka çwar pênc ropel î
dagi rt, bi dawî anîû dengê dergey hat:
- ezê li benda Oso î, erdek min nehişt ezê lêdgerim.
Karmendekî got.
- nexweşekê bê raporte, luma ez dixwazim ji nêz
liêşa wî vekolim.
- serê xwe pêve kêj neke dixtur, eve mêvanê kuçkê
ye!
- nebabo ne! da li destpêkê we bêjî, xudê ji te razî,
ma xwene ez xêvzankim.
***
Li gorepana zîndanê ya çîmentukirî, hjimareka
s tunên asnî li vi rû liwir hebîn. her yekê ji van,
dînekê pêve bizincîrê gi rêdayn, tevaya wan, civîn
didan, hewil didan xwe vekin, lê toza hewlên wan
erd nedigi rt.
Li hember kesê ku bi kevrî, xîçkek li liser btuna
hewşê dikêşa, hjimareka mirovan qeresukanê
dikirin, pêşbazin yê xwe berhev dikin, dibin xîçkê re
biçin, her yekî dixwast li pêşiya yê din re bike.
Yeko yeko danka dişdaşê xwe yê pertî, bi herdû
destan gi rtibî, sê çar gaveka xwe ji xîçê didan paş,
dibezînû xwe lê didan, dixwastin di bin re biçin.
***
Mehek biserve neçû, şîşekê dû kîluîy, ji şîşeyên
berê yên duşava tematê, miştî hingvînê çiya î ki rû
yella Bexda tu li kuvey.
Roja paşti r hîna rêveberê 'musteşfa lmecanîn’
qehwa xwe ya siharê venexwarî, berdestkê wî li
derî da:
- Seyda, Oso yê li ber derî dixwaze cenabê te
bibîne?
- bila bêt. bi dû çavên hêbetgi rtî ve got. Bi jûr ket,
destê seyday hejand, rûnşt, telîsê şêşê hingvînî
deyna ber lingên xwe.
çawa fi ra yekê li qehwa xwe da, bişkurî, fincana
xwe deynaû got:
- seyda min diyarîya te ji bîr neki r baş bî.
- diyarîa çi?
- hingvînê çiyayî.
- tu ji ber hingvînî hatiye Bexda?
- na, ezê bikarekê din jî hatîm.
- da ji te re bêjm Oso, gohê xwe hêve bîne.
çavên xwe li jurê gêrandin, çavên xwe bilez xis tine
derû penceran, destê xwe yê rastê rast veki r, tilya
beranî xis te berçêlka xwe ya bi goşt, tilya şehdê
xis te serê di fna xweya mezin, stuwê xwe bi alê
Osoy ve jêk kêşa, bi dengekê nizim got:
- demax siz, min mebestek pê hebî, dema min ji te
re gotiy, hingvînê çiyayî ji min re bîne, min çima
çiya pêvekir?! Tu li ba vê hukmetê, xwe bimrî jî, tu
her gonehbarî.
- bi revim?
- tu dizanî.
- dînû revîn! yên gere bi revin xwe nas dikin. Gotû
xwatir xwast.
***
çi çayxana Oso diçuyê, xelk,Bigi re ji nasan heyaku
hevalûhogiran, dema li ba wan di runşt, bihane ji
xwe re vedidîtinû jiwir radibîn.
Her kesê rastî dihat, xwe berhev diki r, slav kitê, lê
sertîra wî vikevi rî diket, patka xwe didanê.
Goropê damanê jî, eve heyameka ji ber wî, dev
jikarê xwe berdayn. Kesû karên wî jî, weku caran
derazînka wî tarî nakin.
Ji roja navê ‘’mosteşfa lmecanîn’’ çuye ser, pi ranîya
xelkê ba jarî, mejîyê xwe ki ryne di qula hukmetê de.
Li dîmenê dawîyê ji , yê vê şanogerîyê, şihîna vî
dindlê yaxî jî diqi rkê de hiştin, piştî saleha salan,
hefsarê wî jî di destê xwe de gi rtin.
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
12
FFFFoooollllkkkklllloooorrrr
Luqman Silêman
CenbelîCenbelîCenbelîCenbelî
Xeleka ( 13 – 14)
Pîrekê gund sewal-mewalê xwe ji malê derdixin,
qerebalix bi nava gund ketiye, wek ku ji nû ve jiyan
hatibê gund, mirov li kolana xuyadikin, zarok
ji xwere dilîzin, mirîşk li serê tinga bi hev di Kevin,
dengê Evdile ji rojhilatî gund tê, badikê pîreka
çêlekê xwe bînin. Lê ezê herim, bû dereng, ma ezê
ji nûve bi kuve herim, we hûnê li min bikin nîro!
Pîrek li pey çêlekê xwe bazdidin, ber bi gavên
diçin, hin çêlekê nû zayîn, li malê vedigerin, Evdile
li pey wan dikevê bi zorê berê wan cardî didê nav
dewêr, dengê xwe li garanê dikê, badikê pîreka,
dibêjê; va ez çûm ya ku çêleka xwe gihande min
ji xwe giha, lê ya ku negiha êvarî doza çêleka xwe li
min nekê. Û vi rde-wired di ber garanê de bazdide,
wa didê ser hev, berê garana xwe didê quntara
çiyê Qereçox..
Zilamê gundî jî weka berê her kes ji malê xwe
derketiye çûye karê xwe. Tevger li nava gund
çêbûye xwîn bi wan de hatiye, dema ku tîrêjê rojê
dane ser pişta tariyê ji nava kolanê gund
qewirand, xortên ku li derdora xaniyê Cenbelî
cîgi rtibûn dawî li şevê anîbûn, bê ku ti incamê bi
dest bixin, lê ji xwere digotin; em vê carê bi ser
ketin Cenbelî, ji ber hebûna me li dora mala wî
newêrî were mala xwe, lê xwezî me bizaniya ka
ew li ku maye?
Cemîl berê xwe da Cehfer devê xwe bi re ber guhê
wî, bi dengekî nimiz jêre got, dibê ku hayê wî ji me
hebû, ji lewma xuyanekir!
Xort li kosera başûr ya xaniyê Cenbel î kombûne
ketine axaftinê, her yek ji wan tiştê ku şevê dî
hatiye pêşiya wî yan li ber çavê wî çêbûye ji hevalê
xwe re dibêjê, ew nehatina Cenbel î weka
serkeftinekî ji xwere dibînin, ji lewma jî ew jixwere
dibêjin emê çawe li pêşiya wan ti rsonekê ku şevê
dî ji civatê vekişîn ji ti rsa Cenbel î nediwêrîn bi
mere derkevin zêrevaniyê, li vî zilamê ku jiyana me
ki riye dûjih bikin...
wek leşkerê ku di eniya şer de bi ser biketibin,
wisa li xorta hatiye, şûr simbêlê wan nabire, tîqe
tîqa kenê waye, destê xwe li destê hev didin, ta
hinek ji wan gotinê ne di rê dejî li ser gundiyê ku
şevê dî ji civatê vekişîn dikin, lê hîn kesî newêriye
gotinê ne di rêde li ser Cenbel î bêjê, heger ku
şahiya wan di rêj biki ra dibê ku ew gotinê ku li ser
gundiyên xwe di gotin li ser Cenbel î jî bi gotan! Lê
xuyakirina Cenbel î ji nişkîve ew gêjo-mêjo ki rin,
zimanê wan di devê wan de hate gi rêdan, nema
gotin ji wan çêbû, tev mane behitî devê wan ma ji
hev zîq, li hev meyzandin, ziman nebû ku ji hev bi
pi rsin, hemî di cihê xwe de mane cemidî, teyê bi
gota ew potin!.
Cenbelî di oda xwe de li gundiya guhdar diki r,
ramanek di şeva bê di rande hate hişê wî, ji xwere
got: ji min re lê ket, de bila hûn di kefa destê minin,
hûnê qelewîzê li min bigrin, Xwedê ji min û were
mezine, madem hûn evin dermanê wê li cem min
e!.. Cenbel î gi raniya xwe danî ser xap û fena pîlan,
didû pîlanê bi serê gundiyê bê çar de anîn.
Gundiyên qelewîz gi r qune-qune ji odê dûr dikevin,
xwe tavêjin ber anîşk û qurçikê xaniya , da ku
Cenbelî wan nasneke dema ku ji mal derkevê.
Gundiyê ku çûbûn malê xwe di ber jinê xwede
xewnê sero-bino didîtin, ew jî yeka yeka ji malê
xwe der dikevin, serê xwe di ber qurzîkê xaniyare
derdixin, dixwazin nasbikin ka şevê dî çi bi gundiya
re çê bûye..? Li oda Cenbelî meyzandin, lê kes ji
gundiya li dora odê xuyanakê gund kerre, bêna
xiyanetê ji sefernê xaniya derdikevê. Ti rs dikevê
dilê wan cardî, yeka yeka xwe ji hev didizin bi
şûnde li malê xwe vedigerin.
Gundiyê ku ji şevê dî ve li dora odê ne dibêjin wele
vê carê me ew gi rt, wê ev kul ji dilê me derkevê,
emê dawiya vê tirsê bînin, wê dawiya vî zilamê
winda werê xuyakirin, emê wî ji gundê xwe bi
qewtînin?
Nîvek ji gundiya bûne zilamê Cenbel î bê ku ew bi
hev zanibin, tevlî ku di civatên xwe de li ser wî
dişdînin, lê piştî ku civat bi dawî dibê her yek bi
rêyên xwe yê taybet xwe dighînê wî û ti ştê ku di
civatê de li ser wî hatî gotin, û helwesta her mirov
gundî jêre bi ferehî dibêjin!.
Ji her yekî weye ku ew bi tenê bûye zilamê
Cenbelî? Lê carna dema ku hin diçin agahiya dibin ji
Cenbelî re û ti ştina jê di veşêrin yan ji bîrdikin,
Cenbelî tînê bîra wî jêre dibêjê mane ev ti şt jî di
civatê de çêbûye: yê gundî vê yekê bi gi rêdana
Cenbeliya bi xwedê ve gi rê didê...
Di vê xi re-ci rê de ne hew dîtin ku Cenbel î di
kolanekî ji kolanê gundre derket, şaşikeka kesik li
ser serê wiye, ji wan re dibêjê; Gel î camêra Xwedê
xêrkê serê vê sibihê hûn çidkin, li çiyê xwe
digerin..!? çaxê ku Cenbelî vê gotinê ji wan re
dibêjê û bi rêya xwe de diçê û namînê li benda
bersiva wan?
Gundî ji hev dikevin, lê ta ku gundî li xwe zîvi rîn ew
ji ber çavê wan winda bû, te di got qey bû peşkek
av û wê zimînatî ew vexwar, yan bû teyrek hilkişa
ezmanê kur û vala…
gundî matmayî man, behitîn, dest bi xwendina
Yasîna ki rin, ji hev re gotin te dît keska li ser serê
wî? Hinê dî gotin ma we nûriha ji rûyê wî diçû dît?
Zilamê li hev civayî ketine gotûbêjê her yek bi
rengekî pesin û nislekî ji wî re çêdike?
Hecî Ehmed qi rika xwe paqijki r, got; Gelî camêra
binêrin ji dema hizretê Pêxember û bi şûnde pi r
mirovê weka Cenbel î xwedê jê razî be bereketa wî
hazi r be, Xwedê ew şandine nav evdê xwe da, ku ji
wan re bibe ibret? Gelî misilmana Xwedê ji me û
karê me ne xafile ew her ti ştî li ser evdê xwe
dizanê, bawer bikin dizanê em êvara di nav livînê
xwe de çidikin? civet bi baldarî li Hecî Ehmed
guhdar dikin, wisa li hev mi jûl bûne hayê wan ji
tiştekî nema ye, ji nişkêve Cenbelî baki re wa, ha j
xwe hebe, diz hene, ezê we çîk bikim ha, û bi vê
gotinê re ji ber çavê wan cardî winda bû!
*** *** ***
Mela dixwazê Wanêsê Ermenî nasbikê, lê nizanê
wê çawe xwe bighêniyê li Xelîlo jî zû bi zû
ewlenabê. Carna dilê wî li Cenbel î xi radibê ku ew
yek ji hevalê Wanêse, ji lewma xwe ki riye di ve
temtêlê de da ku gundî gomana jênebin û hatiye da
ku bihti r zaniyariya li ser gund ji Wanês re bibe, ma
em ji ku dizanin? dibê ku ew hevdû dibînin û çi
agahiyê ku di Kevin destê wî didê Wanêso. Mane
xwe ev çon û hatina wiya weka diza li gund ji bo
çiye? Ma raste ku ew li va kerton-mertona û kîsik û
qutîkê bêhacêt digerê, bi Êlim ev na kevê serê
min..? na divê ez bi lez ti ştekî ji vî Wanêsko
fêmbikim?. Dema ku melê Wanêsê Ermenî dît û
pêre kete bazarê gi ran. Melê xwest Wanês bi
şemitînê ji lewma ber lingê wî sabûn ki r, lê Wanês ji
melê jêhatîti r bû wî lingê xwe bi zanebûn avête ber
lingê melê!.
Mela mecbûr ma ku rû bi rû û bi zelalî ji Wanês re
bêjê. Bi rê Wanês ti dizanê ez mela me û çi bandore
min li şêniyê gund heye? ji Kevin de em mela xwedî
rolin di jiyana miletê xwe de, ji lewma ji te re
dibêjim heger ez û te destê xwe bixin destê hev em
dikarin pi r tiştê baş bi hevre bikin? Wanês heger ku
em baweriyê bi hev bînin emê ti ştê nebûyî bikin,
ew ti ştê ku ti lê digerê ezê hemî deriya li ber te
vekim, malê ku em ji bin vê axa kevnar derxin wê
têra kurê kurê me bike? Wanês ev ax bê xwediye ti
bi ilmê xweyê şeytanê û ez bi ilmê xweyê xwedayî
emê destê xwe deynin ser vê deverê? Wanês ez
baş dizanim çi gi ringiya gundê me heye, ez dizanim
çiqas gundê me zengîne, çi dibin zikê erda me de
heye?
ye
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
13
Ji pîreka xwe pi rsî ez çawe hatime mal , kî ez anîme
nav ciyê min...?
Xeca Pîreka wî got; Wa wey lê kuro Mihemedo qey
ti dîn bûyî, mane ti li mala xweyî, wele ev ji me
kêmbûn.. Mihemedo got keçê Xeco; ez ji te
dipi rsim, kî ez anîme ser nivînê min, mane ez li
mala lê, gotina xwe bi rî, ne xwest timam bikê.. da
ku jina wî zanibe, ku ew li mala melê bû..? kaçê
Xeco ez şevê dî çi çaxî ji civatê vegeram..? Xecê og;
wele bi wî Êlimî şevêdî tiştin nebûyî hatine serê te,
ka ji min re bijê beriya ku ez derkevim hewşê û li
gundiya bikim hewar..? Mihemd dihna xwe da yê,
ku nebêjê wê Xeco li gundiya bike hewar berê
aqilê Xeco ne li rêye.
Mihemed cihê xwe li ser nivîna xweşkir, da ku
çîrokê ji pîreka xwe re bêjê, lê Xeco beriya wî devê
tûrikê xwe veki r jêre got, ka ji min re bêje, ma ti
şevê dî bi ku de çûbû, ta derangê şevê carekî ez ji
xew hilçenîm min destê xwe li te peland lê ti ne li
ser nivînê xwe bû, ma cardî hûn civiyabûn ji bo wî
camêrî, ka we çiki r, we naski r, we dît, we çi jêre
got, wî çi ji were got? jinkê da ser hev rê neda
mêrê
mêrê xwe da ku jêre bêjê, ka şevê dî çi bi wî re
çêbûye.. lê zilam newêrî yan nikarî ew tiştê şevê dî li
oda apê Cenbelî hatî serê wî jêre bêjê? Ew nizanê
wek ku têkiliyê wî bi apê Cenbelî re hene, yê wê jî
hene, û têkiliyê wê kurti rin ji yê wî?!
Çiqas ku zilam li ber xwe de da ku vê mijarê ji pîreka
xwe veşêrê lê nikarî, rabû her ti şt jêre zelal ki r, ta bi
derziya wê ve ki r, li gor gotina wî nema dikarê xwe li
bayê va gundiyê ku roj bi roj ji rêya xwedê
derdikevin û berê xwe didin rêya kufrê û bê emriya
xwedê dikin..?.
Li gor gotin û baweriya wî heger ku ew pîrek û
zarokê xwe agedar neke li ser van tiştê ku wî bi çavê
xwe dîtine ewê gunehkar bibe, Xweda di roja heşrê
de wê hesabê vê yekê pêre bibîne, û ev gunehkî ji
hemî guneha giranti re?! Dema ku mirov weliyekî ji
weliyê xwedê veşêrê û xwe li ser kerametê wî
kerbikê?! Ji lewma li gor baweriyên Mihemedo
gerek ew ji her kes î re bêjê, dibê ku Xweda gunihê
wî bide xati rê vî weliyê xwe, yê ku nave wî
Cenbeliye..?!
........... Dûmahî heye ...........
FFFFoooollllkkkklllloooorrrr
Wanês xwest gotinê ji devê melê bigre, lê melê rê
nedayê gotina xwe berdewam ki r, og; heger zilamê
we di gunde hebin hûn dikarin wan bi min bidin
naski rin, emê bihevre bi xebi tin, lê divê tiştê ez
bêjim hûn biya min bikin?
Dema ku mela bi zelalî bi Wanês re axivî, Wanês ji
gotinê melê naski r ku mela wê her tiştî ji wan re
bike û ne di rêya wî re be, wê mela karibe kêşeya ji
wan re çêbike, û dikarê destê xwe bidê wan kesê
ku ew û Wanês li dijî hev dixebi tin. Wanês peyama
melê baş xwend...!
Mihemed ewê ku şevê dî li oda Cenbelî ketibû û
Cenbelî ew bi r xis te nav nivîna wî, bê ku kes wî
bibînê, çaxê ku sibî ji xew rabû li dora xwe
meyzand dît va wê di nav nivînê xwe de ye, lê
giyanê wî ji hev ketiye, wek ku di conî de hatibe
kutan!, xwe di nav nivîdê xwe de hinekî bi rin û anî
xwe vekişand li xwe ramiya, da hişê xwe ka çime
giyanê wî gi ranbûye, hate bîra wî ku şevê dî ew li
oda Apê Cenbel î ji ser hişê xwe çûbû, li wê odê
wek berxekî ku qotikê lê dabe ji linga ketibû kef û
kincê di dev û bêvila wî re avêtibû.
kertonê ji çaxê
1
Hey ji roja eyyînê
Mihemmed deng hiltînê
Heç kesî hespî bînê
Bicildu ji min bistînê
5
Go ji dîwanê Eshaba
Ji qencan û xeraba
Kes neda cuwabe
Ji xeynî Emer ê Ibin Xetab e
Kuştin li day û baba
Ne xêr e û sewabe
10
Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Çû bû gelyeg (geliyek) teng e
Wî kir zikrê bi deng e
Ji bo wî ê Fireng e
15
Emer da bi deştê da
Çol û çolistana
Li berî û beristana
Çû bû gelyek ê kûr e
20
Wî ki zikrê hûr e
Ji bo wî ê xefûr e
Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Hespê da tîmarê
Des (dest) avêt Zilfîqarê (*)
25
Emer suwar bûye
Çû bî (Çû bû) gelyek pehn e (Pan e)
Wî kir zikrê giran e
Ji bo wî ê mewlan e
30
Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Emer da bi deştê da
Li çolê û çolistana
Li berî û berîstana
Li Qeşe (Keşe) bû mêvan e
35
Go: Mêvano, xwe reş e (Ser seran)
De kerem ke li pêş e
Ji te dikin feteş e
Wez hatim (bi) har û mar kim
40
Şoleke bi sitar kim
Hespê reş kirya kim
Diravê sipî bazar kim
Li Medînê diyar kim
Qeşe ko wezîr e
Lindeho birayê mîr e
Vîrsiyoneke dirist ji
“Hespê Reş” - Xelek (1) [Li Zaxo hatiye bihîstin û nivîsandin-Socin û Prym-1889]
Tîpguhastin: Cankurd
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
FFFFoooollllkkkklllloooorrrr 14
45
O Qeşewo lindehone
Sivik in rabûn weku Gon e (1)
Aliyê mîr da çûne
God (Got) mîro, êg hed bi har û mar kit
50
Da şoleka pistar (Bi sitar) kit
Hespê reş kiryar kit
Diravê sipî bazar kit
Li Medînê diyar kit
Mihemmed lê suwar kit.
55
Mîr god (got): We ew kî ji min mestir e
De’wa li hespê min e
Go: Bi lezkin bilezînin
Gûzana biçerxînin
Zola jê biqetînin
60
Qeşe got: Mîro, we nîne û nabit
Go: Qeşe te çewa divête?
Go: Qesûd û tirxanin
Hindê me ne hinde ji wan in
Qeşe û lindehon e
Sîfkin (Sivikin) weku Gone (wekî Cinn)
65
Gotê: Mîro, hespê tey batir e (Betran e)
Bi rojê dikujît çil mehter e
Nexasme biyanî bibînit
Serî lê dihejînit
Ganî (Gana) jê diqusînit
70
Go: Mîro, bila hespê te bibit qesîlê
Jê veket tewîle (Tewlê)
Lê bikit zînê zêr e
Du cara bihejînit
Du cara pitezînit (Bitezînit)
75
Bila biculdî ji te bistînin
Qeşe di lendehone
Sîfkin (sivik in) weku Gon e
Bi aliyê Emer (ve) çûne.
80
Go: Qeşe, mîr ku got e?
Go: Hespê reş wê firote
Biha pê negote.
Go: Bila hespê reş bibit qesîlê
Jê veket tewîlê (tewlê)
85
Lê bikit zînê zêre
Du cara (bi)bezînit
Bila sê car bitezînit
Bila paşê harve ji min bistînit.
Ew Emerê Gulgeşe
90
Rabû ji seharê
Emer çû kolanê
Go: ya hespê li e’qdexanê
Go: Hespê li kelhêwo
Mi divêt çi bo min nebêyo
Ez te dbim (dibim) bo hebîbê Xwedêyo
95
Go: ew hespê betare (betran e)
Bi rojê dikuştin çil mehtere
Il (Li) ber Emer bû kere
Emerê Gulgeş e
Hespê reş kêşa ji e’qdaexanê
100
Bir serê meydanê
Emer bir qesîlê
Jê vekir tewîlê
Lê kir zînê zêr e
Xwe avêt li sere.
105
Careg (carek) wê (wî) bezande
Ducar wê (wî) tewzande
Harve ji xudanî stande.
Go: Gawira heyfek xwaste
Ecêb sto neşikande
110
Emer da bi deştê da
Qeşe da bi şûnê da.
Li gawira bû hewar e
Ji burca hatin xware
Heç- weku seyê di har e.
115
Emer şer bi şîr (şûr) kir
Qeşe şer bêtir kir
Emer şer bi şar kir
Qeşe şer bi tebar kir
Meydanê ji xwînê t‘er kir
120
Emer da bi deştê da
Qeşe da bi şûnê da
Gawira qeşe girt û şîreg (şûrek) lêda
Kuşt û avêt çalê da
125
Emer da bi deştê da
Il (Li) çol û çolistana
Her berî û beristana
God (got) dêreg (dêrek) kete di rê da
Ew dêra Şileymon e
Sitare li dêrê nîne.
130
Emer li ber qublê helwesta
Dua‘ ji Xwedê xwaste
Qulqule neşikeste (2)
Dergehê li dêrê vebûne
135
Emer da bi dêrê da
Hesp girêda ji dêrê wê da
Çil ruban (ruhban) wê tê da
Serê her çila jêkir
(*) Zulfîqar navê şûrê Îmam Elî ye, ne yê
Umer Bin Xettab e
(1) wekî ên Gonê: Cinn
(2) Qulqule: Qul huwellaho Ehed
………. Dûmahiye heye ……….
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
Wextê Hemdîno dikeve odê, dikê û nakê Hemdîno li kêleka apê xwe rûnanê, wî û diya xwe çokê xwe bera erdê dan û li nav şekala rûniştin,.. Ehmed begê dibêje; hema tu ji min bêtir li ser bavê xwe ne qeheriye, heger tu lawê wîyî, ez birayê wî me, sebrê bikşî, (Elah xefûr û rehîme), Xwedê (teala) rihê min nestîne, ezê heyfa bavê te hilînim, lawê min tim mêra mêr ji hev kuştine, xwîna wa di zikê hevdû de dimîne, û ezê pêş çavê te heyfa bavê te hilînim, berxê bavê mino,….
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Wextê vê galgalê dibêje, dilivîne. Hemdîno çav li serê wî sorbûne, weke du (fincanê) xwînê, di bin çava re lê dinere, qurçînê ji diya xwe tînê, dibê; deriyê bavê te li mîratê bigere. Bandike apo; te Hisên axayê dilo dîn dîtibû, ez bi xwe lawê wî me, soz û qerara dixum, çiqa didim aqilê xwe, nebê Hemdîno zaroye, kere, fêmnake, (qesasê) bavê min tune ji xeynî te pêve, min (fincanek) ji xwîna te vexwara, ku tihna nava min bişkîne,… hey xayîno apo, … hey lo,…
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Apê bandike; (Emir quto) tu van galgala dike, bi qesema navê Xwedê ku ti ne di oda min de bana, û li nav vê (elemê), minê anka serê te jêkira wekî kûçikî bavêta, te di şûna bavê te de bişînim..... Hemdîno lê vegerand, apo: ez kurê Hisên axayê dilo dînim, ezê bi Zozanê jorî diketim bi çîmen û bi simaqê, roja Ismayîl begê û her bîst û pênc mîreka bitifaq hatin oda te gotin; em axatiya (bavê Hemdîno) li ser serê xwe qebûl nakin. Apo berî ku ji te re bêjin, ji bavê min re gotin, bavê min berda wan ji dîwanê. Te xistiye serê xwe, ev derba bê îman, te li bavê min xistiye, çir û mûmê bavê min tefandin. Apo, ez dexîlê Xwedê, çi heqê te li me bû, diya min hîn ciwane, û ez jî hîn zaro me. Ma destê ku li ber destê amojnê be,.. tê çima çira me ji dinyayê bitefîne, xayîno apo,…
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Hemdîno radibe, bandike diya xwe; de rabe Menîce xatûnê diya min rabe, ez çawa li himberî qesasê bavê xwe rûniştîme, dijmin (miqabilî) dijmin, xwîna bavê min rijandiye, çavê min pê barnabê, heger tu rabe, rabe, û heger tu ranebe tu ji min re ne dê û ez ji te re ne law, ji îro pêve galgal û şîrê te li min heram be, lê….
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Menîce xatûn radije destê Hemdîno berê xwe didin koza mezin (konê mezin), Menîce hinkî bi aqile, didê bala xwe, dibê (Ya rebî, ya îlahî) qeweta lawê min û vî zordarî (zalimî) li hev nîne, digo; Lawê mino heger tu bi ya min bikî, sebrê bikşîne, (Elah xefûr û rehîme) dûlabê dinê du sala weke hev nayê, emê herin welatê xerîbiyê, heta temenê (emrê) te bibe sêzdeh- çardeh salî,
şîrê min li te jehr û zehferan be, ku tu neyê li şûna konê bavê xwe deynê, wê çaxê mêranî ji te re, û heyfa bavê xwe hilîne, berxê mino…, hey lo… Hê lo paşayê mino dilo dîne….
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Lawik biya diya xwe dikê, konê reş avêtin erdê, barkirin, ketin (neqiliya) xwînê. Sê şev û sê roja ji welatê Zozanê Şerefdînê, bala xwe danê, ne kon û ne ne (ins û ne cin), konê xwe danîn, du roja dimînin, çend kona li dora wan danîn, ji wan pirs dikin, hûn kîne, lawê kêne, (Eslê) we çiye?! Dibê; Axayo xwîna te bi me gelekî şêrîne. Me xwe li nan û dengê te girtiye, em jî xwînîne, ji îro pêve tu axayê meyî, emê di ber te de bêne kuştin û em ji te re (fidawîne). Hê lo paşayê mino dilo dîne….
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Çar salê wan çêbûn, heştê konî li dor wan danîye, bûye dora sed konî, Menîce xatûnê bandikê, mitrba wan jî kemençe û tembûre û bilûrê xwe, li ser çoka xwe danîne, ji wan dipirsê; Hûn ji kûne? Dibêjin; em ji Zozanê jorîne.
- De ka ji me re çend strana (kilama) li ser Zozanê Şerefdînê bêjin, min gelekî bêriyê kiriye. Hebekî ez acizim. Mitrba kemançê xwe û tembûrê xwe li ser xwe danîn û gotin; Erê Willeh, me bihîstiye ku Ehmed axa, Xwedê (teala) mala wî xirabike, birayê xwe kuştiye û birazîkê wî û jinbira wî bi welatê xerîbîyê ketinin, û em nizanin bê li kîjan welatî danîne, mala wa li mîratê gerandiye.
Gava ku mitirb vê galgalê dibêjin, dîsa Menîce xatûnê hêsir weke dilopê baranê dirjînê. Êvarî Hemdîno ji nêçîrê tê malê, dibîne ku diya wî bê meade, dibêje: Yadê te xêre, te bêriya welatê Zozanê Şerefdînê kiriye, bi Xwedê em nema agir li vir vêdixin, (lazime) sê rojê me biqedin, roja çara ez li şûna konê bavê xwe deynim, bibê gumguma (misînê qehwê), yadê em ketine welatê xerîbîyê, kes qîmetê me nagirê….
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Êvarî dîsa zilam li hev rûniştine, dinerin Hemdîno bêmeade, dibêjin; Axa te xêre, bi qesema navê Xwedê em sed kon li dora te ne, em bi law û zarokên xwe ve, ji te re (fîdawîne).
Hemdîno bandikê; gelî bira dilê min dilekî dilo dîne,.. ez ne zilamekî bê xwedî me, ez xulamokê hazirabim, ez lawê Hisên axayê dilo dînim, di nava min û apê min kuştin çêbû, ezê vegerim.
Gotin: berê me ji te re gotiye, em ji te re (fîda wîne), tu xwe bavêje (Behrê) em li pêşiya tene. Roja dî berê xwe dane welatê Zozanê Şerefdînê.. de bajo.. hey paşayê mino.. bajo…
Her sed kon pê re karbûn berê xwe dane welatê Zozanê Şerefdînê, sê şeva a çara dîsa li şûna konê
xwe danîne, gumguma misînê qehwê hat.
Sibhê dîsa bala xwe didimê, ku mij û moran ewir girtine.. dibê Ismaîl begê sibehê misînê dest li mêjê pêre ye, bi çavê xwe dît ku kona li şûna konê Hisên axa danînin, bala xwe dayê ku konê wî bi xwe ye, Hemdîn axa kurê wî bi xwe li vire.
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Ismaîl begê got: Bi qesema navê Xwedê ezê xwe bavêjim tore û bextê Hemdîno, belkî (rehim) têkeve dilê wî, min (efû) bikê, îşê me ji wan nîne, ku ev zilam ji bavê xwe ne zalimtir bana, konê xwe li şûna wî ne datanî.
Bi berbanga sibê re xwe avête koza Menîce xatûnê, go: Ez ketime bextê te û Xwedê de, dîsa guneh ji biçûka ye û (efû) ji meznaye, ji bo xatirê Xwedê hûn birayê hevdûne, derîyê xwe li mîratê digerînin, tê min bibê cem Hemdîno bera min (efû) bike, îşê me ji we nîne. Ew û apê xwene, yek li şûna yekî rûdinê, îşê me ji wan tunîne.
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Ismaîl begê xwe davêje kozê, û sola wî li ser serê xwe datînê. Dilê Menîce xatûnê pêdişewite, radibê berê xwe didê dîwana Hemdîno, dibêje; Ez ketime bextê te û Xwedê de, tucara hîn min tiştek ji te nexwestiye.
Got: Yadê, hema ne (efwa) gunehê Ismaîl begê û apê min be, tu çi bêje li ser sera û çava.
Got: lawê mino! Tê efwa Ismaîl begê bide, îşê wan ji van tişta tunîne.
Hê.. hê lo begê mino dilekî dilo dîne…
♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪ ♪
Wexta vê galgalê dibhîze, destê wî li diya wî nagere, efwa Ismaîl begê dide. Dibêje; lawo Isamîl begê tê here silava li apê min bike, bera xwe berde meydanê, ez li şûna xwîna bavê xwe rûnanim, ya ewê li şûna min rûnê, ya ezê li şûna wî rûnim, yan ew here welatê (neqliya xwînê) çend salekî, belkî rehm têkeve dilê min, ez herim wî ji welatê xerîbîyê bînim.
Ho… lê paşayê mino dilekî dilo dîne…
Ismaîl begê bi lez bandikê; Ehmed axa, hayê te ji bayê felekê nîne, rabe binêre li konê Hemdîn axa, bê çi axakî dilo dîne, bi qesema navê Xwedê wê çira te ji dunyayê (bitefîne).
Gotiye bela apê min xwe berde meydanê karê şerê min û xwe bike, yan konê xwe barke here welatê xerîbîyê, neqliya xwînê. Mehkûmo lo….
Ehmed axa da bala xwe got; Hema bi qesema navê Xwedê, dîsa (qiweta) min lê nîne, min bavê wî kuştiye, çênabe ez wî jî bikujim, ji min re nabe. ......... (Dûmahiye heye)
FFFFoooollllkkkklllloooorrrr 15
Ebdulbaqî Huseynî
Destana Hemdîn û Şemdîn (Xeleka 3)
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
16
ZZZZiiiimmmmaaaannnn
Pirtûka mamoste: Beyar Robarî
Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî
(xelek 15)
Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;
1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan
4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U).
6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.
Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.
97 8. ………………, em hevdû nas dikin.
9. ………………, ez jê hez nakim.
10- Jê re bibê, ……………… haje xwe hebe.
11- ………………, min xwastî ev bû.
12- ………………, berê wî dil tune here.
13- ………………., ezê werim.
14- ………………., nere ta ez têm.
4-Daçekên neyênî: negatively prepositions.
Ev daçeka nerazîbûna mirov ji rewş an çalekiyekê diyar dike. Daçek jî ev in: (na, bê, naxêr)
na
Na, ez naxwazim. Na, me hajê tune.
Na, ew hîro neyên. Na, jêre mebê. (fermanî)
bê
Bê av jiyan nabe. Bê evîn jiyan dijwar e.
Bê kar rewşa mirov xerab e. Bê te ez narim.
naxêr
Naxêr, ez ne ji virim. Naxêr, em hevdû nas nakin.
Naxêr, min Çîn ne dîtî. Naxêr, ez naxwazim.
Hîndarî -56
Valahiyên jêrîn bi daçekên neyênî dirust, dagire.
1. ………… ez wî nas nakim .
2. ………… min Qers ticar nedîtî.
3. ………… xew, mirov gêj e.
4. ………… ew nehatin.
5. Hîro jiyan ………… telîfon zehmet e.
6. Em ………… te, narin.
7. ………… me jibîr nekir.
98
5-Daçekên pirsyarî: asking prepositions.
Bi riya van daçekan mirov pirsa sedemên, çima çalekiyek pêkhat an pêknehat û çima kesek bi karekî ranebû dizane. Daçekên pirsyarî ev in: (ka, zar, qey).
Ka: where.
Ka, te fereng ji min re nanî? Ka, we sozê xwe bi cî nanî!
Ka, hûn neçûn? Ka, tu nehatî?
Zar: maybe.
Zar, ew ne li malin. Zar, wî dengê te nebihîst.
Zar, baran ke bibare. Zar, ew nexweş e.
qey: maybe, as if.
Hîn zû ye, qey em derin. Bêna xwe ferh ke, qey tên.
Qey ez dîn bûmî!! Ma qey ke te bixwe!
Hîndarî -57
Valahiyên jêrîn bi daçeka pirsyariya dirust, dagire. (ka, zar, qey)
1- ………… we çi kirî?
2- ………… wan ji vir bar kirî.
3- ………… te ji min re negot!
4- ………… em ji we re tînin.
5. ………… xwarin li xweşiya te neçû!
6. Lo de ………… hêdî hêdî şîv dikele.
7- Jê bigere, ………… ji xew radibe.
8- ………… tiştek vêre çêbûyî, ku ta niha nehatî.
9- ………… bêje hûn ta niha li ku bûn?
10- Bisekne, ………… bi xew ve dere.
11- ………… bêkêfe, loma deng nake.
12- ………… em rojekê rastehev tên.
13- ………… Dildar li ku ye?
14- ………… wan nebihîstî.
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
17
ZZZZiiiimmmmaaaannnn
Ariyên
1- Ji dest dana para jêrîn ji Kurdis tana Iranê (Iqlîmê Loristanê) bi qesdî û
hêştina wî li şûnmayî ji her aliyekî ve, û bi taybetî ji aliyên çandeyî, fêrki rinî,
aborî û ji aliyên rêavaki rinê ve ().
2- Cihêbûna wê ya ceografî û tunebûna rêyên nûjen ta sala 1930, (2) û
dûrbûna wê ji navendên tîrêja çandeyî û ramyarî ya kurdî yên din ve.
3- Tunebûna pêmi jûliya herêmî û neteweyî bi vê zaravê û tengkirina
fêrki rinê di wir de bi zimanê Fars î, û ji qelsbûna belavki rinê bi vê zaravê, ku
derî veki rî hêştin bo têraçûna çandeya fars î û hikariyên wê yên zimanî li
hember qelsbûna çandeya neteweyî ya kurdî û pêşveçûna vê zaravê di
herêmê de.
4- Serdestiya desteya Şîî’ ya , ku deselatdarên Iranê mîna ki ryarekî
serekîn bi kar anîn bo kaşki rina rûniştvanên vî parçeyî ji Kurdis tanê bo bi ser
xwe ve anîna xişûşên wan ji ber egerin ramyarî û ol î bi mebesta herimandina
jêhata wan a neteweyî û beravêtina xişûşên wan ên neteweyî yên kurdî.
5- Kurtki rina bandora tevgerên neteweyî yên kurdî di wê parçeyê
Kurdistanê de, û vê kiryarê hêşt, ku bo deraxeke bilind, qelîştek mezin di
navbera pevgirêdana neteweyî ya rastîn a rûniştvanên wê de, û pêwendiya ,
ku deselatên Iranê pêda kirine û nan dane, bi alîkariya ki ryarê çaremîn ê, ku
me li jor aniye zimên.
6- Bi ser vê yekê gişî ve, jê venebûna bi karanîna çareyên hişkî, zorê,
qi rki rina giştî, koçki rin û damedorki rina aborî û ji cî hilkirina êlî di her gavekê
de û di giş serdeman de (3) di j bi rûniştvanên Kurdistanê, herku del îve ketin
destên wan, tevî ku hindik bûn, ku ewana dilxwaziyên xwe yên neteweyî yên
kurdî bînin zimên. Bi wê şêweyê, ku bikaribin armancên xwe bi cih bînin. Bo
pişaftina gelê Kurd û tunekirina wî.
Van hemî ki ryaran, û ki ryarin din ên, ku bo pêzanan ne veşartîne, ji
deselatdarên Iranê re hat xuyaki rin, ku pişaftina va para mezin ji gelê Kurd,
berî gel û neteweyên din ên Iranê, dê asanti r be, û bo vê yekê jî hinek
pênûsên kirêki rî amade ki rin bo çewtki rina rastiyên dûrokî, lê belê ramyariya
pişaftina neteweyî û dest li ser danîna şaristanî û çi rkînki rina zimanî nabe, ku
bi di rêjî s îngberiya li hember rastiyên mi jareyî bikin.
Kurdbûna zarava Kurmancî ya başûrî (Lorî) berî her tiştekî (Şerefnamê) sala
1596ê (4) bi cih ki riye, ango berî, ku hîsa neteweyî an ramana neteweyî ya
kurdî biwerixe, û eve jî tê wê yekê, ku Şeref Xanê Bedlîsî zaravên kurdî bi
hûrlênêrînîneke dûrî hikariyên neteweyî an ramana siyas î bi cih ki riye û Basil
Nikitine jî piştgi riya vê jêhatê ki riye (5).
Hema Kurdbûna zarava Goranî ji aliyê Şerefnamê ve hatiye bi cih ki rin û hem
jî Edmonds û Taufiq Wehbî (6) piştgîrî jê re ki rine û vê yekê bi aşkerebûna
kesên, ku bi vê zaravê dipeyivin, tînin zimên.
Cihêbûna zaravên zimanê Kurdî nabe ku bibe egereka lêdanê li ser rastemaka
zimanê Kurdî û serxwebûna wî, wek zimanekî cihê ji zimanên derdora wî, çiku
nivîseran û zimaneran gava li ser zimanê Kurdî dipeyivin, ewan her parve dikin
çende zaravan, lê pi raniya wan li ser belîki rina hejmara zaravêd wê yên rastîn
ne li hev in (7) û me hinek egerên wê yên, ku têkiliya wan bi herdu zaravên
Kurmanciya baçûrî û bi Goranî re hene, lêv ki rine.
Ji ber gelekiya zaravan di zimanê Kurdî de, hinekan bawer ki rine, ku ev ziman
tenê zaraveke herêmî ye, ji newalekê ta bi yeka din, ji hev cihê ye, û Major
Noel ev bi gotina xwe bi paş ve da, gava gotiye:” Pir caran tê gotin, ku zimanê
Kurdî tenê zaraveke ji newalekê ta bi yeka din ji hev cihê dibe. Raste ku ziman
di başûrê rojhilatê Kurdistanê de (Babanî) piçekî cihê ye ji Kurmancî, lê ew
gotin ne rast e, ku van ciyawazî, di navbera herdukan de cihêbûnên hinavî ne.
Bi min re mêrin ji Botan û Diyarbekir û Hekarî hebûn, wan tev ji hev û din
têdigihîştin û zarava serdest li dûrtirê rojavayê Kurdistanê, û tenê diviya bû, ku
çend hefteyan li wir bimînin, da ewan weku çawa bi zimanê mala xwe
dipeyivin, bixuyin. Van ciyawazî hene û egera hebûna wan a yên serekîn di
guhartina dengên tîpên nerm de ne, û bo nimûne min gotina Dayik bi van
şêweyên lêvkirinê bihîstine: Day, Da, Dê, Dayk û ev cihêbûn bêguman carinan
kesê biyanî ditewişîne, ewê ku hîn nebûye bihîstina cihêbûna dengên mîna van
dengan.
Weku vê jî cihêbûna zaravan li pêş wî pirtir dibe, gava kar û kiryarên bêjeyên
guhartî pir bi kar tên derdikevin hembera wî, nimûne: Bêjeya (Niha) li
Suleymaniyê (êsta), li Hekariyê (niha), li rojavayê Kurdistanê (anka) tê
lêvkirinê, û bi şêweyên din jî tê lêvkirinê, wek: (anîka), (nike), (henûske), lew
re her kesekî, ku li ba wî paşdîwarekî baş bi zaravekê ji zaravên serdest ên, ku
li Iqlîmekî ji Iqlîmên Kurdistanê hebe, ew dikare bi asanî û bi zûkî zarava din
bigire, û tenê bo wî amadekirina lîsteyeke, ku tê de hinek bêjeyên cihê hebin,
giring e. (8)”
Lê belê dîsa jî, tevî hebûna hinek cihêbûnan di navbera zaravên kurdî yên
herêmî de, taybetiyên hinavî yên zimanê Kurdî bala û aşkere ne di wan hemî
zarvan de (9) û di warê hejmara zaravên serekîn ên zimanê Kurdî de, parki rina
tev rastîn û bi rastiyên zimanî û ceografî re hevtêl e, ev e:
1- Kurmanciya bakurî
2- Kurmanciya Navîn
3- Kurmanciya başûrî
4- Goranî
Bo her zaraveke serekîn ji van zaravan komeke zaravên herêmî (liqî) yên, ku
wek hevin, bi şêweyekî giştî hene, di taybetiyên xwe yên zimanî û dengên wan
de ji bilî hinek cihêbûnên sivik, çi di hinek bêjeyan de, an jî di tîpan de an jî di
Pirtûka: Fuad Heme Xorşîd Wergerandin ji erebî: CanKurd
Pirtûka Zimanê Kurdî û dabeşkirina
ciyografî ya zaravên wî (Birr 3)
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017 ZZZZiiiimmmmaaaannnn 18
hikarbûna hinek bêjeyên zaraveke herêmî de ji wan bêjeyên zaraveke
hevsera wê ye. Dibe jî ku zaravên herêmî yên zaravên kurdî yên serekîn ji vê
l îsteyê bên berçavki rin:
Zimanê Kurdî û zaravên wî
Zarav Serekîn Zaravên wê yên herêmî (navçeyî)
Kurmanciya bakurî Bayezîdî, Hekarî, Botanî, Shemdînanî, Behdînî, Zrava
rojavayî
Kurmanciya navîn Mokrî, Soranî, Erdelanî, Suleymanî, Germiyanî
Kurmanciya bashûrî Lorî ya mak, Bextiyarî, Mamasanî, Kohkiwoyî, Lekî û
Kilhorî
Goranî Goranî ya mak, Hewrmanî, Bacilanî, Zazayî
Egerên pirbûna zaravên kurdî
Egera pi rbûna zaravên kurdî gelek kiryarin, lê bo van herdu ki ryarên xarê
si reyeke serekîn heye di cihêbûna zaravên vî zimanî de, ji pêdabûna wî ya
yekemîn ve, û ewan ev in:
1- Kiryarê Ceografî:
Bo nîrên si rûştî yên Kurdistanê, ku çiyayên wê asê ne, û rêyên wê ne asan in
û kêm in, û nîrên hewaya wê zor in, û bi taybetî di salkêlka zivis tanê de,
hikariyeke diyar di cudabûna êlên kurdî de ji hev û din heye, çi di serdemên
kevnare û yên navîn de, ku hîngê bi şêweyekî berbiçav çareyên pêgihanê yên
ramanî, çandeyî û tev li hevbûna mirovî pi r kêm bûn, û ji ber wê jî, ji hevdûrî
û ji hevcudayî û tev li hevnebûnê şêweyên zimanî yên ku li herêmekê bi
derbasbûna demê re ne wek hev û din bûn, û bi gotineke nêztir, bo ki ryarê bi
tenê mayîna ceografî hikariyeke diyar di pêdakirina pi rbûna zaravên vî zimanî
de heye.
2- Kiryarê ramyarî:
Ji ber ku bo Kurdis tanê yekîtiyeke ramyarî (siyasî), ku teviya herêm û Iql îm ên
wê bigi re, bi dest ne ket, lew re bo wê keleporekî wêjevanî yê giştî pêda ne
bû. Û tevî ku hinek dewlet û mîraniyên kurdî yên serbixwe an wek serbixwe
derketin holê, û bi taybetî di serdemên îslamî de, lê wê yekê delîve li ber
pêşketinêa zimanê Kurdî yê yek bûyî venekir, ters î vê hîn ji hevdûrketin û
rakêşana wan zaravan ji hev û din çêkir, û ew jî bi egera cîlawa herêmî ya , ku
wan mîranî (mîrnişîn) pê hatibûn taybetki rin û ewên, ku bi pi ranî palpiştiya
zarava herêmî ya di herêma wan de serdest e, ki rin.
Lê divê em li vi r lêv bikin, ku çi serhedên (sînorên) zimanî yên hûr û bi
pênasên aşkere, navbera zaraveke serekîn û yek dî ve ne bi rrîne, û ta di
navbera zaravên wê yên herêmî de jî tune bûne. Tersî wê yekê, em dibînin,
ku hemî van zarav tev li hev bûne, derbas nav hev û din bûne û bi nav hev
ketine, ji ber ku guhartin ji zaravekê bo yeke din bi şêweyekî pileyî û hevgirt
pêda dibe û hîç guhartineke ji nişka ve û lezok çê nebûne, ku mera bi îva
zimanî ya zarava dî bihese.
ku hemî van zarav tev li hev bûne, derbas nav hev û din bûne û bi nav hev
ketine, ji ber ku guhartin ji zaravekê bo yeke din bi şêweyekî pileyî û hevgirt
pêda dibe û hîç guhartineke ji nişka ve û lezok çê nebûne, ku mera bi îva
zimanî ya zarava dî bihese. Bo nimûne, gava yek di navbera xelkê herêma
Erbîl-Şeqlawe, Rewandoz, Hac Imran, Xane, Nexede, Miyandiwab û
Mihabad de digere, hîç bi sînorekî zimanê yê, ku di navbera herdu zaravên
Soranî û Mokrî de nahese, ewên ku navxêza (qutbê) wan di ba jarên Erbîl û
Mahabadê de ne.
Mera dikare vê diyarkê dîsa berçav bike, gava mera ji zarava Kurmancî ya
bakurî ber bi ya navîn hildibe, çiku Basêl Nîkîtîn ber bi çav ki r, ku hinek
taybetî hene, dihêlin mirov bawer bike, ku zarava Şemdînan ne zaraveke
Kurmanciya bakurî ya paqi j e, lê ew koçberê hilbûna ber bi zarava Kurmancî
ya navîn numa dike, ji ber tunebûna bikaranîna herdu tîpên (ji ) û (le) (10), û ev
diyarke bo kesê, ku ji Suleymaniyê - Penciwîn, ber bi Merêwan - Sineyê diçe,
diyar dibe ew hîç bi serhedeke zimanî ya di navbera herdu zaravên Suleymanî
û erdilanî de nahese, ewên ku navxêzên (qutbên) wan di ba jarên Suleymanî û
Sine de ne.
Ev rewş bo kesê, ku di navbera şarên Kermanşah-Ilam-Xurem Abad û
Şarîkurd de digere, xuya dibe, ew ji aliyê zimanî ve di navbera zaravên
Kurmanciya başûrî ya herêmî de nahese.
******************************
) Mebest ji bêjoka (Iqlîmê Loristan) di vê pirtûkê de, aliyê başûr e ji Kurdistana Iranê
ya, ku ji rêya Qesrî Şîrîn-Kermanşah li bakur û ta Bender Deylem û Hesarê li başûr, di
nav de jî herêmên Pêşkoh, Piştkoh û Balagirêwe, Bextiyarî, Kohgilo û Almasanî.
2) Hikûmeta îranî çêkirina rêka yekemîn a bo tirumbêlan di nav Loristanê re bo
asankirina bi cih anîna amancên xwe yên leşkerî dij bi Kurdan, di sala 1936ê de biryar
kir, û gelê kurd dij bi wan kiryaran derket û lew re teşxele li hemî bajêrên Iqlîm pêda
bûn û berztirê wan serhildana şêniyê bajêrê Xuremabad û herêma derdora wê bû di
wê salê de. Doglas yek ji wan qirkirinên xwînî, ku Riza Pehlewî dij bi şêniyê Iqlîm di
wê salê de kiriye, aniye zimên, bo hûrikên wê vegere: Doglas, William O.,(Strange
and Friendly people) Niviskar ev birr wergerandiye bo Erebî û di rojnameya El-Iraq
de belav kirine (hejmar 1473-16-12’1980) di pêkeva rojnameya El-Iraq de hejmar
(40) Çileyê pêşîn-Çileyê paşîn 1980.
3) Dûroka deselatdarên Iranê dagirtiye bi ramyariyên nijadî yên wek van karan, çiku
berê jî Şah Abbas (1571-1629 z.) çareya koçkirina tevayî dij bi êlên kurdî bi kar anî
bû, û wilo jî Nadir Şah (1688-1747 z.) û Şah Riza Pehlewî,û Mihemmed Riza Pehlewî
ramyariya zordarî û metirsînê dij bi gelê Kurd bi kar anî bû, û li ser koçkirina Kurdan
di dema Şah Abbas û Nadir şah de vegere:[ Van Bruinessen, Op. Cit., P. 215-220]
4) Bedlîsî, Sherfxan, Sherefname, wergerandina Hezar çapxanehê Nu'man, Bexdad,
1972, r. 29 û Bedlîsî, Sherfxan, Sherefname, Wergerandina Mihemmed Elî ewnî,
birr 1, Qahîre 1958, r. 12, wergerandina Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî, Bexdad,
çapxaneya Elnecah', 1953, r. 20
5) Nikitine, Basile, (Kurdish stories...), op. Cit., p. 121
6) Wahby, tawfiq and C.J. Edmonds, op. Cit., p.V.
7) Nikitine, Basile (Kurdish Stories…), Op.cit., P 121
8) Noel, E.M., (Dairy of Major E.M. Noel on special duty in Kurdistan from June. 14th
to September 21st 1919, Basrah, 1919, p.9 û di v pirtk da rojnivîs û bîranînên Major
Noel li ser gera w ya di rojavayê Kurdistanê da sala 119 ê hene, ji ber giringiya
pirtûkê, niviskar di rojnameya Eliraq Elcedîd da (hejmar 387) di 02.06.1977 da belav
kiriye
9) Wahby, Taufiq and C.J.Edmonds, Op.Cit., P.V.
Bo nimûne li van pirtûkan binêre:
1- Zekî, Muhemmed Emîn, jêdera berê, r. 297-327
2- Fuad, Kemal, jêdera berê, r. 24
3- Enwer, Elmaî, Kurd li Behdînan, Mûsil 1960, r. 60
4- Xal Muhemmed, Ferhengî Xal, Suleymaniye 1960, r. 60
5- Resûl, Izziddîn Mustefa, Zimanî edebî Yekgirtûwî Kurdî, Bexdad 1971, r. 19-
25 û ên din..
Noel, E.M., (Diary of Major E.M. Noel on spezial duty in Kurdistan frome June. 14th to
September 21st 1919, Basrah, 1919, P.9 û div ê pirtûkê de bîranînên Major Noel li ser
gera xwe di rojavayê Kurdistanê de sala 1919ê hene
Ji ber giringiya pirtûkê, niviskar (Fuad Heme Reşîd) ew di rojnameya El-Iraq de ,
hejmar 387, 2-6.1977 de rêxistiye..
) Edmunds, C.J. (Kurds Turks…), op. cit., P.7.
) Ew sînorkirina piçekî mîna ya Edmonds e, binêr: Edmonds, C. J., op. cit., P. 10
10) Nikitine, Basele, op. Cit., p. 121
........... Dûmahî heye ...........
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
19
Xorşîd Şûzî
ŞÊX SEYÎD Ê PÎRAN ÊX SEYÎD Ê PÎRAN ÊX SEYÎD Ê PÎRAN ÊX SEYÎD Ê PÎRAN
Şêx Seyîd kurê Şêx Mehmûdê Neqişbendî ye, di
sala 1865an de li gundê Keledarê Xwedê daye,
bavê wî mala xwe bi re gundê Palo, Palo jî gundeke
di wîlayeta Gêncê de ye.
Şêx Seyîd Li ser destê bavê xwe Qur’an ezberki riye,
bi dûv re zanistiya fiqih û şerî’eta îslamî xwendiye,
û piştî xwendina xwe bi dawî ki r bû zanis tvanek û
rêberek mezin li herêma xwe de, û bi dû mirina
bavê wî re, serdariya dînî kete destan.
Şêx Seyîd peyakî pi r zane bû, behweriyên wî bi
gotinên mirovan li ser şêxan nedihatin, û maçkirina
destan rakir, ji vê yekê gelek Şêxên nebaş bi ti rka
re li dijê wî doz gi rtin, da ku zanîngehekê wekû
“zanista Ezher” li bajarê Wanê venekê... Şêx Seyîd
di politîk dekarki r, ji dema komelên kurdî hatin
avaki rin, di navbera 1908 û 1923an de, û gelek
dostanî bi malbatin welatparêz re girêda, wekû
Malbatên “Bedirxan beg û Şêx Ûbêdullahê Nehrî” û
gelek ji serdarên kurd.
Di peyîza sala 1924an de, dewleta ti rkî hinek ji
serdarên “komela Azadî” gi rtin, ji wan dû mêrxas
bûn, “Xalidê Cibran û Yûsivê Zeya” ku di bajarê
Bedlîsê de wan dane ber guleyan, bi dûv re Şêx
Seyîd seroketiya komelê ki r, û kongerek li bajarê
“Helebê” di çi rîya paşî de sala 1924an çêbû. Şêx El î
Riza kurê Şêx Seyîd ji dêvla bavê xwe hate kongirê,
û gelek ji serdarên kurd ji kurdistana bakur û rojava
di kongirê de amade bibûn...
Di kongirê de bi riyara şoreşeke mezin hate standin,
û roja Nûroja kurdan di 21 Avdarê de, bibe destpêka
şoreşa vegerandina mafên netewî ê kurda.
Ji bo piştgi rtina kurda ji şoreşê re başbe, Şêx Seyîd li
kurdis tanê geriya , û roja 5an ji sibatê bi hevaletiya
100 çekdar re gîşte gundê Pîran, bi gîştina wî re
komek leşkerê ti rk bi serdariya mûlazim Husnî
Efendî hatibûn ji bo çend peya yê kurd bigrin, Şêx ji
wan xwest kû di amadebûna wî de tu kesî negi rin, lê
serdarê leşkeran erêkirin neki r, û şer di navbera
wan de pêket, çend leşker hatin kuştin û yên dî
hatin gi rtin ji aliyê kurda ve....
Ev bûyer di roja 8ê sibatê de çêbû, lê dema nûçeya
vê bûyerê belav bû, serdarên kurda guman ki rin kû
şoreş destpêkir, û êrîş berdan ser leşkerên ti rka li
hemî cîgehan... Şêx Ebdil rehîm birayê Şêx Seyîd,
ba jarê “Gênc” ê ji leşkerê ti rkan paqi j ki r, û ki re
paytexta kurdis tanê ta ku Amed (Diyar Beki r) bê
azadkirin.
Şoreş bi lezî li 14 wîlayetan ji kurdis tanê belav bû, û
bîti rê 600 hezar kurd û 100 hezar “Ermenî, Çerkes ,
Ereb û Aşûrî” têde şoreşvan bûn... şoreşvanan
Amed dorpêç ki rin, lê mixabin nikarîbûn ji destê
ti rkan derxînin, dema hêzên turk bi çekên gi ran ji
Amedê ve nîzîkbûn, şoreşvan bi paşde vegeriyan, lê
ti rka rê liber wan gi rt bi arîki rina Ingil îz û Ferensiyan
ji bo şoreşvan derbasî Sûrî, Îraq û Îranê nebin, û bi
Ti rêna di bin destê Frensa de bû leşkerên Ti rk s înor
tev dorpêç ki rin ta nîzîkî ba jarê Mûsilê...
Di vê şoreşê de Hezarê xaniyan hatin şewitandin,
400 gund di herêmê Agrîdax û Tenderîk de , û 300
gund di herêmê Çolemêrg û Hekarî de hatin talan û
berebatki rin, û 15 hezar mirov hatin kuştin, û gelek
Zarok, Jin û kal bi saxîtî di behra Wanê de bi destê
ti rkan ve hatin noqkirin, ev ti ştên ber çav bûn
hovîtiya ti rka da xwiyaki rin, bil î ti ştên ne ber çav.
Di meha Nîsanê de Şêx Seyîd û 47 ji serdarê şoreşê
hatin gi rtin, û piştî mehkemekî bi derew ji wan re
çêkirin, ew dad ki rin bi şeniqki rin... Di 30ê gulanê
de sala 1925an li ber kini rê, Şêx seyîd got:
“Her jiyanek dawî jê re heye, û ez ne poşmanim
dema ez bibim qurban di ber milletê xwe de“, û bi
dengekî bilind bankir “bijî Kurdistan“ .
Dema gotina Kurdistanê kete guhê ti rkan, bê
rûmetekî ji wan singiwê tifeka xwe li zikê wî xis t, û
qamçîbaz werîs li qi rika wî pêça, û tevî êşa xwe
wekû Şêr qîrînek da, û dîsa got: “bijî Kurdistana
pêşeroj“.......
Lê mixabin nehiştin careke dî bêje, ji ber deyûzê
qamçîbaz rûniştek ji bin kişand.
DDDDîrrrrooookkkk
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
19
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Dîmenek ji Xûrz-Abad
Dr.Ezîzê Cewo
Awirek berbi cîhana kevnar va
ZERDEŞT PÊXEMBER
GELO EM HER TIŞTÎ DI DERBARÊ WÎ DA DIZANIN?* Xelek 5
“Wisa tevlîhev e, wisa di nav nehênîyan da veşartî ye, wek dîroka medên
kevnar”. (Gotina kevnar a rûsan)
7. Di dîrokê da hîç tiştek jî bê şop winda nabe.
Û ew jî ras tîyeke dêrokê ye!
…Êdî ew dem bihurîne, demên nû hatine, merc û
rewşên nû û mirovên nû derketine holê, lê li ser
bingeha wan mîfên (efsane) bêkêr û bêwate, yên di
derbarê tiştên bûyî-nebûyî da (wek ku bi rastî
Movsês Xorênats î ew navki rine!), di tevahîya
dîrokê da di derbarê netewekê da dîtinên wisa yên
lêpovajî û tewş belavkirine...
Û hê dereng, heya piştî hezar salî jî, wek ku li jorê
hate gotin, Movsês Xorênatsî dengvegerên wan
mîfan, wek rastî bi bîr tîne û hewl dide wana bi
peyvekê şi rove bike, ya ku tu pêwendîya xwe bi wê
wateyê ra nîne: “...Evan tiştana, wisa jî di
destaneyên s trankî da tên gotin. Ev jî, wek ku min
bihîs tye, di nav niştecîyên herêma Goxtin a bi
şeravê dewlemend da bi dilgermî hatine parastin.
Di nav wan da s tran hene, yên ku di derbarê
Artaşês û lawên wî da dibêjin û wisa jî di derbarê
peyhatîyên Ajdahak da (Astîag/Îştûvêgû.
– E. C.) bi bîr tînin û ji wan ra bi awayekî lomeyî
dibêjin yên ji tûra zîyê (di orîjînala ermenî da –
վիշապազուն/všapazun – E.C.), ji ber ku peyva
Ajdahak di zimanê me da tê wateya zîya”. –
Xorênatsî gotina xwe bi dawî tîne. [30, rû. 84].
Li ber çavan e, di vê nivîsarê da hinek ti şt tevlihev
ki rine. Di wî parçeyê ji pi rtûka Xorênats î ya navborî
da mabest ne ku peyva a jdahak/աժդահակ/
aždahak e, lê peyva a jdaha/աժդահա /aždaha ye,
her çiqas , ji van herdu peyvan hîç yek jî di zimanê
ermenî da wateya zîya (վիշապ) nade zanîn
[raveki rina van peyvan a giştî – 13]… Wek ku tê
xuyan, an ev şaşîyeke teknîkî ya nivîsyarên paşê
bûye, yan jî, hinekên ji wana zêde bi wan mîfên
bêkêr û bêwate yên farsan ra gîro bûne...
Li vi ra , helbet, wisa jî heya radeyekê wê rewşê rola
xwe l îs tye, ya ku piştî ji ser text avîtina Îştûvêgûyê
padişahê Medyayê yê dawîn û, di encamê da,
rûxandina Împêratorîya Medyayê li hole bûye. Û
piştî van bûyerên dramatîk êdî bûye mode, li ber
Qurûşê vasalê duh ê xayîn û delkbaz û peyhatîyên
wî xwe xweş bikin. Û ji wê û pêva bi hevguhartina
danayan û lêpovajîki rina agahîyên dîrok ji hemû
serdarên farsan ra bûne kevneşopîyekê…
Bi kurtebînî di derbarê wê da, ka çawa Qurûş dibe padişah.
Wek ku tê gotin, Qurûşê (Qurûşê II ê dihatûyê)
satrapê bindest ê fars derdorê sala 550î ya berî
serdema me, bi alîkarîya çalak a giregi r û maldarên
medî, yên ku ji Îştûvêgûyê (Astîag) padişahê
Medyayê dilxweş nînbûn, bi rêya delkûdolaba
leşkerî di Medyayê da des thilat darîyê hil tînin
destê xwe. Û wek kû tê xuyan, di destpêkê da
gi regi ran ji Qurûş bawer ki ribûne, ku ew tenê
Îştûvêgûyê kalkê xwe ji ser text davêje…
Û, wek ku tê xuyan, piştî wê, ji bo ku ew li ber
gi regi rên medî, siyasetmeder û serfermandaran
xapînok neyê xuyan, ew di destpêkê da tenê navê
Împêratorîya Medyayê bi Împêratorîya Med û
farsan diguhêre… Û, wek ku ji bûyeran tê xuyan,
gi regi rên medî yên serhildêr di destpêkê da li
hatina Qurûş a li ser text wek derbeya qesrê ya
hindurîn nihêrîne.
Lêbelê hêvîyên wana nehatine sêrî, her çiqas , piştî
wê xiyaneta wan împêratorî bi xwe wek a Med û
farsan hatye navki rin. [5, pi rtûka I, beşê. 107 û 125
– 130; 8, rû. 413 – 424; 18, rû. 52 – 58; wisa jî li
xerîta 2em binihêrin – di pêvekê da ye], lê piştî
çend nivşan yên medî bi berekê va ji hemû
peywirên gi rîng tên dûrxis tin û tenê dikaribûne
erkên radeya duyem di wê împêratorîya cîhanî da
pêk bînin, ya ku di dîrokê da wek dewleta
hexamanîyan tê nas în, lê Medîya bi xwe jî dibe yek
ji satrapîyên (herêm) wê. …
8. Her çi jî hebe!
Ji bo ku mirov tê bigihîje, ka, gelo ev mîf û çîrok
destpêka xwe ji ku digi rin, em careke dinê vegerin
ser agahîyên dîrokî yên di derbarê Kavî Vîştaspê
nebînayî û comerd da.
Wek ku li jorê jî hatibû gotin, di çavkanîyên dîrokî
da navê Vîştaspa wek padşahekî qenc (îdêalî),
têkoşerê ji bo bawerîya rastîn û dadwerîyê tê
bîranîn, bi taybet di derbarê lehengîya wî ya
serbazîyê
serbazîyê da tê gotin (van agahîyan anegorî
agahîyên Movsês Xorênats î bikin, ên ku wî “...di
pi rtûka keldanîyan da dîtibûye”, û li jorê behsa wan
hatibû ki rin)…
Lê, ti ştê balkêş ew e, ku dîsa jî, di dîroknûsîya
ermenîyan da med-kurdan hê jî vîşapazûn
(վիշապազուն/všapazun), û ne vîştaspazûn
(վիշտասպազուն/ vš taspazun) nav dikin.
Çima?
Li jorê hate gotin, çawa di Medyayê da Qurûşê
satrapê fars (ê ku paşê dibe Qurûşê II) ê torinê
Îştûvêgûyê padişahê dawîn ê Medîyayê tê ser text…
Wek ku tê xuyan, ku berî ji ser text avîtina kalkê
xwe, Qurûş kampanîyeke çalak a reşki rinê li di jî
padişê hem di nava gi regi ran, hem jî di nava gel da
meşandye, ji bo ku di nava wan da tavîyên (mewzî)
wî lewaz bike, wana li di jî wî helwestdar bike. Ew bi
rêya mirovên xwe di nav gel da gotegotên vala û
bêkêr ên di derbarê ti ştên bûyî-nebûyê da di
derbarê kalkê xwe da dide belavki rin.
Û, wek ku tê xuyan, ew çîrokana wek rastîyekê
hatine peji randin, ji ber ku ew ji hêla nevêyê padişê
bi xwe va hatibûne belavki rin, ji hêla wî mirovî va ,
yê ku, hem di qesrê da, hem jî di malbata padişê da
wek ku dibêjin, “mirovê malê” bûye...
Hema evê di jpropagandayê jî di pi rsa ji ser text
avîtina Îştûvêgû da, wek ku tê xuyan, rola xwe ya
dîyar lîs tye... Û piştî ji ser text avîtina padişê jî ev
şer û buxdanbêjî didomin û di nava gelê cînar da jî
belav dibin, bi taybet jî di nava ên vasal (bindest)
da . Lewra ku, wek ku tê zanin, afrandinên gelêrî
yên zarkî carna welatê xwe nînin.
Va, dîroknûs îya fermî ya farsan li ser bingeha mîfên
weha jî dest bi gavên xwe yên yekem dike.
Û, wek ku tê xuyan, paşê mîfên weha wisa jî ji bo
hinek beşên berhemên dîroknûsên kevnar, di nav
wan da wisa jî ji bo “Dîroka” Hêrodotos , dibin
bingeh, . [5, pirtûka I, beşê 107, 125 – 130].
A, hema, kilîta raveki rina mîfa farsan a di derbarê
Îştûvêgûyê Pi rhespî yê padişahê Medyayê da [30,
rû. 89 – 92], û ya ronîki rina serpêhatîyên di derbarê
pêwendîyên Kavî Vîştaspîyê nebînayî û Zerdeşt
20
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
21 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Pêxember da hema di vi r da ye.
Çîrokbêj-“dîroknûsên” qesrî yên farsan bi vî awayî
di hindûrê qesrê da li dû hev danayên dîrokî bi hev
biguhêrin, bûyeran lêpovajî bikin, navê kesayetîyên
dîrokî wisa diguhêrin û her ti ştî wisa dikin, qey
bibêjî ewana hîç tunebûne jî...
Lewra jî, tiştê matmayînê nine, ku di hewayeke wisa
da divê şêwazdayêneke wisa ya dûrî heş û sewdayê
mirov a dîroka “windabûyî” ya Kavî Vîştaspayê
padişahê nebînayî û welatê wî derketa holê: “...ne
di derbarê wî welatî da , yê ku wî padşahtî lê ki rye,
ne jî di derbarê dema jîyana wî ya rêal da hîç
daneyeke rastîn nîne, her çiqas hîç şik û gumanek
nîne, ku padişahekî wisa bi rêalî hebûye”...
Û, hema ji vê jî, mirov dikare bi dibetîyyeke
(îhtîmal) mezin bibêje, ku sedema wê, ku dîroknas
bi tu awayê “nikarin” ne welat, û ne jî dema
padişahtîya Kavî Vîştaspa, û ya pêxembertîya
Zerdeşt bi awayekî bibînin, hema di vi ra da ye…
Lêbelê eva her tenê terefekî pi rsê ye!
9. Û aspêkteke wê dîroka tevlihev a dinê jî…
Lêgerîn didin xuyan, ji bilî van hemûyan, wisa jî
terefekî dinê yê tevl îhevîtîya vê dîrokê ya dinê jî
heye. Ew pi rsa radeya rast bi kod (veşartî)
nivîsandin û paşê jî deşîfreki rina nivîsarên
“Avêstayê” ye.
… Eger hildin ber hesêv, ku dema hilweşandina
“dewleta hexamanîyan” ji hêla Îskenderê Makêdonî
va (s. 331ê ya berî s . m.) “Avêsta” hatye tunekirin:
hemû pirtûk avîtine deryayê, an dane ber devê êgi r,
û, eger heya hinek beşên nivîskî yên wê hatibin
parastin, lêbelê, dîsa ji wê û pêva ew bi zarkî hatibe
belavki rin jî, diyar dibe, ka nivîsara “Avêstayê”
çiqasî hatye guhartin. Ji ber wê, hîç lêgerînêrekî jî
orîjînala wê nedîtye, her paşê li ser bingeha
kevneşopîya zarkî ya dewr û zemanan “Avêsta”
jinûva nivîs îne (bi awayê nivîsa veşartî, ya kodkirî) ...
Bi dîtina Î. M. Dyakonovê rojhilatzanê sovêtî-rûsî
pi rsa dema nivîs îna kevnti rîn beşên “Avêstayê” ne
diyar e... Ew dibêje, ku yên Gat demekê ji hêla
mogan (rahîban) û terefadarên wê bîrûbawerîyê va
bi zarkî hatien belavki rin, lê her piştî Darîûsê I ew û
kevnarti rîn beşên “Avêstayê” bi hev ra hatine
nivîs în, dema nivîsa îranî ya li ser bingeha alfabêya
aramî hatye bikaranîn. [8, rû. 45 – 46].
Lê akadêmîsîan Î. M. Stêblîn-Kamênskî dinivîse, ku
“Avêsta” jî, mîna “Êncîlê”, ji nivîsarên demên cuda
hatye berevki rin, yên ku carana bi zimanê mirî, bi
şaşîyên rêzimanî hatibûne nivîs în, û parçeyên dinê
ki rne navê (interpolation)...
Ku ew wate, yên ku nivîsyaran ki rine nivîsara Gatan,
carna dikarin ewana ji ber xwe derxistibin
(hinartibin)... [4, rû. 27 – 30].
Û dema nedîyarîyeke weha li hole ye, di jwar mirov
bikaribe
bikaribe bibêje, ku di “Avêstayê da” dikaribûn
hemû şêwazên zimanî û agahîyên destpêkî hatine
parastin... Wisa jî, dibe ku, mirov dijwar bikaribe
bibêje, ku deşîfrki rina nivîsarên “Avêstayê”, wisa jî
ya peykerên kevnar ên nivîskî yên dinê rast pêk
anîbin...
Û, eger ew hemû, çi ku îro berev bûye, mirov di
nava goveka rastîyên dîrokî da wana li wana
binihêre, û ne di goveka tiştên bi sunî hinartî yên
çîrokî da , wê demê dê hemû cudahîya di navber
dîroka rastîn û ya hinartî da dê derê ber çavan...
Û, lewra jî, anegorî merc û rewşên nû, yên ku bi
dîyarbûna del îlên nivîskî yên nû ra derketine holê,
pi rsa dane û bûyerên dîrokî yên lêpovajîki rî îro
dibin xwedî gi rnigîyeke taybet... Lê, eger
serpêhatîya di derbarê Îştûvêgûyê Pi rhespî (erm.
Բյուրասպի Աժդահակ/Byuraspi Aždahak) yê
padişahê Medyayê da, ya ku di dema xwe da
(dewra V a berî s .m.) Movsês Xorênatsî di pi rtûkek
a keldanî da dîtibûye û di pi rtûka xwe ya “Dîroka
Ermenîstanê” da nivîs îbû, bi mîfa navborî ya di
derbarê heman Îştûvêgûyî da di nav kontêkstekê
da bini rxînin, derfetên nû peyda dibin, ji bo ku
mirov bikaribe gelek rûpelên tevlihev ên dîroka
kevnar a cîhanê ronî bike, di nav wê da wisa jî,
serpêhatîya Kavî Vîştaspayê padişahê nebînayî, yê
ku di derbarê wî da di Gatan da agahî hene.
Lêbelê, yek e, di cîhana zanistî da hatye peji randin,
xwedêgiravî, “...ne di derbarê wî welatî da, yê ku
wî padşahtî lê ki rye, ne jî di derbarê dema jîyana wî
ya rêal da hîç daneyeke rastîn nîne, her çiqas hîç
şik û gumanek nîne, ku padişahekî wisa bi rêalî
hebûye”... Û bi evê formûlatsîonê jî ezê lêgerînên
xwe didomînim.
Ji ber ku jîyana Kavî Vîştaspa û ya Zerdeşt
Pêxember bi hev va gi rêdayî ne, û “ hîç şik û
gumanek jî nîne, ku padişahekî wisa (Vîştaspa) bi
rêalî hebûye”, em binihêrin, ka di zanis ta dîrokî da
di derbarê wî padişahê nebînayî û bêhempa da çi
dîyar e, bi taybet jî, bi gi ştî, di derbarê dem û
welatê padişahtîya wî da.
Weha, di derbarê wê serdemê da zanyarê navdar ê
amêrîkî Rîçard Fray çi dinivîse:
“Li ber destê me dane nînin, ên ku bikaribûna
dema rastîn ya jîyana Zerdeşt dîyar biki rana; mirov
her dikare bibêje, wek ku tê xuyanê, ew di serdema
berî damezirandina dewleta hexa menîyan da
jîyaye...” [19, rû. 50].
Û ji vi r jî nêrîneke heşmendî dertê holê: eger
Pêxeber berî damezirandina Împêratorîya hexa
menîyan jîyaye û erka xwe ya pêxembertîyê pêk
anye, wisan e, ew wê demê bûye, dema hê
Împêratorîya Medyayê hebûye…
Û li vi ra heya hîç pêwîst jî nake, ku mirov zêde lê
bigere, ji xwe derdorê sed û bîs t salî berê di cîhana
zanistê da dizanibûne, ku bîrûbawerîya Zerdeşt ola
binecîyên
binecîyên Îrana kevnar bûye, di sêrî da ya medan û
baktrîyan (Bactrians), paşê ya farsên dema
Hexamanîyan û Sasnîyan. [27, berga 22 А , rû. 881 -
884].
Û Rîçard Fray, ji bo dîyarki rina temenê Pêxember û
dema ku ewî padişah Vîştaspa anye ser ola
zerdeştîyê, hejmartinên balkêş pêk tine û li ser wê
bingehê van encaman derdixe hole: “... Divê mirov
ji bîr neke, – ew dinivîse, – ku sala 588ê berî
serdema me, ya ku dikaribû anegorî wê demê
bûya, gava Vîştspa bîrûbawerîya Zerdeşt
peji randye (wek ku gihîştye me, ew wê demê 42
salî bûye)... Anegorî heman kevneşopîyê, – ew
didomîne, – Pêxember di 77salîya xwe da mirye,
wisa , eger mirov ji xwe ra bike armanc û li ser
bingeha pêşbînînîyên nêzîkî heş û aqilan û
kevneşopîyên zerdeştîya hê derng li danayên dîrokî
yên di derbarê Zerdeût da bigere, wê demê ew
salên 628 – 551ê berî s.m. ne...” [19, rû. 52 – 53].
Û peyra jî, li ser bingeha lêgerînên agahîyên dîrokî,
yên di derbrê rehên medîyayî yên çanda hexamenî
(û ne tenê ya wê), Rîçard Fray veresandina pirsa
navborî nêzîktir dike: “...di nivîsên kevnar ên farsî
yên li ser zinaran da – ew dinivîse, – têrmînên ji
hêla wateya xwe va gi rîng hene, yên ku, wek ku tê
xuyan, şwazên wana yên medî ne, ne ku yên farsî,
û ev jî dide xuyan, ku Hexamenîyan ew ji bakûr
deyn wergirtine (ango, ji Medyayê. – E. C.). – Û ji
wê pêva, ji bo ku nêrîna xwe piştrast bike, ew
gotinên Strabon tine: “Yên med, lêbelê, wek ku tê
gotin, pêşîyên kevneşopîyên ermenîyan û berî
wana pêşîyên kevneşopîyên farsan bûne, pêşîyên
qi ral û peyhatîyên desthilatdarîya wan a di As îyayê
da ne. Mînak, peyva “sto ' la”, ya ku
xwedêgiravî ya farizan e, hezkirina wan a berbi
agi rki rina tîr û kevanan û ci rîdê, xi zmeta padişahan
cil û wergi rtina padişahan û rêzgirtina asta xwedayî
li hember padişahan ji hêla gelê sade va ji medan
derbazî nava farsan bûye” [19, rû. 135].
Ango, her çiqas, gelek daneyên dîrokî, bi “saya”
hewlên çîrokbêjên farss ên qesrê, hatine
lêpovajîki rin an windakirin, dîsa jî, bi alîkarîya
analîza êtîmolojî û lêgerînên dîrokî-hember
hevki rinî mirov dikare, têrmîn û navên “windabûyî”
ji nûva vejinîne, û, bi wana ra , wisa jî, pêvejoya
dîrokî ya xwezayî.
Di vê derbarê da dîtineke bi fesal (endaze) li bal Î .
M. Dyakonov heye. Ew bi bawerîyeke tam nabêje,
ku zerdeştî di Medyayê da pêşketye, heya, eger ew
hinek pêşdîtina tîne zimên jî, ew pi r bi mercî ne:
“...Di nav rêza çavkanîyên di derbarê dîroka
Medyayê da “Avêsta” – pi rtûka pîroz a ola
dogmatîk, cîyekî xwe yê taybet heye... Tu guman
nîne, ku pi ranîya wan bawerîyan û di rozgeyên ayînî
zerdeştîyê jinûva ji ber xwe dernexistine, ewê ew ji
nava bawerîyên gelêrî yên berî xwe hildane, yên ku
wê demê kêm- zêde êdî amade bûne.
……… Dumahî heye ………
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt 22
Nizar Yosif
Dil dikeve şahiyan
Bextewerî xwe radide
Bi şevçire yên te
Bi rewşen ê rê nas dikim
Çirîskên perdeya şev ê
Hesdikim ji hingaftin ên awir ên te
Tîr dikewînin keder ê
Têr dikin birçî yên dil
Paytexte
Di hundir de ava dibe keleha te
Şahzade ya hestên wî yî
Sirûşt geşe li dora sûr ê
Ji dêmên te
Ji pêjina te
Çêreya Perperiya ne
Rengsîmên xwe
Li me dihonin
Heskirinê kêlî kirin
Şihîn ê li hevdu par kir
Parên rometa heyînê
Dane dest hev
Hertişt ji bû te hêmin in
Kon ê esmanan bi tebate
Çavên tê de di çirisin
Stûn ê navendê de emin
Wêne û ziman
Guhêz û aferîn dibim
DÎLBERÊ
Dîlberê nade mi awirkî
Nade min sozê lew bi virkî
Rojê deh katî çave rême
Na bihîzim jê lew xeberkî
Bi dîkê sibêre şiyarim
Belkî bibînim jê egerkî
Şev tim şiyarim ta beyanî
Bendewarim jê ez cereskî
Sota li min dil cerg û hinav
Dema diço ew bi oxirkî
Kirme reben yek guneh û jar
Kîrgo kemax nake xatirkî
Bom yek nesax mam bin livînê
Can nadime ger nê qederkî
Jîn û jiyan derman tuyî ger
Carek li min tu bes nezerkî
Kalbûm ji êş û derd û jana
Hêj libendê naçim deverkî
Bûme kelemper ji çefayê
Keftîme tora gezî zerkî
Di cîhana bêlomeyê de
Di nava xweşiyan de diçî
Dema ku tu bi wê behiştê
Hestyar dibî
Şermî ji çavan di bare
Tav di eniyê re tête der
Meywe ji dêman dilop dikin
Rewşa rojê diçe ava
Çaxê ku tu xewve diçî
Di razan ê re
Kon di xemile
Heyîv çav ê xwe vedike
Stêr zêrevanin raserî te
Hêlm a hestên min
Te dinuxumîn ên
Pêjinên kevin
Yên ku ji zuhayê reviyayên
Li yên nuh vedigerin
Bi çireya te re dilivin
Çav ji rewşa te vedibin
Hêrsên min
Dibin ardûyê
Çire ya te
Çire ya jînê.
19.08.2010
Çireya min
bi te roniye
Dîlber bivê rewşê nikarim
Bersiv nedî guha tu kerrkî
Dê canî bidim şehde bidim
Axê liser min dê ti werkî
Lê ger bibînim ez te yarê
Di xewnêde lew bi sêwirkî
Yan jî bibînim te birastî
Îşaretkî bid bi reftarkî
Xem û mitala dê cidakim
Kanya evînê da bi herkî
Helbestekî nû dê bi hûnim
Bo te bixwînim di sê carkî
Lêva bikim cîranê lêva
Pêre bikêşim ez keserkî
Desta li dor newqê bi alim
Domkî bikin em xire cirkî
Heyfa hemî rojên di borî
Derxin ji dil bi şev buhêrkî
Xwenek dirêj û pir biyan bû
Yareb tu vê xwena mi xêrkî.
Ebdal Xan
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
23 HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt
Min bihîstî tu nexweşî
Xerîbiyê tu pir dêşî
Te dilê min kirî ker ker
Çima nema di beşişî ?
Giyanê teyî nazik
Ew hestê teyê tenik
Niha ketine çi rewşê ?
Li me veger li me sivik
Selah Mihemed
Nexweşî
Xerîbiyê nexweş kirî
Girnijînên lêva birî
Xerîbiyê mal wêranê
Wilo li kezeba min kirî
Xweda tu dengê min sekî
Du'ayê min qebûl bikî
Keça min li min vegere
Vê qenciyê bi min bikî .
Buhar tê pêre tê Avdar
semadarin kulîlk û dar
Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar
Li benda wê mirad xwş tên
mirada em kirîn navdar
Bi karê wî lehingê pak
Xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan
bi halanî dikir hawar
Gava keça min li Bulgarya nexweşbû di nexweşxanê de bû .
31 – 10 – 2014 Batman
Hingî min bankir
Zinarê bilind
Zemîn ji avê
Bingeha gerdûn
Av bi çiyave
Nîvê kîwanê
Li ser siperê
Lehingê lehing
Ew cenga giran
Dijminê dijmin
Da ku nekevê
Berwar û berwar
Riyeka dirêj
Çav nedfitirand
Dengê minî xweş
Nebêjin dîne
Gerdûn ser ( vira )
Batman 13 - 12 – 2014
DeDeDeDerorororo qirkam ziwa bû
ji hev bela bû
bi carek cuda bû
tevde xira bû
hilkişya bû
bi çav xuya bû
insan peya bû
li hesp siwar bû
berê xwe dabê
davik vedabû
ser dagera bû
ew meşiya bû
nala ziya bû
dawî nexuya bû
ket û winda bû
şêtê çola bû
îro ava bû .
Narîn Omer
NewNewNewNewrozrozrozroz
Buhar tê pêre tê Avdar
semadarin kulîlk û dar
Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar
Li benda wê mirad xwş tên
mirada em kirîn navdar
Bi karê wî lehingê pak
Xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan
bi halanî dikir hawar
Elî Ebdullah kolo
Çavên te
Çavên te
Zindaneke tarî ye
Bê dîwarû derî ye
Dîl dike giyanê min
***
Çavên te
Welateke paqije
serkêŞe bê dawî ye
dorpêÇ dike canê min
***
Çavên te
Zarokeketaziye
Kêf dike dileyze
Ger dibîne kenê min
***
Çavên te
Gulekepirtiye
Vejîn dibe geŞ dibe
Bi dildana Çavên min
***
25/5/2009
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
24 HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ
(1) EW ROJÊ BÊ Ez bawerim ew rojê bê
Ew qezenca şeîdane
Hêsrên çavên dayikane
Ew hesret û armanca milyonane.
Ew roj bawerîya Mezlûm Doxan
Daxwaza Rewşen, Alkan
Rênîşa şeîdan
Ez bawerim ew rojê bê
Ew hesreta gelê meye
Ew xelata şerê meye
Mizgîna şeîdane
Ew rojeke aza nuhe
Ew rojeke pir bi rêze
Ew rojê bê……..
Zindîne meydan bona niştiman,
Rabûn serhildan torinê Medan.
Ji bo azayê gelê Kurdistan,
Dimeşe temam bûye şoreşvan.
Bo bijî Newroz agir li xwe dan,
Keç û lawên me bûne pêkrewan.
*** *** ***
Bi berxwedana zindîye Newroz,
Bi şeîda gel wê dike pîroz.
Newroz jîna nû ji mera xelat,
Ji Kewa dema ev roja felat.
(2) Zindîye Newroz Agrê Newrozê hingavt Rojhelat,
Bû cejn û vejîn hebûna welat.
Remza azayê ev roja evra,
Mizgînê didin bi agir hevra.
Suruşt jî şa dibe
Ku tê ev dem, kat,
Kirasê jînê
Xudike heyat..
*** *** ***
Bahar hat bahar,
Fesla altindar,
Zindî bûn kubar,
Vejîyan rizgar,
Têk çû koledar,
Aza bûn hejar,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Tune qetilkar,
Didome rozgar,
Ey gelê aldar,
Dîrokî navdar,
Li qada hercar,
Roja nû dîyar,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Ji Kewa xelat,
Roja nû felat,
Jîndarê welat,
Gelê rojhilat,
Kurdin avangard,
Cîhan bû abad,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Cejna azaye,
Bo me evraye,
Ji dema maye,
Îro gel şaye,
Yekbûn rewaye,
Eyda hêjaye,
Newroze,newroz,
Cejna we pîroz.
Mizgînya jînê,
Da niştimanê,
Geç û xortên,
Ê Kurdistanê,
Ketin lîlanê,
Gotin cîhanê
Newroze, newroz
Cejna we pîroz.
Girtine dîlan,
Hatin mêhrîcan,
Ewledên kurdan,
Temam şoreşvan,
Bi dil şadîman,
Gotin pir gelan,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Bi serhildana,
Bi qehremana,
Zekîye Alkana,
Mezlûm Doxana,
Bi pakrewana
Didome Newroz,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Bi van şeîda,
Azayê deng da,
Gel pêda-pêda,
Kişîya qada,
Koledar veda,
Jînê silav da,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Kedxar maf neda,
Kurd bûne hêzda,
Roja pîrozda,
Neyar ra doz da,
Jêra gor veda,
Miletê kurda,
Jînê seda da,
Newroze,newroz,
Cejna we pîroz.
Gellek qehreman,
Bona Kurdistan,
Bûne berxwedan,
Bûne serhildan,
Agir li xwe dan,
Ku bijî Newroz,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Bi serbilindî,
Bi navek cindî,
Hemberî dew,doz,
Bûn agrê zindî,
Ku bijî newroz,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Bimire dewdoz,
Tunebe aloz,
Ronahîye tim,
Agirê newroz,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Kurd dibe rizgar,
Dibe altindar,
Çawa Hesinkar,
Alt kir sîtemkar,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Zindîne meydan,
Ji bo Kurdistan,
Rabûn serhildan,
Torinê Medan,
Torinê Medan,
Ku bike jîyan,
Netewa kurdan,
Gotin bi dil, can,
Newroze, newroz,
Cejna we pîroz.
Bi berxwedana,
Her dijî newroz,
Kedxar bû aloz,
Roja nû pîroz,
Ey gel ê bi doz,
Newroze,newroz,
Cejna te pîroz.
3.03.2012
Gelê ku bindeste
Dijî bê sînor,
Jîyan jêra dibe
Çawa dojeh, gor.
Bedela azayê
Hertim xwîna sor,
Ew nay pêşkêş kirin
Dest tînin bi zor.
4.03.2012
(3) NEWROZE, NEWROZ
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
25 HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt
Beyar Robarî
Ҫima vemirîn ҫira!
Lo lo bira .. lo lo bira
Ҫima li me vemirîn ҫira?
Û ji nû de destpêkir birakûjî wekî gura
Lo lo bira .. lo lo bira
Ax ji dest van bêheş û zikdira
Hevdû dikojin jiber xatirê neyar û dijmina
Lo lo bira .. lo lo bira
Berpirsyarên me dîsan weke cara
dirjînin xwûna kurdan jibo zêr û pera
Û bi jiyana wan dilîzin wek mele û axa
Lo lo bira .. lo lo bira
Li me vemirîn carek mûm û ҫira
Vê carê jî çira Şengal Laleşa dila
Û jê hat birîn dengê şelûl û bilbila
Lo lo bira .. lo lo bira
Kê dada va şer û agira
Û bir giyanê xort û keçên weke gula?
Ma xwûna wan haqas erzane, erzaniya pela
Bawerke, berpirsyarên Kurd xerabtirin ji bela
Û pirsa min:
Kiyê rawestîne vî agirî û dermanke birîn û êşa dila?
05 - 03 - 2017
Wisa nabê
Na .. na wisa nabê
Ey kurê dê û babê
Gerîla û pêşmergan li çol û çiyan bê
Li her çar aliyên welat di şerda bê
Tu jî li mala xwe di xew da bê
Na .. na wisa nabê
Ey kurê dê û babê
Şêr û pilingê kurdan di şeran da bê
Û giyanê wan di kefa destan da bê
Tu tenê xwediyê gotin û rexne bê!!
Na .. na wisa nabê
Ey kurê dê û babê
Keç û xortê kurdan di şer de bê
Û tu li serê wan bi axe bê
Û bi dijminan re dost û birabê
Xwedê jî bi vê yekê razî nabê
Na .. na wisa nabê
Ey kurê dê û babê
Gerîla û pêşmergan li çol û çiyan bê
Û bi şev û roj di şer da bê
Û tu jî li mala xwe di xew da bê
Ger tu dixwazî Kurdistan para tebê
Divê tu jî teve gerîla û pêşmergan bê.
24 - 04 - 2016
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt
26
Îro, dîrok bi xûna qumriyan mor kirin
12ê Adare .. dîsa dest bi Enfala Kurdan kirin
Kolana aştiyê dawiyê agir kirin
Kenê zarokan bi reşkînê dagîr kirin
Lewenda ciwaniyê di neksa azadiyê baran kirin
Xewnên li pişt me mane bi kilapçekan
Peşax kirin
Îro, gulîstanên rojava bi lîliya
Darbestên xunavan li ba kirin
*** *** ***
Ji Qamişlo heya Efrînê Ehrîman keniya
Û Xweda da girî
Jiyan ji êşa jiyanê reviya û bar kir
Xem ji sipartina xema ala sipî rakir
Kobanê bi ala bi xwîn zarok hembêz kir
Qêrîna dêrik guregura esmanê ji ewran kir
Îro, wek herdem buhara Kurdan
Cilikê payîzê lixwe kir ..
12 adare û helbesta min 12 caran
Tif li qedera xwe kir ..
*** *** ***
Serhildane oooff...serhildan e
Û 12 partî wek serxweşan e
Û hatina dev bi xwînan wek hatina dizane
Serhildan e..û sê parçeyên gundê me
Bi çavekî razane..!
Û rêberên dunyayê li pey refê kurane
12 adar e û dunya hêlîna kes nezane
Û Ez û erxewana di nav komê maran mane
Îro..cejna kuştina erxewan e
*** *** ***
Gelo.. Em kurdê rojava ne
Ji çar hezar salan de li ber çavê Xweda
wenda ne
Kuştara nivêja aştiyane
Pûşa agirxaneya şoreşane
Leylana mêjû û destanane
Em perçeyê biçûk in û tim di quncikane
Em birîndarê deştê birîndarane..
Di bin siya welatê xwe penaberê
penaberane..
Em lalezarê di nav destarane..
Hêvî û evîn û awat sotane
Bexçeyên me bê çûk mane.. û em hîn di
xew de ne
*** *** ***
Gelo.. bese.. pêxemberino.. bese
Kengî emê mizgîn bikin serkeftina
Kenê li ser qehrê?
Evînê rizgar bikin ji lemlema jehrê!?
Heya kengî emê bên kuştin
Li ber kitika Xwedê û sebrê
Û gamî yên me tîwer bin vê avgerê tev
lengerê
Heya kengî emê bimînin genima li bin
cercerê?!
Azadi ya Kurdan kengî
Tê ji zindana Xwedê derê!
*** *** ***
Hesen Şindî
SerhildanSerhildanSerhildanSerhildan
Pêxemberino.. bese.. partîno bese
De rabin.. Pelkek ji dara zeytunê bînin
Soza yekbûnê li ser binivîsînin
Çiyayên berfê bi xuyê yekbûnê li pêş
Qedera xwe bihelînin
Yekbûnê bikin sîber
Bila sêberên Xwedê ji me birevînin
De rabin.. bi kirasê nêrgiza hember qirşîna
rûnin
Buharê bikin bûk û bi yekbûnê re bicivînin
Bi serhildaneke nû ra bixemilînin û
Bi azadiyê re bibezînin
Bi azadiyê re bibezînin
*** *** ***
De rabin.. bes e.. Pêxemberino.. Bes e
Qederê bes e.. Ez û xweve ji hev wenda bûne
Em ji sitûnên derewan bêzar bûne
Em ji çîrokên xwînê şerpeze bûne
Qederê... em ji şevpestên vê qehpexanê
Perîşan bûne
12.. Adarê.. Serhildan e
Û em di hembêza Xwedê de bê xwedî mane
Em di baweşa Xwedê de bê xwdan mane.
Karwana gangilokan di şîlava pelçîma darve kirin
ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
hejimar "59" Avdar 2017
27
ji nav kîna ara tîrêjên rojê
ji reva xezeba şûrên demê
nalêneka brîndar tê
bi kurdî dikê qîrîn, hawar, ahîn û gazî
pêşmerga habûn û omîda meya
pêşmerga azadî û rûmeta meya
pêşmerga stûna welate meya
pêşmerga ronîya çavên meya
ji nav kelkela germîya xwînê
ji şaxên rewana vê xak û avê
nalêneka birîndar tê
bi kurdî dikê qîrîn, hawar, ahîn û gazî
pêşmerga habûn û omîda meya
pêşmerga azadî û rûmeta meya
pêşmerga stûna welate meya
HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt
Omîdê Aşîtî (Dr. Nîdal Husên)
Ji nav kînê..
pêşmerga ronîya çavên meya
ji Laleş, çîyayê Şingal û Kobanê
ji kevna kunêrên Kurdistanê
nalêneka brîndar tê
bi kurdî dikê qîrîn, hawar, ahîn û gazî
pêşmerga habûn û omîda meya
pêşmerga azadî û rûmeta meya
pêşmerga stûna welate meya
pêşmerga ronîya çavên meya
ji deşt û newal û kêferata çîyê
ji Dicla û Ferat û ferehîya Wanê
nalêneka brîndar tê
bi kurdî dikê qîrîn, hawar, ahîn û gazî
pêşmerga habûn û omîda meya
pêşmerga azadî û rûmeta meya
pêşmerga stûna welate meya
pêşmerga ronîya çavên meya
ji ba Cegerxwîn û Xanî û Cezîrî
ba Tîrej û Feqye teyra û Herîrî
nalêneka birîndar tê
bi kurdî dikê qîrîn, hawar, ahîn û gazî
pêşmerga habûn û omîda meya
pêşmerga azadî û rûmeta meya
pêşmerga stûna welate meya
pêşmerga ronîya çavên meya
îro bi aştî û rûmet û mêranî
her bi kesk û sor û zer û sipî
ew bi hemî xemla ala rengî
navê pêşmerga zêrîn tê danî.
TirbespîTirbespîTirbespîTirbespî
Ey kesere neqiş hûnayî
bi hêsir û kedê avdayî
rûnahî biser de berdayî
ey bûka Cirihê Tirbespî
Çiqas pirin dijmênê te
windaya xwîn û ked te
pir bênav çûna lawê te
dûr belabûna şaxên te
kanî haval û havcaxê me
kanî dîlan û stranên me
kanî Newroz û aşqa me
bûn lêlan û ramanên me
îro ji sedê heya bi aşê avê
ji bexçe mezin heya
bi qijlê ji rezan heya
bi kaşê odê Cirih
pêlên ji xwînê diraxê
te dixwzin
ew tirbên merî wêran,
bindest, bask şikestî
her diminê vejîna geşî
sipî şewq û fend,
fener û runahî
wa qîz û lawên te hatin
xwenda,
daxwazin xabatin peşmergene,
şêrê felatin canfîdayê
xaka welatin bi gul û nêrgiz û corî
bi tevtirêjên ala rengî
wê li te pîroz be azadî
kanîya awazan Tirbespî.
Sernivîser Derhêner
Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir
- Boniye Cegerxwîn
- Hemîd Yûsif (Kasî)
- Mizgîn Hesko
- Oflaz Toutî
- Ji bo hinartina berhemên kurdî :
-
- Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin : -
- www.penusanu.com
28